HIŞYAR BIMÎNIN!
Ji bo Nexweşiya COVID 6 Mîlyon Meriv Mirin e; Kitêba Pîroz Çi Dibêje?
Li gora hesabê Teşkîleta Saxlemiyêye Hemdinyayê ya 23 Gulanê, sala 2022, ji bo nexweşiya COVID-19, 6.27 mîlyon meriv mirin e. Lê nûçeyêda ya 5 Gulanê, sala 2022 hatibû gotinê, wekî Teşkîleta Saxlemiyêye Hemdinyayê elam kiriye, ku hesabê hejmara merivên ku ji bo COVID-19 mirin e, diha zêde ye. Vê nûçeyêda dihate gotinê, wekî nava salên 2020 û 2021-da, “hejmara yên mirî ku raste-rast pê COVID-19 yan jî bi sebebiya vê mirin e . . . weke 14.9 mîlyon e”. Gelo Kitêba Pîrozda derheqa derdekî usa giran tiştek hatiye nivîsarê?
Kitêba Pîrozda derheqa pandemiya hatiye pêxembertîkirinê
Îsa pêxembertî kiribû, wekî “rojên axiriyê” nexweşiyên hal wê hebin, dêmek pandemiya (Lûqa 21:11; 2 Tîmotêyo 3:1).
Pêxembertiya Îsa rojên meda tê sêrî. Seva ku hê zêde pêbihesin, binihêrin gotar “Gelo Çi ye ‘Nîşana Rojên Axiriyê’?”
Kitêba Pîroz dilbîniyê dide
“Bavê dilşewatiyê û Xwedêyê hemû berdiliyê. Ew nava hemû telî-tengiyada dil dide ber me” (2 Korintî 1:3, 4).
Gelekên ku merivên xweye nêzîk unda kirine dilbîniyê ji sozên Kitêba Pîroz distînin. Hê zêde pêbihesin ji wan gotara “Ça Teyax kin Mirina Merivê Nêzîk” û “Alîkariya Baş Bona Wan, yên ku Merivên Xwe Unda Kirine”.
Kitêba Pîroz eyan dike ku ça ev problêm wê ser heta-hetayê safî bin
“Padşatiya te bê, emirê te be, çawa li ezmên, usa jî li ser erdê” (Metta 6:10).
Zûtirekê “Padşatiya Xwedê” wê usa bike ku “tu rûniştiyê li wir nebêje: ‘Ez nexweş im’” (Marqos 1:14, 15; Îşaya 33:24, ÎM). Seva ku pêbihesin wekî çi ye serwêrtiya ezmanî û ew wê çi bike, binihêre vîdêo “Çi ye Padşatiya Xwedê?”
Em we teglîf dikin hê zêde derheqa Kitêba Pîroz pêbihesin, seva ku hûn û malbeta we bikaribin ji soz û şîretên wêye bîlanî karê bistînin.