KILAMA 14
Pesna Bidine Padşê Nû
(Zebûr 2:12)
-
1. Îsa ji hemû mileta
merya tevay top dike.
Birayê wî wê yekêda
hertim alî wî dikin.
Ezman îda elam dike,
Padşa wê erdê nû çê ke.
Nêzîk e ev roj em bawer in,
Şabûna xwe unda nakin.
(LÊWEGERANDIN)
Pesna bidne Xwedê; Pesnê Îsa bidin,
Padşê padşa, Xudanê xweda.
Vê her kesên amin her-heyî bijîn,
Soz dide me Îsa.
-
2. Emê Padşê xwe rûmet kin,
niha ew hukum dike.
Aştîhiz e Serwêrê me,
bi wî emê xilaz bin.
Dinya teze va nêzîk e,
Xofî îda vê tune be.
Mirya ji mirinê wê rake,
Bi şabûn emê hîvyê bin.
(LÊWEGERANDIN)
Pesna bidne Xwedê; Pesnê Îsa bidin,
Padşê padşa, Xudanê xweda.
Vê her kesên amin her-heyî bijîn,
Soz dide me Îsa.
(Usa jî binihêre Zeb. 2:6; 45:1; Îşa. 9:6; Yûhn. 6:40).