KILAMA 111
Meniya Şabûnê
-
1. Dilê me pir şa ye bang dide,
Kanya şabûnê me dîtye.
Keremê dide me Yehowa,
Cimeta wî zêde dibe.
Menya şabûnê timê heye,
Ji Xwedê distînin temî.
Bawerya xwe em dişidînin,
Ku diqedînin temyên wî
Şabûna ruhanî kêm nabe
dilê meda agir ketye.
Dijminên me pey me ketine,
Lê Xwedê qewatê dide.
(LÊWEGERANDIN)
Yehowa şabûna me ye.
Qewata destê wî heye.
Rema dilê wî hertim gelek e,
Eyan e ku ew bîlan e.
-
2. Yehowa navê te rûmet be,
Efirand te erd û ezman.
Emê timê pesna bidne te
Ji kirên te em metal man.
Gerekê mizgînya Padşatyê
Li ser dinê em bela kin,
Derheqa keremên Xwedê xwe,
Heta serê dinê bêjin.
Wa ye şabûna abadînî,
Şev diçe ro destpêdibe.
Ezmanên nû Xwedê çêdike,
Jîyîneke xweş nêzîk e.
(LÊWEGERANDIN)
Yehowa şabûna me ye.
Qewata destê wî heye.
Rema dilê wî hertim gelek e,
Eyan e ku ew bîlan e.
(Usa jî binihêre Qan. Dcr. 16:15; Îşa. 12:6; Yûhn. 15:11).