KILAMA 7
Yehowa Qewata Me ye
(Îşaya 12:2)
-
1. Bavê ezmana qewata me yî,
Emê hurmet kin te, Xilazkar î.
Hergê guh bidin yan jî bikenin,
Ça Şedên te, em mizgîniyê didin.
(LÊWEGERANDIN)
Yehowa Himzor û pir qewat î,
Em te hurmet kin tu hêjayî.
Bavê ezmana em tên berbi te,
Tu yî Birca û cî-sitara me.
-
2. Gelek şa ne em bo ronaya te,
Riya rastiyê seva me rind eyan e.
Kitêba teda dengê te dibhên,
Emê piştovanê Padşatiyê bin.
(LÊWEGERANDIN)
Yehowa Himzor û pir qewat î,
Em te hurmet kin tu hêjayî.
Bavê ezmana em tên berbi te,
Tu yî Birca û cî-sitara me.
-
3. Bi dil tînin sêrî qirara te,
Çaxê Şeytan miqabilî me ye.
Emê her gav bi xîret xizmet kin,
Heta mirinê amin bimînin.
(LÊWEGERANDIN)
Yehowa Himzor û pir qewat î,
Em te hurmet kin tu hêjayî.
Bavê ezmana em tên berbi te,
Tu yî Birca û cî-sitara me.
(Usa jî binihêre 2 Sam. 22:3; Zeb. 18:2; Îşa. 43:12).