Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

KILAMA 5

Efirînên Destê Xwedê

Efirînên Destê Xwedê

(Zebûr 139)

  1. 1. Her tişt tu zanî Ya Yehowa,

    Li ber çevê te temam eyan e.

    Her gavên min û fikrê dilê minda,

    Kengê radbim û çiçax ez hêsa dibim.

    Te timê dîna xwe dida min

    Çaxê hestyê min her yek çêdibûn.

    Her tiştîda hizkirna te eyan e,

    Şikrî didim ez seva her şixulên te.

    Hêjayî pesna yî Xwedê Yehowa,

    Efrînê te dilê me şa dikin.

    Hergê dinê bi temamî terî be

    Pê qewata xwe tê min bivînî.

    Tu cî tune ku xwe veşêrim

    Û cî-sitar wekî tu nizanî,

    Ne li jor ne jî li binê berêda,

    Her tişt çêkirna te ye

    Ya Xwedayê min.

(Usa jî binihêre Zeb. 66:3; 94:19; Yêrem. 17:10).