Li Gora Metta 26:1-75

  • Kahîn dixwazin Îsa bidine kuştinê (1-5)

  • Rûnê bînxweş ser serê Îsada tê rêtinê (6-13)

  • Cejina Derbazbûnêye paşin û nemamî (14-25)

  • Sazkirina Şîva Xudan (26-30)

  • Îsa dibêje ku Petrûs wê wî înkar ke (31-35)

  • Îsa baxçê Gêtşemanîda dua dike (36-46)

  • Îsa tê girtinê (47-56)

  • Îsa ber Dîwana Bilind ya Cihûya disekine (57-68)

  • Petrûs Îsa înkar dike (69-75)

26  Gava Îsa ev hemû giliyê xwe xilaz kir, şagirtên xwera got: 2  “Hûn zanin ku du roj şûnda Cejina Derbazbûnê ye, û Kurê însên wê bidine destê dijmina, seva ku ew ser stûnê bê kuştinê”. 3  Hingê serokên kahîna û rûspiyên cimetê li hewşa kahînê mezin, navê kîjanî Qeyafa bû, top bûn. 4  Ewana hev şêwirîn, wekî Îsa bi fêlbazî bigirin û bikujin. 5  Lê wana digot: “Bira ev yek wedê cejinê nîbe, wekî cimet tevlihev nebe”. 6  Gava Îsa li Beytanyayê, mala Şimhûnê kotîda bû, 7  jinek pê derdaneke ji kevirê mermer, kîjanêda rûnê bînxweş û biha hebû, hate bal wî. Wedê şîvê ewê ev rûn ser serê Îsada rêt. 8  Gava şagirta ev yek dît, eciz bûn û gotin: “Yazix ev rûn badîhewa tê rêtinê! 9  Ev rûn biha wê bihata firotanê û pere kesîbara bihata belakirinê”. 10  Ev yek Îsava eyan bû û ewî wanra got: “Hûn çima dilê wê dêşînin? Ewê bona min tiştekî qenc kir. 11  Yên kesîb her gav tevî we ne, lê ezê her gav tevî we nîbim. 12  Ewê ev rûnê bînxweş rête ser min, wekî bedena min bona definkirinê* hazir ke. 13  Ez rast wera dibêjim: Ser temamiya dinyayê, hemû ciya kîderê ev mizgînî bê belakirinê, wê kirina vê kulfetê jî bona bîranîna wê bê gotinê”. 14  Hingê yek ji Donzdeha,* navê kîjanî Cihûdayê Îsxeryotî bû, çû bal serokên kahîna, 15  û got: “Hergê ez wî bidime destê we, hûnê çi bidine min?” Wana soz da ku 30 zîvî bidine wî. 16  Ji wê demê, ewî mecal digeriya wekî nemamiya Îsa bike. 17  Roja pêşine Cejina Nanê Şkeva,* şagirt hatine bal Îsa û jê pirsîn: “Tu dixwazî em tera kîderê bona Cejina Derbazbûnê xwarinê hazir kin?” 18  Ewî got: “Herin bajêr bal filan merivî û wîra bêjin: ‘Dersdar dibêje: “Wedê min nêzîk bûye. Ezê Cejina Derbazbûnê tevî şagirtên xwe mala teda derbaz kim”’”. 19  Îsa şagirtara çawa gotibû, wana hema usa kir û hemû tişt bona Cejina Derbazbûnê hazir kirin. 20  Gava bû êvar, Îsa tevî 12 şagirtên xwe ber sifrê rûniştibû. 21  Gava wana hê dixwar, ewî got: “Ez rast wera dibêjim, yek ji we wê nemamiya min bike”. 22  Ewana ji bo giliyên wî gelek xemgîn bûn û her yekî ji wî pirsî: “Xudan, ew ez im?” 23  Ewî caba wan da: “Ewê ku periyê xwe tevî min tasêda dike, ewê nemamiya min bike. 24  Belê, Kurê însên gerekê here, çawa ku hatiye nivîsarê. Lê wey li wî, yê ku nemamiya Kurê însên bike! Bona wî kesî wê baş bûya, wekî ew nehata bûyînê”. 25  Cihûdayê ku wê nemamiya wî bikira, caba wî da: “Dersdar, ew ez im?” Îsa wîra got: “Te xwexa got”. 26  Gava wana hê xwarin dixwar, Îsa nan hilda, dua kir,* paşê nan ker kir,* da şagirtên xwe û got: “Hildin û bixwin. Ev bedena min tê hesabê”. 27  Peyra ewî kas hilda, şikirî da Xwedê, paşê da wan û got: “Hûn hemû jî ji vê vexwin, 28  çimkî ev kas tê hesabê ‘xûna mine peymanê’. Ewê bona geleka bê rêtinê, seva baxşandina guna. 29  Lê ez wera dibêjim: Ezê îda ji vê şeravê venexwim heta roja ku ez Padşatiya Bavê xweda tevî we şerava nû vexwim”. 30  Xilaziyê, wana bona pesindayîna Xwedê stira* û paşê derketin çûne Çiyayê Zeytûnê. 31  Hingê Îsa wanra got: “Îşev hûn hemûyê min bihêlin.* Çimkî usa hatiye nivîsarê: ‘Ezê li şivan xim û keriyê pêz wê ji hev bela be’. 32  Lê çaxê ez ji mirinê rabim, ezê pêşiya we herime Celîlê”. 33  Petrûs jî lê vegerand û gotê: “Hergê hemû te bihêlin jî,* ezê tu car te nehêlim!” 34  Îsa wîra got: “Ez rast tera dibêjim, îşev pêşiya ku dîk bang bide, tuyê sê cara min înkar kî”. 35  Petrûs wîra got: “Hergê lazim be ez tevî te bimirim jî, ezê tu car te înkar nekim”. Hemû şagirta jî usa digot. 36  Hingê Îsa tevî şagirtên xwe hate cîkî bi navê Gêtşemanî, û wanra got: “Vira rûnên, ezê herim dera han dua bikim”. 37  Ewî tevî xwe Petrûs û du kurên Zebedî birin. Wî çaxî Îsa xemgîn bû û zef dilteng bû. 38  Hingê ewî wanra got: “Derdê dilê min usa giran e, mîna ber mirinê. Vira bin û tevî min hişyar bimînin”. 39  Îsa hinekî pêşda çû, deverû kete ser çoka û dua kir: “Bavo, hergê dibe, vê kasê ji min dûr xe. Lê bira usa be ne ku çawa ez dixwazim, lê çawa tu dixwazî”. 40  Gava ew vegeriya bal şagirtên xwe, dît ku ewana xewra çûne. Hingê ewî Petrûsra got: “We nikaribû hema sihetekê tevî min hişyar bimana? 41  Hişyar bimînin û timê dua bikin, seva ku hûn nekevine cêribandinê. Rast e, dil* dixwaze, lê beden sist e”. 42  Îsa cara duda jî çû û dua kir: “Bavo, hergê nabe ku ev kas ji min dûr keve û ez jê venexwim, bira xwestina te bê sêrî”. 43  Îsa dîsa hat û şagirt xewêda dîtin, çimkî çevên wan ji xewê giran bibûn. 44  Îsa ew hîştin, çû cara sisiya dua kir û dîsa ew gilî got. 45  Paşê ew dîsa vegeriya bal şagirtên xwe û wanra got: “Hûn çawa dikarin wedekî usada razên û rihet bin! Îda sihet hatiye, wekî nemamiya Kurê însên bikin û wî bidine destê gunekara. 46  Rabin em herin. Va nemamê min îda nêzîk e”. 47  Gava ew hê xeber dida, Cihûdayê ku yek ji Donzdeha* bû, tevî gelek meriva hat. Ewana ji aliyê serokên kahîna û rûspiyên cimetêda hatibûn şandinê, û destê wanda şûr û dar hebûn. 48  Awa nemamê wî seva ku nîşanekê bide wan, wanra usa gotibû: “Ez kîjanî paç kim, hema ew e, wî bigirin”. 49  Ew derbêra nêzîkî Îsa bû û wîra got: “Silav li te, Dersdar!”, û ewî Îsa paç kir. 50  Lê Îsa wîra got: “Tu bona çi hatî wira?” Hingê ewana pêşda hatin û Îsa girtin. 51  Lê yek ji wan, yê ku tevî Îsa bû, şûrê xwe derxist, xulamê kahînê mezin xist û guhê wî jêkir. 52  Îsa wîra got: “Şûrê xwe bike cî. Çimkî her kesê ku şûr hildide wê bi şûr bê kuştinê. 53  Te tirê ez nikarim ji Bavê xwe bixwazim, wekî ew hema niha bi hezara* meleka bona min bişîne? 54  Lê hingê Nivîsarên Pîroz, yên ku dibêjin wekî gerekê usa biqewime, wê çawa bêne sêrî?” 55  Hema paşî vê yekê, Îsa wan merivara got: “Çira ez qaçax im, hûn bi dara û şûra hatine min bigirin? Her roj ez paristgehêda rûdiniştim û min hîn dikir, çira hingê we ez nedigirtim? 56  Lê ev her tişt usa qewimî, wekî Nivîsarên Pêxembera bêne sêrî”. Hingê hemû şagirtên wî ew hîştin û revîn. 57  Merivên ku Îsa girtibûn, ew birine bal kahînê mezin, Qeyafa. Wêderê qanûnzan û rûspî li hev top bibûn. 58  Lê Petrûs dûrva pey Îsa diçû heta hewşa kahînê mezin, û paşê kete hindur tevî xulamên malê rûnişt, wekî bivîne çi wê biqewime. 59  Serokên kahîna û temamiya Dîwana Bilind* ya Cihûya miqabilî Îsa şedên derew digeriyan, wekî wî bidine kuştinê. 60  Gelek şedên derewîn hatin, lê wana tu tişt nedidît wekî Îsa sûcdar kin. Paşê du kes hatin, 61  û gotin: “Evî merivî usa got: ‘Ez dikarim paristgeha Xwedê hilşînim û nava sê rojada tezeda ava kim’”. 62  Hingê kahînê mezin rabû ser piya û ji Îsa pirsî: “Tu naxwazî caba xwe bidî? Tu se dikî ev meriv miqabilî te çi dibêjin?” 63  Lê Îsa dengê xwe nekir. Hingê kahînê mezin got: “Ber Xwedayê sax sond bixwe û mera bêje, tu yî Mesîh, Kurê Xwedê?” 64  Îsa wîra got: “Te xwexa got. Lê ez wera dibêjim: Ji vir şûnda hûnê bivînin Kurê însên aliyê milê rastê kêleka Yê Herî Qewat rûniştî û ser ewrên ezmên tê”. 65  Hingê kahînê mezin kincên xwe qelaştin û got: “Ewî kifir kir! Îda şedên zêde çî mera nin? We xwexa niha bihîst, wekî ew kifiriya dike. 66  Hûn ser vê yekê çi difikirin?” Wana got: “Ew hêjayî kuştinê ye!” 67  Hingê wana destpêkir tûyî rûyê wî bikin, û bi kulma li wî xin. Yên din sîle lê dixistin, 68  û digotin: “Hey Mesîh, hergê tu pêxember î, hela bêje kî te xist?” 69  Wê demê, Petrûs derva hewşêda rûniştî bû. Carîk hate cem wî û got: “Tu jî tevî Îsayê Celîlê bûyî!” 70  Lê ewî ber hemûya ev yek înkar kir û got: “Ez nizanim tu derheqa çi dibêjî”. 71  Gava ew derket ber derê hewşê, carîke din ew dît û gote wan, yên ku wêderê bûn: “Ev meriv tevî Îsayê Nisretî bû”. 72  Ewî dîsa ev yek înkar kir û sond xwar: “Ez vî merivî nas nakim!” 73  Hine wede şûnda, yên ku wêderê sekinî bûn, nêzîkî Petrûs bûn û gotin: “Tu bi rastî yek ji wan î, çimkî cûrê xeberdana* te, te difiroşe”. 74  Hingê ewî nifir li xwe kir û sond xwar: “Ez vî merivî nas nakim!” Û derbêra dîkekî bang da. 75  Wê demê giliyên Îsa ketine bîra Petrûs: “Pêşiya ku dîk bang bide, tuyê sê cara min înkar kî”. Ew derkete derva û kele-kel giriya.

Спартьн

Yan “çelkirinê”.
Dêmek 12 şandî.
Yan nanê bê hevîrtirşk.
Yan “şikirî da”.
Raste-rast “nan şkênand”.
Yan “zebûr stiran”.
Raste-rast “ji bo min bilikumin”.
Raste-rast “ji bo te bilikumin jî”.
Raste-rast “ruh”.
Dêmek 12 şandî.
Raste-rast “12 lejyonên meleka zêdetir”. Wedê berê, lejyonek Serwêrtiya Romêda komeke eskera bû, nava kîjanîda weke 4 000 heta 6 000 esker hebûn. Ça tê kifşê xebera lejyon Nivîsarên Pîrozda bona hejmareke mezin tê xebitandinê.
Dêmek Sanhedrîn.
Dêmek aksênt, yanê devok.