Li Gora Metta 25:1-46
25 Hingê Padşatiya ezmana wê mîna vê yekê be: Deh qîzên bikir çirên xwe hildan û çûne pêşiya zevê.
2 Ji wana pênc bêfem bûn, lê pênc serwaxt* bûn.
3 Qîzên bêfem çirên xwe hildan, lê rûn xwera hilnedan,
4 lê qîzên serwaxt xêncî çirên xwe, rûn jî derdanada xwera hildan.
5 Çaxê zeva derengî diket, xewa wan hemûya hat û ewana xewra çûn.
6 Nîvê şevê dengek hat: ‘Va ye, zeva tê! Derkevin, herin pêşiya wî’.
7 Hingê hemû qîz rabûn û çirên xwe hazir kirin.
8 Qîzên bêfem yên serwaxtra gotin: ‘Ca hinek rûnê xwe bidine me, çimkî hindik maye çirên me bitemirin’.
9 Qîzên serwaxt caba wan dan: ‘Diqewime rûnê me têra me û we neke, lema herin bal wan yên ku rûn difiroşin, û xwera bikirin’.
10 Gava ewana çûn wekî rûn bikirin, zeva hat. Qîzên ku hazir bûn, tevî wî ketine ciyê dewatê û derî hate dadanê.
11 Paşê, qîzên din jî hatin û gotin: ‘Axayê me, Axayê me, derî li me veke!’
12 Ewî wanra got: ‘Ez rast wera dibêjim, ez we nas nakim’.
13 Lema hişyar bimînin, çimkî hûn ne rojê û ne jî sihetê zanin.
14 Usa jî, Padşatiya ezmana mîna merivekî ye, yê ku pêşiya biçûya welatekî din, gazî xulamên xwe kir, û mal-milkê xwe tesmîlî wan kir.
15 Ewî li gora feresetên xulama telant* dane wan: pênc telant dan yekî, du telant dan yê din û telantek jî da yê sisiya. Paşî vê yekê, ew çû welatekî din.
16 Xulamê ku pênc telant standibûn, derbêra çû û bi van telanta arş-vêrş kir. Bi vî awayî, ewî pênc telantên din jî qazanc kirin.
17 Usa jî xulamê duda, yê ku du telant standibûn, du telantên din jî qazanc kirin.
18 Lê xulamê ku telantek standibû, çû, erd kola û perê* axayê xwe erdêda veşart.
19 Paşî wedekî dirêj, axayê wan xulama vegeriya û destpêkir hesabê xwe tevî wan rast ke.
20 Xulamê ku pênc telant standibûn, hat pênc telantên din jî xwera anîn û got: ‘Axayê min, te pênc telant tesmîlî min kir. Va binihêre, min pênc telantên din jî qazanc kirin’.
21 Axayê wî gotê: ‘Eferim, xulamê qenc û amin! Tu nav tiştên hindikda amin mayî, lema jî ezê gelek tişt tesmîlî te kim. Were tevî axayê xwe şa be’.
22 Paşê xulamê ku du telant standibûn, hat û got: ‘Axayê min, te du telant tesmîlî min kir. Va binihêre, min du telantên din jî qazanc kirin’.
23 Axayê wî wîra got: ‘Eferim, xulamê qenc û amin! Tu nav tiştên hindikda amin mayî, lema jî ezê gelek tişt tesmîlî te kim. Were tevî axayê xwe şa be’.
24 Xilaziyê, xulamê ku telantek standibû hat û got: ‘Axayê min, min zanibû tu merivekî sert î. Li ciyê ku te neçandiye, tu didirûyî û li ciyê ku te nereşandiye, tu berev dikî.
25 Lema ez tirsiyam û min telantê te erdêda veşart. Hanê bira telantê te tera be’.
26 Axayê wî wîra got: ‘Hey xulamê xirab û tembel! Ne te zanibû wekî li ciyê ku min neçandiye, ez didirûm, û li ciyê ku min nereşandiye, berev dikim?
27 Wekî usa ne, te gerekê perê* min bida bazirgana* û gava ez vegeriyama, minê perê xwe bi selefa bistanda.
28 Lema evî telantî ji wî bistînin û bidine xulamê ku deh telantên wî hene.
29 Çimkî bal kê heye, ewê hê zêde bistîne û wê ji destê wî kêm nebe. Lê bal kê tune ye, tiştê ku bal wî heye jî, wê ji wî bê standinê.
30 Vî xulamê bêkêr bavêjin derva, nav teriyê. Wêderê ewê bigirî* û wê çirke-çirka diranên wî be’.
31 Gava Kurê însên rûmeta xweva tevî hemû meleka bê, paşê wê ser textê xweyî rûmetê rûnê.
32 Hemû milet wê ber wî bicivin û ewê meriva ji hevdu veqetîne, çawa ku şivan pêz ji bizina vediqetîne.
33 Ewê pêz bide aliyê milê xweyî rastê û bizina bide aliyê milê xweyî çepê.
34 Hingê Padşa wê yên aliyê xweyî rastêra, bêje: ‘Werên bal min, hûn yên ku ji aliyê Bavê minda hatine keremkirinê. Û Padşatiya ku ji destpêka dinyayêda bona we hatiye hazirkirinê, war bin.
35 Çimkî ez birçî bûm, we xwarin da min. Ez tî bûm, we av da min. Ez xerîb bûm, we ez mala xweda qebûl kirim.
36 Ez tezî bûm, we kinc li min kirin. Ez nexweş bûm, hûn miqatî min dibûn. Ez kelêda bûm, hûn hatin cem min’.
37 Hingê kesên rast wê bêjin: ‘Xudan, kengê me tu birçî dîtî û xwarin da te, yan tu tî dîtî û av da te?
38 Kengê me tu ça xerîb dîtî û me tu mala xweda qebûl kirî, yan tezî dîtî û kinc li te kirin?
39 Kengê me tu nexweş yan kelêda dîtî û hatin cem te?’
40 Hingê Padşa wê wanra bêje: ‘Ez rast wera dibêjim, her tiştê ku we bona yek ji birên minî herî biçûk kiriye, we bona min kiriye’.
41 Hingê ewê yên aliyê xweyî çepêra bêje: ‘Hûn yên ku hatine nifirkirinê, ji min dûr kevin! Bikevin nav agirê her-heyî, kîjan ku bona Mîrê-cina û cinên* wî hatiye hazirkirinê.
42 Çimkî ez birçî bûm, lê we xwarin neda min. Ez tî bûm, lê we av neda min.
43 Ez xerîb bûm, lê we ez mala xweda qebûl nekirim. Ez tezî bûm, lê we kinc li min nekirin. Ez nexweş bûm û kelêda bûm, lê hûn miqatî min nedibûn’.
44 Hingê ewana jî wê wîra usa bêjin: ‘Xudan, kengê me tu birçî, yan tî, yan xerîb, yan tezî, yan nexweş, yan kelêda dîtî û me alîkarî neda te?’
45 Wî çaxî ewê wanra usa bêje: ‘Ez rast wera dibêjim, her tiştê ku we bona yek ji birên minî herî biçûk nekiriye, we bona min jî nekiriye’.
46 Ewana wê ser heta-hetayê qir bin,* lê yên rast wê jîyîna heta-hetayê bistînin”.
Спартьн
^ Yan “bîlan”.
^ Telantekî Yûnanî dikir 20,4 kg.
^ Raste-rast “zîv”.
^ Raste-rast “zîv”.
^ Yan “perê min bida bankê”.
^ Yan “wê qayîm bigirî”.
^ Raste-rast “melekên wî”.
^ Raste-rast “bêne birînê”, dêmek “ji jîyînê” bêne birînê.