Li Gora Metta 16:1-28

  • Nîşaneke ji ezmên tê xwestinê (1-4)

  • Hevîrtirşkê Fêrisî û Sadûqiya (5-12)

  • Kilîtên Padşatiya ezmana (13-20)

    • Civat ser zinarekî hatiye avakirinê (18)

  • Îsa besa mirina xwe dike (21-23)

  • Şagirtên rast (24-28)

16  Megedanêda, Fêrisî û Sadûqî hatin bal Îsa, wekî wî bicêribînin, û jê xwestin ku nîşanekê ji ezmana nîşanî wan ke. 2  Îsa caba wan da: “Gava roj diçe ava, hûn dibêjin, ‘Wê hewa xweş be, çimkî ezman sor e’. 3  Serê sibehê jî hûn dibêjin, ‘Îro wê hewa xirab be û baranê bibare, çimkî ezman sor e, lê ewrayî ye’. Hûn li ezmên dinihêrin û têderdixin hewa wê çawa be, lê mena nîşanên ku niha diqewimin hûn têdernaxin. 4  Nisilekî xirab û neamin hertim nîşanekê dixwaze, lê xêncî nîşana Ûnis pêxember, jêra tu nîşan wê neyê dayînê”. Paşî vê yekê, Îsa ew hîştin û çû. 5  Şagirtên wî derbazî aliyê berêyî din bûn, lê bîr kirin nan xwera hildin. 6  Îsa wanra got: “Haj xwe hebin û xwe ji hevîrtirşkê Fêrisî û Sadûqiya xwey kin”. 7  Ewana nav xweda fikirîn û gotin: “Dibeke me nan xwera hilnedaye, lema ew usa dibêje”. 8  Îsa zanibû ew çi dibêjin û ji wan pirsî: “Kêmbawerno, hûn çima nav hevda xeber didin, ku nanê we tune? 9  Hûn hê fem nakin? Nayê bîra we ku çawa bi pênc nana 5 000 mêr têr bûn, û we çiqas sevet* bermayî tije kirin? 10  Yan nayê bîra we, ku çawa pê heft nana 4 000 mêr têr bûn û we çend sevetên mezin jî tije kirin? 11  Hûn ça fem nakin, wekî min bona nan wera negot? Lê ez dixwazim, wekî hûn xwe ji hevîrtirşkê Fêrisî û Sadûqiya xwey kin”. 12  Hingê wana fem kir, ku Îsa nedixwest bigota wekî xwe ji hevîrtirşkê nan dûr bigirin, lê ewî got ku xwe ji hînkirinên Fêrisî û Sadûqiya dûr bigirin. 13  Gava Îsa gihîşte herêma Qeyserya Fîlîpoyê, ewî ji şagirtên xwe pirsî: “Xelq çi dibêje? Kurê însên kî ye?” 14  Wana caba wî da: “Hinek dibêjin Yûhennayê Nixumdar,* hinekên din dibêjin Êlyas, lê hinekên mayîn jî dibêjin Yêremya yan jî yek ji pêxembera”. 15  Îsa ji wan pirsî: “Lê hûn çi difikirin, ez kî me?” 16  Şimhûn Petrûs caba wî da: “Tu Mesîh î, Kurê Xwedayê sax”. 17  Îsa wîra got: “Tu çiqas bextewar î, Şimhûnê kurê Ûnis, çimkî ev yek ne ku meriva, lê Bavê minî ezmana tera eyan kir. 18  Û ez tera dibêjim: Tu Petrûs î,* û ezê civata xwe ser vî zinarî ava kim, û dergehên Gorê* wê nikaribin lê* bindest kin. 19  Ezê kilîtên Padşatiya ezmana bidime te. Her tiştê ku tu ser rûyê erdê girêdî, ew îda li ezmana wê girêdayî be. Û her tiştê ku tu ser rûyê erdê vekî, ew îda li ezmana wê vekirî be”. 20  Paşê ewî temî da şagirtên xwe, wekî ewana tu kesîra nebêjin ku ew Mesîh e. 21  Ji wî çaxî, Îsa destpêkir şagirtên xwera şiroveke, ku ew gerekê here Orşelîmê û ji destê rûspiya, serokên kahîna û qanûnzana gelek cefa bikişîne, bê kuştinê û roja sisiya ji mirinê bê rakirinê. 22  Hingê Petrûs ew bire alîkî, lê hilat û got: “Hindava xweda qenc be, Xudan! Ev hemû tişt wê neyê serê te”. 23  Lê Îsa pişta xwe da Petrûs û wîra got: “Ji min dûr keve, Şeytan! Tu bona min kevirê likumandinê yî, çimkî tu ne ku mîna Xwedê difikirî, lê mîna meriva”. 24  Paşê Îsa şagirtên xwera got: “Hergê kesek dixwaze pey min bê, ew îda gerekê bona xwe nejî. Ew gerekê stûna xweye cefê hilgire û pey min bê. 25  Çimkî yê ku dixwaze emirê xwe xilaz ke, ewê unda ke. Lê yê ku emirê xwe bona xatirê min unda ke, ewê dîsa bivîne.* 26  Hergê meriv temamiya dinyayê qazanc ke, lê emirê xwe unda ke, kara wî çi ye? Yan jî meriv çi dikare bide, wekî emirê xwe qazanc ke? 27  Çimkî Kurê însên wê rûmeta Bavê xweda tevî melekên xwe bê, û hingê wê her kesîra anegorî kirên wî bidê. 28  Ez rast wera dibêjim, vira nav weda hine meriv hene, yên ku wê nemirin,* heta nevînin ku Kurê însên Padşatiya xweda tê”.

Спартьн

Yan “zembîl”.
Dêmek ewê ku meriya bi avê dinixumîne. Nixumandin edeteke rêlîgî ye, ku meriva pêda dikine bin avê û derdixin.
Navê “Petrûs” ser zimanê Yûnanî tê hesabê, “zinar, yan pareke zinar”.
Yan “Hadês”. Bi sîmbolîk mezelê hemû miriya.
Dêmek civatê.
Yan “wê dîsa bijî”.
Raste-rast “mirinê tem nekin”.