Li Gora Metta 14:1-36
14 Hingê serwêrê* herêmê Hêrodes,* derheqa Îsa bihîst
2 û xulamên xwera got: “Ev kes Yûhennayê Nixumdar e.* Ew ji mirinê hatiye rakirinê û lema jî dikare keremeta* bike”.
3 Pêşiya vê yekê, Hêrodes* rûyê Hêrodiyayêda, dêmek rûyê jina birê xwe Fîlîpoda, Yûhenna girêdabû û avîtibû kelê.
4 Çimkî Yûhenna wîra digot: “Li gora qanûnê tu nikarî Hêrodiyayê bistînî”.
5 Hêrodes dixwest wî bikuje, lê ji cimetê ditirsiya, çimkî wana Yûhenna mîna pêxember qebûl dikir.
6 Lê roja bûyîna Hêrodes, qîza Hêrodiyayê ber mêvana reqisî. Ev yek dilê Hêrodes gelek xweş hat,
7 û ewî sond xwar ku her xwestineke keçikê bîne sêrî.
8 Keçik aliyê diya xweda hatibû şîretkirinê û Hêrodesra usa got: “Serê Yûhennayê Nixumdar ser siniyê bide min”.
9 Padşa xemgîn bû, lê ferman da wekî xwestina wê bînin sêrî, çimkî ber mêvanên ku tevî wî ber sifrê rûniştibûn, sond xwaribû.
10 Lema jî ewî meriv şand û kelêda serê Yûhenna da jêkirinê.
11 Serê wî ser siniyê anîn, dane keçikê. Ewê jî diya xwera bir.
12 Hingê şagirtên Yûhenna hatin, ciniyazê wî birin û çel kirin. Paşê ew çûn bal Îsa û her tişt wîra gilî kirin.
13 Gava Îsa ev yek bihîst, bi qeyîkê çû cîkî usa, kîderê tu kes tune bû, wekî tenê bimîne. Lê xelq ji cûre-cûre bajara derheqa vê yekê pêhesiyan û niga çûn ku bigihîjine wî.
14 Çaxê Îsa ji qeyîkê derket, elaleteke mezin dît, dilê wî ser wan şewitî, û merivên wanî nexweş qenc kirin.
15 Gava bû êvar, şagirtên wî hatine bal wî û gotin: “Vira cîkî xikî-xwelî ye, û îda dereng e. Cimetê bişîne, bira herin gunda û xwera xwarinê bikirin”.
16 Lê Îsa wanra got: “Nelazim e ku ewana herin. Hûn xwarinê bidine wan”.
17 Wana wîra got: “Xêncî pênc nana û du mesiya, bal me tiştek tune”.
18 Îsa got: “Wan nan û mesiya bînin cem min”.
19 Ewî merivara got wekî ser çêrê rûnên. Paşê ewî ev pênc nan û du mesî hildan, li ezman nihêrî û dua kir.* Paşî vê yekê, ewî nan ker kirin* û da şagirtên xwe, wana jî merivara bela kir.
20 Hemûya xwar û têr bûn. Çaxê wana nanên bermayî top kir, 12 sevet* tije bûn.
21 Yên ku xwarin, xêncî jin û zara, weke 5 000 mêr bûn.
22 Paşî vê yekê, derbêra Îsa şagirtên xwera got, wekî ewana bikevine qeyîkê û pêşiya wî herin aliyê berêyî din, lê xwexa wêderê ma, wekî xelqê verêke.
23 Gava Îsa xelq verêkirin, ew tenê hilkişiya ser çiyê, wekî dua bike. Çaxê bû êvar, ew wêderê tenê bû.
24 Lê qeyîk îda bi seda mêtra* ji devê berê dûr ketibû û virda-wêda pêla diket, çimkî ba miqabilî qeyîkê bû.
25 Nêzîkî serê sibehê,* Îsa ser avêra meşiya çû bal şagirtên xwe.
26 Gava wana dît ku Îsa ser avêra dimeşe, tirs kete dilê wan, û gotin: “Ev xeyal e!” Û ji tirsa kirine qîrîn.
27 Lê wê demê Îsa wanra got: “Qewî bin! Ez im, netirsin!”
28 Petrûs wîra got: “Xudan, hergê tu yî, temiyê bide wekî ez ser avêra bême cem te”.
29 Îsa gotê: “Were!” Petrûs ji qeyîkê peya bû, ser avêra çû ku here cem Îsa.
30 Lê gava çevê wî çû ser firtonê, tirs kete dilê wî. Û çaxê ew îda dikete bin avê, kire qîrîn: “Xudan, min xilaz ke!”
31 Îsa derbêra destê xwe dirêjî wî kir, ew girt û jêra got: “Kêmbawero! Tu çira dudilî bûyî?”
32 Gava ewana ketine qeyîkê, firtone sekinî.
33 Hingê ewên ku qeyîkêda bûn, ber wî ketine ser çoka û gotin: “Rastî jî tu Kurê Xwedê yî”.
34 Çaxê ewana derbazî aliyê berêyî din bûn, gihîştine erdê Cênîsartê.
35 Merivên wêderê Îsa nas kirin, derheqa wî elamî hemû herêmên der-dor kirin, û xelqê hemû kesên nexweş anîne bal Îsa.
36 Wana ji wî lava kir ku hema tenê destê xwe bidine rîşiyên kincê wî, û her kesê ku destê xwe didayê, bi temamî qenc dibû.
Спартьн
^ Raste-rast “tetrarx”.
^ Dêmek Hêrodes Antîpas.
^ Dêmek ewê ku meriya bi avê dinixumîne. Nixumandin edeteke rêlîgî ye, ku meriva pêda dikine bin avê û derdixin.
^ Raste-rast “kirên qewî”.
^ Dêmek Hêrodes Antîpas.
^ Yan “şikirî da”.
^ Raste-rast “nan şkênandin”.
^ Yan “zembîl”.
^ Raste-rast “gelek stadiyon”. Stadiyonek weke 185 mêtr bû.
^ Raste-rast “şev nobedariya çarada”. Dêmek, nêzîkî siheta sisiya heta ro hiltê nêzîkî siheta şeşa. Wedê berê, sihet ji şebeqê dihate jimartinê.