Li Gora Markos 13:1-37

  • ROJÊN XILAZIYÊ YÊN VÊ DINYAYÊ (1-37)

    • Şer, erdhej, xelayî (8)

    • Mizgînî wê bê belakirinê (10)

    • Tengasiya mezin (19)

    • Hatina Kurê însên (26)

    • Mesela derheqa dara hêjîrê (28-31)

    • Hişyar bimînin (32-37)

13  Gava Îsa ji paristgehê derdiket, yek ji şagirtên wî jêra got: “Dersdar, hela binihêre ev çi kevir in û çi avayî ne!” 2  Lê Îsa wîra got: “Tu van avayên mezin divînî? Vira kevir wê ser kevir nemîne. Her tişt wê wêran be”. 3  Çaxê Îsa ser Çiyayê Zeytûnê pêşberî paristgehê rûniştî bû, Petrûs, Aqûb, Yûhenna û Endrawis başqe jê pirsîn: 4  “Ka mera bêje, ev tişt wê kengê biqewimin? Çi wê bibe nîşana vê yekê, ku xilaziya van hemû tişta nêzîk e?” 5  Îsa jî destpêkir wanra bêje: “Haj xwe hebin, wekî tu kes we nexapîne. 6  Gelek kes wê bi navê min bên û bêjin, ‘Ew ez im’, û wê geleka bixapînin. 7  Xêncî vê yekê, gava hûn derheqa şerên cûre-cûre ciyada bibihên, netirsin. Ev tişt gerekê biqewimin, lê ev hê xilazî nîne. 8  Miletê himberî milet û padşatî wê himberî padşatiyê rabe. Gelek ciya wê erdhej hebin û usa jî xelayî. Ev tişt destpêka kul-derda ne.* 9  Lê hûn haj xwe hebin. Meriv wê we bivine ber dîwana, û wê kinîştada we bikutin. Rûyê minda wê we ber weliya û padşa bidine sekinandinê, wekî hûn wanra şedetiyê bidin. 10  Xêncî vê yekê, gerekê pêşiyê nav hemû miletada mizgînî bê belakirinê. 11  Û çaxê ewana we bigirin û bidine destê wan, pêşda xem nekin hûnê çi bêjin. Lê wê demê çi wera bê dayînê, wê jî bêjin, çimkî ne ku hûn, lê ruhê pîroz wê xeber de. 12  Xêncî vê yekê, bira wê birê xwe û bav wê zara xwe bide kuştinê, û zar wê himberî dê-bavê xwe rabin û wana bidine kuştinê. 13  Bona navê min hûnê ber çevê hemûya reş bin, lê yê ku heta xilaziyê teyax ke, ewê xilaz be. 14  Lê gava hûn heramiya ku pey xwe wêrankirinê tîne, li ciyê ku gerekê ew wêderê nîbe, sekinî, bivînin (ewê ku dixûne bira fem bike*), hingê bira yên ku Cihûstanêda ne, birevine çiya. 15  Kesê ku ser banî be, bira danekeve û nekeve hundurê mala xwe, ku tiştekî hilde. 16  Û yê ku zeviyêda be, bira paşda venegere, ku potê xwe hilde. 17  Wey li jinên hemle û yên destdergûş wan rojada! 18  Timê dua bikin, wekî ew yek zivistanêda neqewime. 19  Çimkî ew roj wê bibine rojên tengasiyê. Ji destpêka ku Xwedê dinya efirand, heta niha tiştekî usa nebûye û wê ne jî bibe. 20  Hergê Yehowa wan roja kin neke, tu meriv wê xilaz nebe. Lê bona xatirê wan bijartiyên ku ewî bijartiye, ewê wan roja kin ke. 21  Hingê, hergê kesek wera bêje: ‘Binihêre, Mesîh vira ye!’, yan jî ‘Binihêre, ew wêderê ye!’, bawer nekin. 22  Çimkî Mesîhên qelp û pêxemberên qelp wê derkevin, û wê nîşan û keremeta bikin, wekî hergê bê standinê, yên bijartî jî bixalifînin. 23  Lema jî haj xwe hebin. Min hemû tişt wera pêşda got. 24  Wan rojada, paşî wê tengasiyê, tev wê terî be û hîv wê ronaya xwe nede. 25  Steyrk wê ji ezmên bikevin, û qewatên ezmana wê bêne hejandinê. 26  Û hingê meriv wê Kurê însên bivînin, yê ku ewrên ezmanada bi qewat û rûmeta mezin tê. 27  Ewê melekên xwe bişîne û ji her çar aliyên dinyayê,* ji serê erdê heta serê ezmên, bijartiyên xwe top ke. 28  Ji dara hêjîrê xwera evê dersê hîn bin: Çaxê çiqilên wê mezin dibin û belgên wê şîn dibin, hûn fem dikin ku havîn îda nêzîk bûye. 29  Bi vî cûreyî jî, gava hûn bivînin ku ev tişt diqewimin, bizanibin ku ew* nêzîk e, ber dêrî ye. 30  Ez rast wera dibêjim, pêşiya ku ev nisil derbaz be, ev hemû tişt wê bêne sêrî. 31  Erd û ezman wê betavebin, lê xeberên min wê her û her bimînin. 32  Lê tu kes nizane ku ew roj yan sihet wê kengê be, ne melekên ezmana, ne jî Kur, lê tenê Bav zane. 33  Haj xwe hebin, hişyar bimînin, çimkî hûn nizanin ku wextê kifşkirî kengê ye. 34  Ev yek mîna merivekî ye, yê ku diçe welatekî din, lê mala xwe tesmîlî xulamên xwe dike. Ew wan her yekîra şixul dide û temiyê dide dergehvan ku hişyar bimîne. 35  Lema hişyar bimînin, çimkî hûn nizanin ku xweyê malê wê kengê bê, êvarê, nîvê şevê, berbangê* yan serê sibehê. 36  Nebe ku ew nişkêva bê û we xewêda bivîne. 37  Lê çi ku ez wera dibêjim, hemûyara dibêjim: Hişyar bimînin”.

Спартьн

Raste-rast “sancûyê kulfeta hemle ye”.
Dêmek pêxembertiya Daniyêl.
Raste-rast “ji çar ba”.
Dêmek Kurê însên.
Raste-rast “çaxê dîk bang dide”.