Karên Şandiya 16:1-40

  • Pawlos Tîmotêyo xwera dibe (1-5)

  • Dîtinoka derheqa merivê Makedonî (6-10)

  • Fîlîpyayêda Lîdya dibe bawermend (11-15)

  • Pawlos û Sîlas dikine kelê (16-24)

  • Nobedar û neferên wî têne nixumandinê (25-34)

  • Pawlos dewa dike ku bi fermî ji wî baxşandinê bixwazin (35-40)

16  Pawlos hate Dêrbeyê û paşê çû Lîstrayê jî. Wêderê şagirtekî bi navê Tîmotêyo hebû. Diya wî kulfeteke Cihûye bawermend bû, lê bavê wî Yûnan bû. 2  Birên ji Lîstrayê û Konyayê derheqa Tîmotêyo baş xeber didan. 3  Pawlos xwest wî tevî xwe bive, û ji bo Cihûyên wan dera, ewî ew da sinetkirinê, çimkî hemûya zanibû ku bavê wî Yûnan bû. 4  Gava ewana bajarara derbaz dibûn, wana safîkirinên şandiya û rûspiyên Orşelîmê digîhandine bira, wekî xwe li van safîkirina bigirin. 5  Bi vî awayî civat baweriyêda qewî dibûn, û her roj hejmara wan zêde dibû. 6  Ewana Firîgyayêra û herêma Galatyayêra derbaz dibûn, çimkî ruhê pîroz îzin neda wan, wekî ewana Asyayêda derheqa xebera Xwedê xeber din. 7  Paşê, gava ewana hatine Mîsyayê, xîret kirin ku bikevine Bîtênyayê, lê Îsa bi saya ruh îzin neda wan. 8  Hingê ewana ber Mîsyayêra derbaz bûn û hatine Troyayê. 9  Şev Pawlos dîtinokek dît: Merivekî Makedonî ber wî sekinî û ji wî lava kir: “Derbazî Makedonyayê be û alî me bike”. 10  Pey wê dîtinokêra me derbêra safî kir herine Makedonyayê. Me fem kir ku Xwedê gazî me dike, wekî em mizgîniyê elamî wan kin. 11  Lema jî em ji Troyayê pê gemiyê derketin û raste-rast çûne Samotraxê, û roja din jî çûne Nêyapolîsê. 12  Û ji wêderê em çûne Fîlîpyayê, koloniyeke Romayî, ya ku bajarê sereke ya Makedonyayê ye. Em çend roja vî bajarîda man. 13  Roja Şemiyê,* em ji bajêr derketin û çûne ber çemekî, çimkî em difikirîn ku wêderê ciyê duakirinê heye. Em wêderê rûniştin, û me destpêkir wan kulfetara xeber din, yên ku wêderê top bibûn. 14  Kulfeteke xwedêxof jî navê kîjanê Lîdya bû, guh dida. Ew ji bajarê Tiyatîrayê bû û ewê kincên şîrk difirotin. Yehowa dilê wê vekir, wekî ew rind guh bide giliyên Pawlos. 15  Gava ew û temamiya malbeta wê hatine nixumandinê, ewê ji me reca kir: “Hergê hûn min hesab dikin ça meriveke Yehowara amin, werên mala minda bimînin”. Û ewê zorê me kir û em birine mala xwe. 16  Rojekê, gava em diçûne ciyê duakirinê, carîk rastî me hat, nav kîjanêda cin hebû, û ewê bi saya wî koçektî dikir. Ewê bi koçektiyê axayê xwera gelek pere qazanc dikir. 17  Ewê keçikê berdewam dikir pey me û Pawlos bê, û bi qîrîn digot: “Ev meriv xulamên Xwedayê Herî Jorin in! Ewana wera derheqa riya ku dibe berbi xilazbûnê, elam dikin!” 18  Ewê gelek roja ev yek dikir, û Pawlos îda eciz bû. Lema ew zivirî û cinra* got: “Ez bi navê Îsa Mesîh fermanê didime te, ji wê derkeve!” Û hema vê demê cin ji keçikê derket. 19  Gava axayên wê dîtin ku ewana îda nikarin pera qazanc kin, Pawlos û Sîlas girtin û kişandine meydana bajêr bal serwêra. 20  Wana ew anîn ber mezinên bajêr û gotin: “Ev meriv edilaya bajarê me xirab dikin. Ewana Cihû ne, 21  û edetên usa hîn dikin, wekî bona me Romaya nabe ku em qebûl kin û bînin sêrî”. 22  Elalet miqabilî wan rabû, û mezinên bajêr kincên wan qelaştin, û ferman dan ku wana bidine ber şiva. 23  Pey gelek lêdanêra, wana ew avîtine kelê û ferman dane nobedarê kelê, ku ew rind dîna xwe bide wan, wekî nerevin. 24  Ji bo vê yekê ku nobedar fermaneke usa stand, ewî ewana kirine kela hindur û nigên wan kirine qeyda. 25  Nêzîkî nîvê şevê Pawlos û Sîlas dua dikirin û bi kilama pesinê Xwedê didan. Girtiya jî guh didane wan. 26  Nişkêva erd usa qayîm hejiya ku temamiya kelê hejiya. Derbêra hemû derî vebûn, û zincîrên hemûya ketin. 27  Gava nobedar hişyar bû û dît ku derên kelê vekirî ne, şûrê xwe hilda û xwest xwe bikuje, çimkî ewî tirê girtî reviyane. 28  Lê Pawlos bi dengekî bilind got: “Ziyanê nede xwe, em gişk vira ne!” 29  Nobedar çira xwest û reviya hindur, ew ji tirsa lerizî û xwe avîte ber Pawlos û Sîlas. 30  Ewî ewana derxistine derva û wanra got: “Ezxulam, ez çi gerekê bikim, ku xilaz bim?” 31  Wana got: “Baweriya xwe Xudan Îsa bîne, û tuyê temamiya malbeta xweva xilaz bî”. 32  Paşê wana tevî wî û tevî hemû kesên ku mala wîda bûn, derheqa xebera Yehowa xeber dan. 33  Hema wê şevê nobedar ewana birin û birînên wan şûştin. Peyra ew û temamiya malbeta wî derbêra hatine nixumandinê. 34  Nobedar ew anîn mala xwe û ber wan sifire vekir. Ew malbeta xweva gelek şa bû, wekî ewî baweriya xwe Xwedê anî. 35  Gava bû roj, mezinên bajêr nobedar şandin û gotin: “Wan meriva berdin”. 36  Nobedar giliyê wan gîhande Pawlos: “Mezinên bajêr meriv şandin ku we herda berdin. Derkevin û bi silametî herin”. 37  Lê Pawlos wanra got: “Em bajarvanên Romê ne, lê dîsa jî wana bê dîwan ber elaletê em kutan û avîtine kelê. Û niha ewana dixwazin me dizîkava berdin? Na, usa nabe! Bira ewana xwexa bên û me berdin”. 38  Nobedara ev gilî mezinên bajêrra gotin. Gava wana bihîst ku Pawlos û Sîlas bajarvanên Romê ne, gelek tirsiyan. 39  Lema ewana hatin ji wan baxşandin xwestin, ewana ji kelê derxistin û ji wan reca kirin ku ji bajêr herin. 40  Lê çaxê ewana ji kelê derketin, çûne mala Lîdyayê. Wêderê wana bira dîtin, qewî kirin û paşê ji bajêr derketin.

Спартьн

Ev roj bona Cihûya roja rihetiyê bû.
Raste-rast “ruhra”.