Li Gora Markos 16:1-8
-
Îsa ji mirinê tê rakirinê (1-8)
16 Pey Şemiyêra,* Meryema Megdelanî, Meryema diya Aqûb, û Selomayê biharet* kirîn, wekî herin û li cinyazê Îsa xin.
2 Roja pêşin ya heftiyê, serê sibehê zû, gava ro derket, ew çûne ber tirbê,
3 û hevra digotin: “Kî wê bona me kevirê ber derê tirbê gilor ke?”
4 Lê gava nihêrîn, dîtin ev kevirê ku gelek mezin bû, ji ciyê xwe hatiye gilorkirin.
5 Gava ewana ketine tirbê, wana xortekî bi çuxê sipî xwekirî dît, yê ku aliyê rastê rûniştî bû, û ewana gelek zendegirtî man.
6 Ewî wanra got: “Zendegirtî nemînin. Hûn Îsayê Nisretî, yê ku ser stûnê hate dardakirinê, digerin. Ew ji mirinê hatiye rakirinê. Ew vira nîne. Va ye, ciyê ku cinyazê wî lê bû.
7 De niha herin şagirtên wîra û Petrûsra bêjin: ‘Ew pêşiya we diçe Celîlê. Hûnê wî wêderê bivînin, çawa ku ewî wera gotibû’”.
8 Ewana jî ji tirbê derketin revîn, çimkî zendegirtî man û tirsa dilerizîn. Wana tu kesîra tiştek negot, çimkî tirs ketibû dilê wan.*
Спартьн
^ Dêmek roja Şemiyê. Ev roj bona Cihûya roja rihetiyê bû.
^ Dêmek gîhayên bînxweş.
^ Li gora destnivîsarên herî kevine bi îtbar, kitêba Markos bi giliyên ji rêza 8 xilaz dibe.