Romayara 7:1-25
7 Birano, hûn nizanin wekî Qanûn ser meriv hukum dike, heta ew sax e? (Ez wanra xeber didim, yên ku qanûnê zanin)
2 Mesele, heta ku mêrê kulfeta mêrkirî sax e, ev kulfet pê qanûnê wîva girêdayî ye. Lê hergê mêrê wê bimire, ew hingê ji qanûna wî aza dibe.
3 Hergê mêrê wê hê sax e û ew bibe jina mêrekî din, ew qaviyê dike. Lê hergê mêrê wê bimire, ew ji vê qanûnê aza dibe, û hergê ew bibe jina mêrekî din, ew qaviyê nake.
4 Bi vî cûreyî, birano, bedena Mesîh hûn ji Qanûna Mûsa aza kirine, seva ku hûn bibine para wî kesî, ku ji mirinê hate rakirinê, wekî hûn berên baş Xwedêra bînin.
5 Gava me li gora xwestinên bedenê dijît, Qanûnê eşkere kir, wekî xwestinên gunekar bona bedena me bûne meniya gune. Û ev gune me berbi mirinê dibe.
6 Lê em bona Qanûnê mirin, lema jî em niha ji Qanûnê aza ne. Niha em Xwedêra bi cûrê teze xizmet dikin, dêmek bi ruh, ne ku bi cûrê kevin, çawa ku Qanûnêda nivîsar bû.
7 Îja em çi bêjin? Gelo Qanûn gune ye? Hemikî na! Qanûnê nîbûya, minê fem nekira ku gune bi rastî çi ye. Mesele, hergê Qanûnêda usa nehata gotinê: “Havijiya xwe tiştên xelqê neyne!”,* minê nizanibûya wekî dilhavijî nerast e.
8 Lê gune bi vê temiyê nava minda her cûre dilhavijî pêşda anî. Lê bêyî vê Qanûnê, gune mirî bû.
9 Bi rastî jî, gava Qanûn hê tune bû, ez sax bûm, lê gava Qanûn derket, gune sax bû û ez mirim.
10 Û min dît wekî temiya ku gerekê ez berbi jîyînê bivirama, ez berbi mirinê birim.
11 Gune bi vê temiyê ez xapandim û ez kuştim.
12 Dîsa jî Qanûn pîroz e û temî jî pîroz e, rast û qenc e.
13 Wekî usa ne, tiştekî qenc ez kuştim? Hemikî na! Gune bû sebebê mirina min. Qanûn qenc e, lê ew eyan dike ku gune bû sebebê mirina min. Bi vî cûreyî, temiyê da kifşê, wekî gune bi rastî çiqas xirab e.
14 Em zanin ku Qanûn ji Xwedê ye,* lê ez bende me* û ça dîl gunera hatime firotanê.
15 Çimkî ez fem nakim çi dikim. Ne ku wî tiştî dikim, çi ku dixwazim, lê wî tiştî dikim, çi ku ber çevê min reş e.
16 Ez qebûl dikim ku Qanûn qenc e, lê dîsa jî tiştên ku ez naxwazim bikim, ez dikim.
17 Wekî usa ne, ne ku ez van tişta dikim, lê gunê ku nav minda ye, dike.
18 Ez zanim ku nav minda, dêmek bedena mine gunekarda, tiştekî qenc tune. Ez dixwazim tiştên qenc bikim, lê nikarim bikim.
19 Tiştên qenc yên ku ez dixwazim bikim, ez nakim, lê tiştên xirab, yên ku ez naxwazim bikim, ez dikim.
20 Hergê ez wan tişta dikim çi ku naxwazim bikin, wî çaxî ne ku ez dikim, lê gunê ku nav minda ye, dike.
21 Ez dereca xweda vê qanûnê divînim: Gava ez dixwazim tiştê rast bikim, ji min xirabî dertê.
22 Bi rastî ez kûraya dilê xweda qanûna Xwedê hez dikim.
23 Lê bedena xweda ez qanûneke din divînim, kîjan ku tevî qanûna hişê min şer dike. Ev yek min dike dîlê qanûna gune, ya ku bedena minda ye.
24 Ez merivekî hêsîr-belengaz im! Kî wê min ji bedena ku min berbi mirinê dibe, xilaz ke?
25 Şikir Xwedêra, çimkî ew min bi Xudanê me Îsa Mesîh xilaz dike! Belê, bi hişê xwe ez xulamê qanûna Xwedê me, lê bi bedena xwe ez xulamê qanûna gune me.
Спартьн
^ Yan “Çevê xwe nede ser tiştên xelqê”.
^ Raste-rast “Qanûn ruhanî ye”.
^ Raste-rast “xûn û goşt im”.