Romayara 2:1-29

  • Dîwana Xwedê hindava Cihûya û Yûnana (1-16)

  • Cihû û Qanûn (17-24)

  • Sinetkirina dil (25-29)

2  Lema firqî tune tu kî yî, tu nikarî xwe heq derxî hergê kesên din sûcdar dikî, çimkî tu bona çi jî meriva sûcdar dikî, tu xwexa jî wan tişta dikî. Gava tu kesên din sûcdar dikî, tu xwexa xwe sûcdar dikî. 2  Lê em zanin gava Xwedê dîwana wan meriva dike, yên ku tiştên usa dikin, dîwana wî rast e. 3  Lê çaxê tu meriva sûcdar dikî bona wan tişta çi ku tu xwexa jî dikî, te tirê tê ji dîwana Xwedê birevî? 4  Yan tu bêhurmet dikî qenciya wîye mezin, rem û sebira wî, ku ew hindava teda dide kifşê? Tu fem nakî ku Xwedê dixwaze bi qenciya xwe alî te bike, wekî tu tobe kî? 5  Lê ji bo wê yekê ku tu serhişk î û naxwazî tobe kî, tu hêrsa Xwedê ser xweda tînî, ya ku Xwedê wê roja xezebê birêjîne, gava dîwana heq bike. 6  Ewê heqê her kesî li gora kirên wan bide wan. 7  Xwedê wê jîyîna her-heyî bide kesên ku rûmet, hurmet û jîyîna heta-hetayê digerin, çimkî ewana berdewam dikin qenciyê bikin. 8  Lê Xwedê wê xezeb û hêrsa xwe ser wanda birêjîne, yên ku şer-dewa hez dikin, guh nadine rastiyê, lê pey neheqiyê diçin. 9  Her merivê ku xirabiyê dike wê tengasiyê û cefê bikişîne, firqî tune ew Cihû be yan Yûnan be. 10  Lê her merivê ku qenciyê dike, wê rûmet, hurmet û edilayê bistîne, pêşiyê Cihû û paşê jî Yûnan. 11  Çimkî Xwedê firqiyê nake nava meriva. 12  Her kesê ku bin Qanûnêda nîbûn û gune kirine, wê bê Qanûn jî bimirin. Lê her kesê ku bin Qanûnêda nin û gune kirine, ewê li gora Qanûnê bêne dîwankirinê. 13  Ne ku kesê ku Qanûnê zane ber çevê Xwedê rast e, lê kesê ku li gora Qanûnê dijî. 14  Lê gava miletên din, ku Qanûnê nizanin wan tişta dikin çi ku Qanûn dibêje, usa ewana nîşan dikin wekî Qanûn nav wanda ye. 15  Ewana didine kifşê, wekî tiştên ku Qanûn hîn dike dilê wanda nivîsar in, û îsafa wan jî şedetiya vê yekê dide. Ewana bi fikirên xwe yan xwe sûcdar dikin, yan jî xwe heq derdixin. 16  Anegorî wê mizgîniya ku ez bela dikim, wê ew hemû tişt wê rojê biqewime, gava Xwedê bi saya Mesîh Îsa dîwana meriva bike, bona kirên wan û fikirên wane veşartî. 17  Tu xwe Cihû hesab dikî, baweriya xwe qanûnê tînî, û Xwedêra firnaq dibî. 18  Tu qirara Xwedê zanî û tiştên rast qebûl dikî, çimkî tu li gora Qanûnê hatî hînkirinê. 19  Tu xweda bawer î, wekî tu bona kora rêber î, bona wan yên ku teriyêda nin, ronayî yî, 20  şîretkarê nezana yî, dersdarê zara yî û hîmê zanebûnê û rastiya Qanûnê zanî. 21  Tu, yê ku kesên din hîn dikî, çira xwe hîn nakî? Tu dibêjî “Nedize”, lê xwexa didizî. 22  Tu dibêjî “Qaviyê neke”, lê tu xwexa qaviyê dikî. Tu dibêjî wekî pûta nefret dikî, lê tu paristgeha talan dikî. 23  Tu, yê ku firnaq dibî wekî qanûna Xwedê zanî, çira Qanûnê pêpes dikî û bi vê yekê Xwedê bêhurmet dikî? 24  Çawa ku Nivîsarên Pîrozda hatiye nivîsarê: “Rûyê weda nav miletên dinda navê Xwedê tê bêhurmetkirinê”. 25  Hergê tu xwe li Qanûnê digirî, hingê kara sinetê heye. Lê hergê tu xwe li Qanûnê nagirî, hingê sineta te dibe bêsinetî. 26  Hergê merivekî nesinetkirî xwe li temiyên Qanûnêye rast digire, ewê ber çevê Xwedê sinetkirî bê hesabê, usa nîne? 27  Te hînkirina derheqa sinetê û Qanûnê standiye, lê tu li gora Qanûnê najîyî. Ji bo vê yekê kesê nesinetkirî, yê ku li gora Qanûnê dijî, wê te sûcdar ke. 28  Çimkî Cihûyê rast ne tenê rûva Cihû ye, û sinet jî ne tenê ser bedenê tê kirinê. 29  Lê Cihûyê rast dilê xweda Cihû ye, û sineta wî jî bi ruhê pîroz ser dilê wî hatiye kirinê, ne ku bi Qanûna nivîsar. Kesê usa ne ku ji meriva, lê ji Xwedê pesina distîne.

Спартьн