Romayara 13:1-14
13 Her merivek bira gura wan hukumetiyada be, yên ku ser wîra nin, çimkî her hukumetî ji Xwedê ye. Kesên ku niha hukum dikin, wî ciyî digirin, kîjan ku Xwedê îzin daye wan.
2 Lema jî kî miqabilî hukumetiyê radibe, ew miqabilî terbetiya ji Xwedê radibe. Ewê ku miqabilî vê terbetiyê radibe, wê bê dîwankirinê.
3 Ne ku yên qenciyê dikin ji serwêra ditirsin, lê yên ku xirabiyê dikin. Nelazim e tu ji serwêra bitirsî. Hergê tu qenciyê bikî, ewana wê pesinê te bidin.
4 Çimkî ewana xulamên Xwedê ne bona kara te. Lê hergê tu xirabiyê dikî, bitirse, çimkî şûr badîhewa destê wanda nîne. Ewana xulamên Xwedê ne û wan meriva ceza dikin, yên ku xirabiyê dikin.
5 Lema jî meniya teye baş heye, ku gura wan bikî, wekî ne tenê ji hêrsa wan birevî, lê usa jî îsafa te rihet be.
6 Lema tu xerca jî didî, çimkî serwêr xulamên Xwedê ne, yên ku timê bona kara meriva qulix dikin.
7 Kêra çi dikeve, bidinê: kêra xerc, xerc bidinê, kêra qedir, qedirê wî bigirin, kêra hurmet, hurmetê bidinê.
8 Tu tiştîda nebine deyndarê tu kesî, xêncî hevduhezkirinêda. Kesê ku meriva hez dike, qanûn aniye sêrî.
9 Çimkî qanûn dibêje: “Qaviyê neke, nekuje, nedize, havijiya xwe tiştên xelqê neyne”, û her qanûnên din jî ku hene, dikevine nava vê gotinê: “Meriva hez bike çawa tu xwe hez dikî”.
10 Hezkirin merivara xirabiyê nake; lema jî hezkirin Qanûnê tîne sêrî.
11 Vê yekê bikin, çimkî hûn zanin ku wext îda hatiye, wekî hûn ji xewê hişyar bin. Niha xilazbûn diha nêzîkî me ye, ne ku hingê gava em bûne bawermend.
12 Şev derbaz dibe û roj nêzîk bûye. Awa were em kirên terîstaniyê ji xwe dûr xin, û çekên ronayê li xwe kin.
13 Bira rabûn-rûniştina me layîq be, çawa bin ronaya rojêda. Bira em xwe ji van tişta dûr bigirin: Ji kêfkirina bêsînor û necayîz, serxweşiyê, bênamûsiyê, rabûn-rûniştina necayîz, şer-dewa û hevsûdiyê.
14 Lê çev bidine mesela Xudan Îsa Mesîh, û nefikirin ku çawa xwestinên bedena gunekar razî kin.