Romayara 11:1-36
11 Îja ez dipirsim: Gelo Xwedê terka cimeta xwe da? Hemikî na! Ez xwexa jî Îsraêlî me, ji zureta Birahîm û bereka Binyamîn im.
2 Xwedê terka cimeta xwe neda, yê ku ewî ji destpêkê bijartibû. Gelo hûn nizanin ku Nivîsarên Pîroz derheqa Êlyas çi dibêjin, û ewî çawa Xwedêra gazinê Îsraêliya dikir?
3 Ewî got: “Yehowa, wana pêxemberên te kuştin û qurbangehên te hilşandin. Tenê ez mame, û niha ewana dixwazin min jî bikujin”.
4 Lê Xwedê ça caba wî da? “Ji cimeta min hê 7 000 meriv hene, yên ku serê xwe ber Bael danenîne”.*
5 Niha jî hema usa ye. Komeke biçûk heye, ya ku Xwedê bi qenciya xweye mezin bijartiye.
6 Hergê Xwedê ewana bi qenciya xweye mezin bijartine, wekî usa ne ev yek ji bo kirên wan nîne, yan na qenciya wîye mezin wê îda nehata hesabê qenciya mezin.
7 Îja em çi dikarin bêjin? Tiştê ku Îsraêlî hizret bûn, nestandin, lê tenê wana stand, yên ku Xwedê ewana bijartibûn. Yên mayîn nedixwestin guh bidin.
8 Çawa ku Nivîsarên Pîrozda tê gotinê: “Xwedê ewana kirine xeweke kûr, wekî çevên wan nevînin û guhên wan nebihên, û ev yek heta roja îro usa ye”.
9 Usa jî Dawid dibêje: “Bira sifra wan, wanra bibe telik û kevirê likumandinê, seva ku ewana bikevin û bêne cezakirinê.
10 Bira çevên wan terî be, wekî nevînin, û bira pişta wan bin barekî giranda xar be”.
11 Îja pirsa min ev e: Gelo Cihû likumîn û ketin, wekî îda ranebin? Hemikî na! Lê bi gavê wane şaş, rê vebû ku merivên ji miletên din bikaribin xilaz bin, û ev bû sebebê hevsûdiya Cihûya.
12 Awa hergê ji bo gava wane şaş kerem kete dinyayê, û bi kêmbûna hejmara wan merivên ji miletên din hê zêde kerema distînin, îja çaxê hejmara Cihûya û miletên din temam be, ewana wê çiqas zêde kerema bistînin!
13 Niha ez wera, yên ku ji miletên din in, dibêjim: Ez ça şandî bona miletên din, xizmetiya xwe qîmet dikim.
14 Usa jî ez guman im, ku ezê bikaribim bi tiştên ku we standine, nav miletê xweda hevsûdiyê pêşda bînim, wekî ji wan hineka xilaz kim.
15 Xwedê terka wan da, û bi vî cûreyî rê bona hemû merivên dinyayê vebû, wekî tevî Xwedê li hev bên. Hergê Xwedê wana niha qebûl ke, ne ew wê mîna vê yekê be ku ewana ji mirinê vedigerin jîyînê?
16 Hergê pareke hevîr, ya ku ça berê pêşin hatiye hildanê, pîroz e, temamiya hevîr jî pîroz e. Û hergê koka darê pîroz e, çiqil jî pîroz in.
17 Lê hergê çend çiqil ji darê hatine şkênandinê, hingê tu, yê ku çiqilê dara zeytûnêye beyanî bûyî, dewsa wan hatî pêvakirinê,* û tevî wan tu ji koka dara zeytûnê karê distînî.
18 Lê nefikire ku tu ji çiqilên din çêtir î. Hergê tu difikirî ku ji wan çêtir î, bîr neke wekî ne ku tu kokê digirî, lê kok te digire.
19 Hingê tuyê bêjî: “Çiqilên din hatine şkênandinê, wekî ez darêva bême pêvakirinê”.
20 Erê, rast e! Ewana şkestin, çimkî baweriya wan tune bû, lê tu bi saya baweriya xwe qewî sekinî yî. Lema qure nebe, lê haj xwe hebe.
21 Çimkî hergê heyfa Xwedê çiqilên esilî nehat, heyfa wî wê te jî neyê.
22 Dîna xwe bidine qencî û sertbûna Xwedê. Ew hindava kesên ku ketine, sert e, çimkî baweriya wan tune bû. Lê hergê tu qenciya wîda bimînî, Xwedê wê hindava teda qenc be. Yan na, tuyê jî ji darê bêyî birînê.
23 Hergê Cihû nava nebaweriyêda nemînin, wê bêne pêvakirinê, çimkî Xwedê dîsa dikare wan pêva ke.
24 Tu ji dara zeytûnêye beyanî hatî birînê, û miqabilî tebiyeta xwe dara zeytûnêye baxçeva hatî pêvakirinê. Îja wê çiqas hêsa be, ku çiqilên esilî dara xweye zeytûnêva bêne pêvakirinê!
25 Birano, ez dixwazim ku hûn haj ji vê sura pîroz hebin, wekî hûn çevê xweda xwe dewsa bîlana daneynin: Heta ku hejmara merivên ji miletên din, yên ku hatine bijartinê, temam nebe, hine Îsraêlî wê serhişk bimînin.
26 Bi vî cûreyî temamiya Îsraêlê wê xilaz be. Çawa ku Nivîsarên Pîrozda tê gotinê: “Ji Siyonê Xilazkarek wê derkeve, û ewê xirabiyê ji zureta Aqûb dûr xe.
27 Û ev e peymana mine tevî wan, gava ez gunên wan bibaxşînim”.
28 Belê, ewana bûne dijminên mizgîniyê, û ev yek bona kara we ye. Lê Xwedê ewana bijartine, û wana hez dike bona xatirê kal-bavên wan.
29 Xwedê wê poşman nebe bona pêşkêşên ku ew dide û bona kesên ku ew dijbêre.
30 Wextekê we guhdariya Xwedê nedikir, lê niha ji bo neguhdariya Cihûya, Xwedê rema xwe we anî.
31 Niha ewana neguhdar in, û Xwedê rema xwe we tîne. Lê ew dikare rema xwe wan jî bîne, çawa ku li we anî.
32 Xwedê ew hemû kirine girtiyên neguhdariyê, wekî ew bikaribe rema xwe wan hemûya bîne.
33 Çiqasî kûr in dewlemendtî, serwaxtî û zanebûna Xwedê! Gelo kî dikare qirarên wî fem bike, û kî dikare riyên wî bizanibe?
34 “Gelo kî fikirên Yehowa zane, û kî dikare şîretê bide wî?”
35 Yan “Kî pêşiyê tiştek daye Xwedê, ku Xwedê gerekê li wî vegerîne?”
36 Çimkî her tişt ji Xwedê ye, bi wî ye û bona wî ye. Ew her û her hêjayî rûmetê ye. Amîn.