Li Gora Lûqa 20:1-47

  • “Tu bi çi hukumî van tişta dikî?” (1-8)

  • Mesela rezvanên mêrkuj (9-19)

  • Xwedê û Qeyser (20-26)

  • Pirsa derheqa rabûna miriya (27-40)

  • Gelo Mesîh kurê Dawid e? (41-44)

  • “Xwe ji qanûnzana dûr bigirin” (45-47)

20  Rojekê, gava Îsa paristgehêda meriv hîn dikirin û mizgînî bela dikir, serokên kahîna û qanûnzan tevî rûspiya hatin 2  û wîra gotin: “Tu bi çi hukumî van tişta dikî? Kî ev hukum daye te?” 3  Ewî caba wan da: “Ezê jî pirsekê bidime we û hûn caba min bidin: 4  Gava Yûhenna meriv dinixumandin,* ewî ev hukum ji Xwedê* standibû yan ji meriva?” 5  Hingê ewana nav hevda şêwirîn û gotin: “Hergê em bêjin ‘Ji Xwedê’, ewê bêje, ‘Lê we çira ew bawer nekir?’ 6  Lê hergê em bêjin ‘Ji meriva’, temamiya cimetê wê me bide ber kevira, çimkî ewana bawer dikin ku Yûhenna pêxember bû”. 7  Lema wana cab da, ku nizanin ji ku standiye. 8  Îsa jî wanra got: “Ez jî wera nabêjim ku ez bi çi hukumî van tişta dikim”. 9  Paşê Îsa destpêkir vê meselê xelqêra gilî ke: “Merivekî rezê tiriya çand, ev rez kirê da rezvana û ser wextekî dirêj çû welatekî din. 10  Gava wedê çinîna tiriya hat, ewî xulamek şande bal rezvana, wekî ji vî rezî para xwe bistîne. Lê rezvana ew kutan û destvala şandin. 11  Ewî dîsa xulamekî din şand. Wana ew jî kuta, bêhurmet kirin û destvala şandin. 12  Ewî xulamê sisiya jî şand, wana ew jî birîndar kir û avîtine derva. 13  Hingê xweyê rez got: ‘Ez çi bikim? Ezê kurê xweyî delal bişînim, ewana wê qedirê wî bigirin’. 14  Gava rezvana ew dît, li hev şêwirîn û gotin: ‘Ev warê wî ye. Werên em wî bikujin, wekî mîrata wî mera bimîne’. 15  Hingê wana ew ji rez avîtine derva û kuştin. Îja xweyê rez wê çi serê wan bike? 16  Ewê bê û van rezvana bikuje û rez bide yên din”. Gava wana ev yek bihîst, gotin: “Xwedê neke!” 17  Lê Îsa li wan nihêrî û got: “Lê hergê usa ne, ew nivîsar çi tê hesabê: ‘Kevirê ku avakara înkar kir, bûye kevirê sereke’?* 18  Her kesê ku bikeve ser wî kevirî, ewê hûr-hûrî be. Û ew kevir bikeve ser kê, wê wî bihincirîne”. 19  Qanûnzan û serokên kahîna dixwestin hema wê demê wî bigirin, çimkî wana fem kir, ku ewî bi vê meselê derheqa wan got. Lê ji cimetê ditirsiyan. 20  Çevên wan ser Îsa bû, û paşê wana dizîkava pere dane meriva û şandin bal wî, ku xwe dewsa merivên rast daynin, wekî Îsa ser giliya bigirin, û wî bidine destê dewletê û welî. 21  Ewan meriva ji wî pirsîn: “Dersdar, em zanin ku tu rast xeber didî û hîn dikî, û nav merivada firqiyê danaynî. Û tu riya Xwedê li gora rastiyê hîn dikî. 22  Tu ça difikirî, rast e ku em xerc bidine Qeyser, yan na?” 23  Lê Îsa fêlbaziya wan zanibû û wanra got: 24  “Ka dînarekî nîşanî min kin. Ev sifet û nivîsar yên kê ne ser?” Wana got: “Yên Qeyser in”. 25  Ewî wanra got: “De wekî usa ne, tiştên Qeyser bidine Qeyser, lê tiştên Xwedê bidine Xwedê”. 26  Wana nikaribû ber cimetê Îsa ser giliya bigirin, lê ser caba wî ecêbmayî man û dengê xwe nekirin. 27  Lê hinek ji Sadûqiyên ku dibêjin, wekî rabûna miriya tune, hatine bal Îsa û ji wî pirsîn: 28  “Dersdar, Mûsa mera nivîsiye, ‘Hergê merivek bimire û jina xwe bêzuret bihêle, gerekê birê wî jina wî bistîne û bi vî cûreyî zureta birê xwe berdewam ke’. 29  Awa heft bira hebûn. Birê pêşin zewicî, lê bêzuret mir. 30  Paşê birê duda 31  û paşê birê sisiya jî ew jin stand. Usa her heft bira ew standin û zar pey xwe nehîştin. 32  Axiriya-axiriyê ev jin jî mir. 33  De îja wedê rabûna miriya, ev jin wê bibe jina kîjanî? Çimkî her heft bira jî ew standibûn”. 34  Îsa wanra got: “Zarên vê dinyayê dizewicin û mêr dikin, 35  lê yên ku hêjayî axiriyê û saxkirinê ne, ne wê bizewicin ne jî mêr kin. 36  Ewana wê îda nemirin, çimkî wê mîna meleka bin. Û ewana wê zarên Xwedê bin, çimkî wê ji mirinê bêne rakirinê. 37  Lê ev yek ku mirî radibin, Mûsa jî eyan kir. Gava ewî derheqa tûmê stiriya gilî kir, ewî Yehowa nav kir, ‘Xwedayê Birahîm, Xwedayê Îshaq û Xwedayê Aqûb’. 38  Ew ne ku Xwedayê miriya ye, lê Xwedayê saxa ye, çimkî ewana hemû bona wî sax in”. 39  Hingê ji qanûnzana hineka gotin: “Dersdar, te rind got”. 40  Hingêda îda kesekî newêribû tiştekî ji wî bipirse. 41  Lê ewî ji wan pirsî: “Çima dibêjin ku Mesîh kurê Dawid e? 42  Ne Dawid kitêba Zebûrada xwexa dibêje: ‘Yehowa Xudanê minra got: “Aliyê milê minî rastê rûnê, 43  heta ku ez dijminên te bikime binê piyên te”’. 44  Dawid ser wî dibêje ‘Xudan’, îja ew ça dikare kurê wî be?” 45  Çaxê temamiya cimetê guh dida Îsa, ewî şagirtên xwera got: 46  “Xwe ji qanûnzana dûr bigirin, yên ku hez dikin bi kincên dirêj bigerin, meriv bazarada wana silav kin, kinîştada* ciyên pêşin bigirin û wedê şîvê li ciyên herî baş rûnên. 47  Û ewana mal-milkê jinebiya ji wan distînin, û duayên xwe dirêj dikin, ku xwe bikine çeva. Dîwana wan wê hê giran be”.

Спартьн

Nixumandin edeteke rêlîgî ye, ku meriva pêda dikine bin avê û derdixin.
Raste-rast “ji ezmên”.
Raste-rast “kevirê enîşkêyî sereke”. Wedê avakirinê ev kevir qulçê jorinda dihate danînê, wekî her du dîwar hev bigirin. Lema jî ev kevir herî ferz bû.
Yan “sînagog”, dêmek ciyê hebandina Cihûya.