Galatiyara 4:1-31
4 Awa ez dibêjim, rast e war xweyê her tiştî ye, lê heta ku ew zar e, ji xulam cude nabe,
2 çimkî ew bin destê rêber û berdestiyên malêda ye, heta wî wextê ku bavê kifş kiriye.
3 Bi wî cûreyî, gava em zar bûn, em jî xulamên nihêrandina vê dinyayê bûn.
4 Lê gava wextê kifşkirî hat, Xwedê Kurê xwe şand. Ew ji kulfetekê hate bûyînê û bin qanûnêda bû,
5 wekî kesên bin qanûnêda aza ke, seva ku em bibine kurên Xwedê.
6 Niha, çimkî hûn kurên Xwedê ne, ewî ruhê pîroz, kîjan ku Kurê wî standiye, kire dilê me û ew ruh gazî dike: “Abba, Bavo!”
7 Lema tu îda xulam nînî, lê kurê Xwedê yî, û hergê tu kurê Xwedê yî, wekî usa ne ewê te bike warê xwe.
8 Çaxê we hê Xwedê nas nedikir, hûn xulamên xudanên qelp bûn.
9 Lê niha gava we Xwedê nas kiriye, yan rast bêjim, gava Xwedê hûn naskirine, îda hûn çira dixwazin vegerin û dîsa pey nihêrandina pûç ya vê dinyayê herin?
10 Hûn hûr bi hûr dîna xwe didine roja, meha, demsala û sala, wekî cejina derbaz kin.
11 Ez ditirsim, ku cefê minî bona we badîhewa be.
12 Birano, ez hîvî ji we dikim: Bibine mîna min, çimkî ez jî berê mîna we bûm. We tu neheqî li min nekiriye.
13 Lê hûn zanin ku ji bo nexweşiya min, cara pêşin mecal kete destê min, wekî mizgîniyê bidime we.
14 Çiqas jî nexweşiya min bona we cêribandin bû, we ez bêhurmet nekirim û mirdar* hesab nekirim. Lê we ez mîna melekekî Xwedê, mîna Mesîh Îsa qebûl kirim.
15 Ka ew şabûna we? Ez bawer im ku hergê bihata standinê, weyê çevên xwe derxista û bida min.
16 Îja ez bûme dijminê we, ku rastiyê wera dibêjim?
17 Ewana xîret dikin ku we bikişînine aliyê xwe, lê nêta wan nebaş e. Ewana dixwazin we ji min biqetînin, wekî hûn pey wan herin.
18 Hemikî baş e gava kesek bi nêta qenc dikeve heyra we, û ne tenê gava ez tevî we me, lê gava tevî we nînim jî.
19 Zarên min, heta hûn nebin mîna Mesîh, ezê bona we dîsa êşa usa bikişînim, kîjan ku mîna sancûyê kulfeta ber zarêda ye.
20 Xwazil ez niha cem we bûma û min cûrekî din tevî we xeber da, çimkî ez bona we mitalada me.
21 Hela minra bêjin, hûn, yên ku dixwazin bin qanûnêda bin, hûn nabihên ku Qanûn çi dibêje?
22 Mesele, Nivîsarên Pîrozda nivîsar e, ku du kurên Birahîm hebûn: Yek ji cariyê bû, yek ji jina aza bû.
23 Kurê ku ji cariyê bû, mîna hemû zara hate bûyînê, lê kurê jina aza, li gora soz hate bûyînê.
24 Mena vê serhatiyê ew e: Ev her du jin du peyman têne hesabê. Yek ji wan ji Çiyayê Sînayê hate danînê, û wêra zarên xulam têne bûyînê. Ev peyman Hacer e.
25 Hacer tê hesabê çiyayê Sînayê Erebistanêda, û ew mîna Orşelîma îro ye, çimkî Orşelîm tevî zarên xwe xulamtiyêda ye.
26 Lê Orşelîma jorin aza ye, û ew diya me ye.
27 Çimkî nivîsar e: “Hey kulfeta bêzuret, ya ku zar jêra nabin, şa be! Hey kulfeta ku sancûyê zaranînê nakişîne, bi şabûnê bike qîrîn. Çimkî zarên kulfeta ku hatiye hîştinê, ji zarên kulfeta ku mêrê vê heye, zêdetir in”.
28 Niha birano, hûn jî mîna Îshaq zarên vî sozî ne.
29 Çawa ku hingê kurê ku mîna hemû zara hate bûyînê, destpêkir kurê ku bi saya ruh hate bûyînê, bizêrîne, niha jî usa ye.
30 Lê Nivîsarên Pîroz çi dibêjin? “Evê cariyê tevî kurê wê berîdê derxe. Çimkî kurê cariyê tu car tevî kurê jina aza wê nebe war”.
31 Awa birano, em ne ku zarên cariyê ne, lê zarên ya aza ne.
Спартьн
^ Yan “tûyî ser min nekir”.