2 Korintî 10:1-18

  • Pawlos xizmetiya xwe diparêze (1-18)

    • Çekên me çekên meriva nînin (4, 5)

10  Ez Pawlos, bi şkestîbûn* û qenciya Mesîh hîvî ji we dikim. Hinek ji we dibêjin ku gava ez tevî we me, ez yekî sist tême kifşê, lê gava ez tevî we nînim, ez yekî mêrxas im. 2  Lê ez hîvî ji we dikim, ku gava ez bême bal we, usa nîbe wekî ez mecbûr bim wana sert şîret kim, yên ku difikirin ku em li gora nihêrandina vê dinyayê dijîn. 3  Rast e em mîna merivên din dijîn, lê şerê me ne mîna yê wan e. 4  Em ne ku pê çekên meriva şer dikin, lê pê çekên ku Xwedê dane me, yên ku dikarin bircên qewî hilşînin. 5  Em înkar dikin her fikireke nerast û tiştên ku riya meriva digirin, wekî Xwedê nas kin. Em her fikirekê dikine dîl, ku ew Mesîhra guhdar be. 6  Gava hûn nîşan kin, wekî bi temamî guhdar in, emê hazir bin her kesê neguhdar ceza kin. 7  Hûn bi tiştên rûva dîwanê dikin. Hergê kesek bawer e ku ew para Mesîh e, bira ew dîsa jî ser vê yekê bifikire: Çawa ku ew para Mesîh e, usa jî em para Mesîh ne. 8  Xudan hukum daye me, wekî em baweriya we qewî kin, ne ku hilşînin. Hergê min bona vê yekê hinekî zêde payê xwe bida jî, wê tiştekî şermî têda tune bûya. 9  Nefikirin ku ez pê nemên xwe dixwazim we bidime tirsandinê. 10  Çimkî hine kes dibêjin: “Nemên wî bi hukum in û qewî ne, lê gava ew vira ye, ew ça kesekî sist tê kifşê, û xeberdana wî netiştek e”. 11  Yê ku usa dibêje, bira bizanibe ku gava em bên, emê li gora tiştên ku em nemada dinivîsin, bikin. 12  Em naxwazin xwe beramberî kesên ku payê xwe didin, bikin, yan jî mîna wan bin. Ewana pê hev xwe çap dikin û xwe beramberî hev dikin. Bi wê yekê ewana nîşan dikin, ku tiştekî fem nakin. 13  Em bona şixulên ku me nekirine, payê xwe nadin. Lê em tenê bona şixulên ku me ji Xwedê standiye payê xwe didin, û hûn jî pareke vî şixulî ne. 14  Gava em hatine cem we, me tu şixulê ku Xwedê nedaye me, nekir. Lê em kesên pêşin bûn, ku mizgîniya derheqa Mesîh gîhande we. 15  Em ji sînor dernayên û pê şixulê kesên din, payê xwe nadin. Lê gumana me ev e, ku çawa baweriya we hê zêde mezin dibe, tiştên ku me nav weda kirine jî, wê hê zêde mezin bin. Hingê emê bikaribin hê zêde bikin, 16  û mizgîniyê bela kin wan ciya jî, kîjan ku ji we dûr in. Bi vî cûreyî, emê payê xwe nedin bona şixulê ku yên din herêma xweda kirine. 17  “Lê yê ku payê xwe dide, bira bi Yehowa payê xwe bide”. 18  Çimkî Yehowa ne ku wî qebûl dike, yê ku payê xwe dide, lê wî qebûl dike, payê kîjanî ew xwexa dide.

Спартьн

Yan “bi nermî”.