Yekê Korintî 16:1-24

  • Qurbanên Mesîhiyên li Orşelîmê (1-4)

  • Pawlos besa rêwîtiya xwe dike (5-9)

  • Tîmotêyo û Apolos wê serlêdana bira bikin (10-12)

  • Rêberî û silav (13-24)

16  Lê niha, derheqa topkirina pera bona pîroza, wê baş be ku hûn li gora rêberiyên ku min dane civatên Galatyayê, hereket bikin. 2  Roja pêşine her heftiyê, bira her yek ji we çiqas ji destê wî tê, hine pere başqe ke, wekî çaxê ez bêm, hingê pere neyê topkirinê. 3  Gava ez bême cem we, ezê wan meriva derheqa kîjana we got ku bi îtbar in, bişînim, wekî pêşkêşa weye merdanî bivine Orşelîmê. 4  Lê hergê lazim be ku ez jî herim wêderê, emê tevayî herin. 5  Gava ez Makedonyayêra derbaz bim, ezê bême bal we, çimkî ez gerekê wêderêra derbaz bim. 6  Ez dibeke hine wede cem we bimînim, yan jî zivistanê cem we derbaz kim. Paşê ez herim kîderê, hûn dikarin min hinekî verêkin. 7  Ez naxwazim niha we ser riya xwe bivînim û herim, çimkî ez guman im ku wextekê cem we bimînim, hergê Yehowa bixwaze. 8  Lê heta Cejina Pênciyê Hesabê ezê Efesêda bimînim, 9  çimkî derîkî fire ber min vebûye, ku ez xizmetiya xwe zêde kim. Lê gelek meriv miqabilî me ne. 10  Hergê Tîmotêyo bê bal we, usa bikin ku tevî wî hevkariyê bikin, wekî ew bona tu tiştî ber xwe nekeve heta tevî we be. Ew jî şixulê Yehowa dike, çawa ez. 11  Bira tu kes xwe ser wîra negire. Wî xêr-silamet bişînin, wekî ew bê bal min. Ez hîviya wî me tevî birên din. 12  Û niha derheqa birê me Apolos: Min ji wî gelek hîvî kir ku ew tevî birên din bê bal we. Ewî safî kir wekî ewê ne ku niha, lê paşê gava mecal bikeve destê wî, bê bal we. 13  Hişyar bimînin, baweriyêda qayîm bin, mêrxas û qewî bin. 14  Her tiştî pê hezkirinê bikin. 15  Birano, hûn zanin ku Axayayêda, Stêfanas malbeta xweva bawermendên pêşin bû. Ewana hertim hazir in pîrozara berdestiyê bikin. 16  Ez ji we hîvî dikim ku hûn gura merivên usada bin, û usa jî gura wan hemûyada bin, yên ku tevî me hevkariyê dikin û bi xîret şixul dikin. 17  Ez şa dibim ku Stêfanas, Fortûnato û Axayîko vira tevî min in, çimkî ewana dewsa we alî min dikin. 18  Wana him dilê min, him jî dilê we qewî kir. Lema jî merivên usa qîmet kin. 19  Civatên Asyayê we silav dikin. Ekîla û Prîska tevî civata ku mala wanda top dibe, çawa şagirtên Xudan silavên dilgerm wera dişînin. 20  Hemû birên vira we silav dikin. Pê hezkirinê* hevdu silav kin. 21  Awa ez Pawlos, silavên xwe bi destê xwe wera dinivîsim. 22  Hergê kesek Xudan hez nake, bira nifir li wî be. Xudanê me, were! 23  Bira kerema Xudan Îsa tevî we be. 24  Ez we hemûyara, yên ku tevî Mesîh Îsa yektiyêda nin, hezkirina xwe dişînim.

Спартьн

Raste-rast “bi paçkirina pîroz”.