Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

SERÊ 2

Rebeka Dixwest Dilê Yahowa Şa ke

Rebeka Dixwest Dilê Yahowa Şa ke

Rebeka Yahowa hiz dikir. Navê mêrê wê Îshaq bû. Îshaq jî Yahowa hiz dikir. Lê ça wana hev nas kir? Û ça Rebeka da kifşê ku dixwest dilê Yahowa şa ke? Werê pêşiyê em derheqa mêrê wê Îshaq, pêbihesin.

Dê-bavê Îshaq, Birahîm û Sera bûn. Ewana di erdê Kenanêda dijîtin. Di Kenanêda meriv Yahowara qulix nedikirin. Lê Birahîm dixwest wekî kurê wî bizewice ser qîzeke usa, ya ku Yahowara qulix dike. Lema jî ewî xulamê xwe Eliyezer şande erdê Haranê, seva ku bona Îshaq jinê bivîne. Di vî erdîda bira-pismamêd Birahîm diman.

Rebeka hazir bû evê xebata giran bike, sewa ku av bide deva

Eliyezer tevî xulamêd Birahîme din, rê ket. Riya wan gelek wede kişand. Ewana tevî xwe dehe deveyêd barkirî hildan, yêd ku li ser xwe xwarin û pêşkêş dibirin. Lê gelo Eliyezer ça gerekê bizanibûya, ku Îshaqra kîjan qîzê bijbêre? Çaxê Eliyezer û xulamêd mayîn hatine Haranê, ewana berbi kaniyê sekinîn. Çimkî Eliyezer zanibû, ku zûtirekê kulfet gerekê bên ser kaniyê, seva ku avê hildin. Ewî Yahowara dua kir û got: ‘Hergê ez qîzekêra bêjim ku hine av bide min, û ewê, avê bide min û deveyêd min, bi vê yekê ezê bizanibim ku ev hema ew qîz e ya ku te bijartiye’.

Hingê Rebeka hate ber kaniyê. Di Kitêba Pîrozda tê gotinê ku ew qîzeke nazik bû. Eliyezer av ji wê xwest ku vexwe. Rebeka gotê: ‘Belê, kerem ke. Ezê avê bidime te û herim wekî bona deveyêd te jî avê bînim’. Lê tu zanî wekî deveyêd tî, gelek avê vedixwin! Lema jî Rebeka reve-rev diçû ber kaniyê û av dianî. Hela dîna xwe bide şikil! Tu divînî ku Rebeka xebateke çiqas giran dike?~ Eliyezer gelek ecêbmayî ma ku çawa Yahowa caba duayê wî da.

Eliyezer gelek tiştêd bedew pêşkêşî Rebekayê kir. Wî çaxî Rebeka, Eliyezer û xulamêd din teglîfî mala bavê xwe kir. Hingê Eliyezer şirovekir, ku çira Birahîm ew şande vî erdî, û çawa Yahowa caba duayê wî da. Malbeta Rebekayê şa bû û qayîl bû, wekî qîza wan bibe jina Îshaq.

Rebeka tevî Eliyezer çû Kenanê û bû jina Îshaq

Lê tu ça dişirmîş dibî, Rebeka xwest bibe jina Îshaq?~ Rebeka zanibû ku Yahowa, Eliyezer şande mala wan. Lema jî çaxê malbeta Rebekayê lê pirsîn hela ew dixwaze here Kenanê, wekî bibe jina Îshaq, ewê got: ‘Erê, ez dixwazim herim’. Paşê vê yekê Rebeka tevî Eliyezer rabû û rê ket. Çaxê ewana hatine Kenanê, Rebeka bû jina Îshaq.

Rebeka hemû tişt usa kir, çawa ku Yahowa dixwest. Lema jî Yahowa lê kerem kir. Gelek sal derbaz bû, û Îsa di malbeta wêda hate bûyînê! Hergê tu jî mîna Rebeka dilê Yahowa şa dikî, ewê te jî kerem bike.

JI KITÊBA PÎROZ BIXÛNE

  • Destpêbûn 12:4, 5; 24:1-58, 67