DERSA 25
Konê Pîroz bona Xizmetiyê
Kengê Mûsa ser Çiyayê Sînayê bû, Yehowa gote wî, wekî ew gerekê konê mexsûs ava ke, dêmek konê pîroz. Wî konîda Îsraêliya dikaribûn Yehowara xizmet kin. Her gav kengê ewana derbazî cîkî din dibûn, wana dikaribû ew kon top kirana û tevî xwe bibirana.
Yehowa got: “Bêje cimetê, wekî ewana çi dikarin, bira bidin bona alîkariya avakirina konê pîroz”. Îsraêliya zêr, zîv, sifir, kevirên biha û xişir dêmek guhar, gustîlk dianîn. Wana usa jî hirî, kitan, çermê heywana û gelek tiştên din dianîn. Ewana destvekirî bûn û gelek pêşkêş dianîn, lema jî Mûsa gote wan: “Haqas bes e! Îda neynin”.
Gelek jin û mêrên destpêşe, şixulê avakirinêda alîkarî didan. Yehowa bîlanî da wan, wekî wî şixulî bînin sêrî. Her kesekî tiştek dikir, têl dirisiyan, perçe çêdikirin, ser perçe neqiş dikirin, ser kevira û ser zêra dixebitîn, û usa jî dar dineqişandin.
Cimetê konê pîroz hema usa ava kir, çawa Yehowa gote wan. Wana perdê bedew çêkir, wekî kon bikine du para, Ciyê Pîroz û Ciyê Herî Pîroz. Sindoqa peymanê, ya ku ji dara akasiyê û ji zêr hatibû çêkirinê, danîn Ciyê Herî Pîroz. Lê şemdana zêr, texte, û gorîgeha bona şewitandina bixûrê, danîn Ciyê Pîroz. Derva, ber kon, tasa sifir û gorîgeha mezin hebû. Sindoqa peymanê dikire bîra Îsraêliya, wekî ewana gerekê gura Yehowada bimînin, çawa wana soz
dabû wî. Tu zanî çi tê hesabê peyman? Ew tê hesabê, çaxê sozê mexsûs didî.Yehowa Harûn û kurên wî jibartin, wekî ewana çawa kahîn konda xizmet kin. Ewana gerekê miqatî kon bûna û wêderê Yehowara qurban bidana. Lê tenê îzina Harûn hebû, ça serekkahîn bikeve Ciyê Herî Pîroz. Ew salê carekê dikete wêderê, wekî Yehowara qurbanê bide seva gunê xwe, gunê neferên xwe û bona temamiya Îsraêlê.
Îsraêliya paşî derketina ji Misirê, salekêda avakirina konê pîroz xilaz kirin. Îda cî hebû, kîderê wana dikaribû Yehowara xizmet kin.
Yehowa konê pîroz pê rûmeta xwe tije kir, û ewr danî ser kon. Hergê ewr ser serê kon bû, Îsraêlî gerekê ji wî cîyî neçûna, lê hergê ewr ji kon hildikişiya jorê, wî çaxî wana fem dikir, wekî gerekê rêkevin. Wana konê pîroz top dikirin û pey ewr diçûn.
“Min ji text dengekî bilind bihîst ku digot: ‘Va konê Xwedê nava merivada ye! Ewê xwexa nav wanda bijî, ewana wê bibine cimeta wî û Xwedê xwexa jî wê tevî wan bimîne, çawa Xwedêyê wan’” (Eyantî 21:3).