XEBERDANÊ BERDEWAM KIN
DERSA 8
Bi Sebir bin
Prînsîp: “Hezkirin sebir dike” (1 Korn. 13:4, ÎM).
Mesela Îsa
1. Binihêrin VÎDÊO, yan jî bixûnin Yûhenna 7:3-5 û 1 Korintî 15:3, 4, 7. Paşê van pirsa şêwir kin:
Em ji Îsa Çi Hîn Dibin?
2. Em gerekê bi sebir bin, çimkî hine merivara diha zêde wext lazim e, wekî Mizgîniyê qebûl kin.
Çev Bidine Îsa
3. Mêtodeke din bidine xebatê. Hergê meriv derbêra qayîl nabe hînbûna Kitêba Pîroz destpêke, zorê wî nekin. Çaxê dest dide, vîdêo yan jî gotara bidine xebatê, wekî alî wî bikin fem ke, ku hînbûna Kitêba Pîroz ça derbaz dibe û ewê çi karê bistîne.
4. Meriva beramberî hev nekin. Her meriv cude ye. Hergê neferê malê, yan jî ev meriv, serlêdana kîjanî ku hûn dikin, hînbûna Kitêba Pîroz destpênake, yan jî tevî hînkirineke Kitêba Pîroz qayîl nabe, bifikire hela menî çi ye. Diqewime wîra çetin e hînkirineke rêlîgiya xwe bihêle. Dibeke ew dikeve bin hukumê cînar yan jî merivên xwe. Wede bidê, wekî ew derheqa vê yekê bifikire, çi ku we jêra gotiye, û rastiya Kitêba Pîroz bişêkirîne.
5. Bona meriv dua bikin. Ji Yehowa lava kin, wekî hûn gumana xwe wî merivî nebirin û bizanibin ku çiçax çi bêjin. Usa jî dua kin, wekî têderxin hela ew meriv bi rastî dixwaze derheqa Kitêba Pîroz pêbihese, yan îda nelazim e badîhewa wedê xwe bona wî xerc kin (1 Korn. 9:26).
USA JÎ BINIHÊRIN
Mark. 4:26-28; 1 Korn. 3:5-9; 2 Pet. 3:9