Gelo wê Bê Ew Wede, Çaxê Kul-Derd Îda Tune bin?
Ça hûn difikirin? . . .
-
erê?
-
na?
-
dibek?
KITÊBA PÎROZ ÇI DIBÊJE
Xwedê wê “ji çevên wan hemû hêsirên wan paqij ke û îdî mirinê tunebe, ne şîn, ne girî, ne êş-êşûk” (Eyantî 21:3, 4).
SEVA WE EV ÇI TÊ HESABÊ
Hûn dikarin bawer kin, ku Xwedê sebebê problêmên we nîne (Aqûb 1:13).
Hûn dikarin dilbîniyê bistînin, çaxê pêdihesin ku Xwedê ser tengasiyên we ça dinihêre (Zekerya 2:8).
Hûn dikarin bawer bikin, ku hemû kul-derd wê xilaz bin (Zebûr 37:9-11).
LÊ GELO EM DIKARIN ÎTBARIYA XWE KITÊBA PÎROZ BÎNIN?
Belê, û seva vê yekê du menî hene:
-
Xwedê kul-derda û neheqiyê nefret dike. Werên em binihêrin, ku Yehowa Xwedê çi ser xwe texmîn dikir, çaxê wedê berê cimeta wî diçerçirandin û dizêrandin. Kitêba Pîrozda tê gotinê ku Yehowa Xwedê berxwe diket, çaxê didît ku “tengasiyê didin” cimeta wî (Hakimtî 2:18).
Xwedê qebûl nake wan meriya, yên ku ziyanê didine merivên din. Mesele, Kitêba Pîrozda nivîsar e wekî merivên ku “xûna bêsûca dirêjin”, ber çevê Yehowa reş in (Metelok 6:16, 17).
-
Xwedê derheqa me her kesî, başqe xem dike. Yehowa Xwedê me hêlan dike, wekî em hemû bar û xemên xwe bavêjine ser wî, “çimkî ew” bona me her kesî “xem dike” (1 Petrûs 5:7).
Yehowa Xwedê wê bi alîkariya Padşatiya xwe zûtirekê hemû kul-derda bide hildanê (Metta 6:9, 10). Lê heta ev roj bê, ew berdiliyê dide wan meriya, yên ku xwe li wî digirin û wî digerin (Karên Şandiya 17:27; 2 Korintî 1:3, 4).