Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

PARA 24

Pawlos Civatara Dinivîse

Pawlos Civatara Dinivîse

Nemên Pawlos, Mesîhiyên pêşin dişidînin

ŞIXULÊN civata Mesîhiyên teze, gelek lazim bûn bona pêkanîna qirara Yehowa. Lê Mesîhiyên pêşin derbêra rastî peyketina hatin. Gelo ewana wê bikaribin ber çetinayên civatêda û him jî çetinayên ji civatê der, teyax kin û amin bimînin? Mizgînîda, dêmek Nivîsarên Yûnanîda 21 neme hene, yên ku şîretên kêrhatî didine me, û me dilgerm dikin.

Ji van 21 nema, 14 hev ji Romayî heta Îbranî, Pawlosê şandî nivîsî. Navê van nema eyan dikin, ku her nemek bona kê hatiye nivîsarê, bona merivekî, yan bona civatekî. Werên em niha hine fikirên ji van nema pêbihesin.

Namûs û rabûn-rûniştin. Kî ku bênamûsiyê, qaviyê û gunên dinêye giran dikin “padşatiya Xwedê war nabin” (Galatî 5:19-21; 1 Korintî 6:9-11). Rast e xizmetkarên Xwedê ji cûre-cûre mileta ne, lê gerekê yektiyê xwey kin (Romayî 2:11; Efesî 4:1-6). Ewana gerekê bi dil û eşq alî wan xûşk-birên xwe bikin, yên ku tengasiyêda nin (2 Korintî 9:7). Pawlos şîretê dide: “Her gav dua bikin”. Ev yek alî Mesîhiya dike, wekî ewana hemû nêtên dilê xwe Yehowara vekin (1 Têsalonîkî 5:17; 2 Têsalonîkî 3:1; Fîlîpî 4:6, 7). Seva ku Xwedê duayên wana bibihê, lazim e bi baweriyê dua bikin (Îbranî 11:6).

Malbet ça dikare bextewar be? Mêr gerekê jina xwe hiz bike ça bedena xwe, lê jin gerekê kûr qedirê mêrê xwe bizanibe. Zarara lazim e gura dê-bavê xwe bikin, çimkî ev yek Xwedê xweş tê. Dê û bav gerekê bi hizkirin zarên xwe şîret kin, û şîretên ji Xebera Xwedê bidine xebatê (Efesî 5:22-6:4; Kolosî 3:18-21).

Femkirina nêta Xwedê. Qanûna Mûsa cimeta Îsraêl xwey dikir û heta hatina Îsa rêberiya wan dikir (Galatî 3:24). Lê Mesîhî, seva ku Xwedêra xizmet kin, eseyî nîbû ku xwe li van Qanûna bigirin. Nema Îbranîda, Mesîhiyên Cihûra, Pawlos hûr bi hûr şirovedike, ku qanûna Mûsa seva çi hatibû dayînê, û ça nêta Xwedê bi Îsa Mesîh tê sêrî. Pawlos şirovekir, wekî van cûre-cûre qanûnada siya pêxembertiyê hebû. Mesele, qurbankirina heywana kifş dikir qurbankirina Îsa, kîjan ku rastî jî gunên meriya afû dike (Îbranî 10:1-4). Paşî mirina Îsa, Xwedê peymana Qanûnê, da guhastinê, çimkî van qanûna şixulê xwe îda kirin (Kolosî 2:13-17; Îbranî 8:13).

Rêberî bona şixulên civatê. Mêrên ku dixwazin civatêda serwêrtiyê bikin, gerekê pê normên namûsiyêye mezin bijîn, û ruhanîda gihîştî bin (1 Tîmotêyo 3:1-10, 12, 13; Tîto 1:5-9). Xizmetkarên Yehowa, gerekê hergav top bin û hevdu hêlan kin (Îbranî 10:24, 25). Civata Mesîhiya gerekê bişidînin, û wana şîret kin (1 Korintî 14:26, 31).

Pawlos ji her du nemên xwe Tîmotêyora, yek Romêda nivîsî. Wî çaxî ew girtî bû, û hîviya sûcê xwe bû. Tenê çend hevalên wî netirsiyan bêne cem wî. Pawlos fem dikir wekî wedê wî hindik maye, û ewî nivîsî: “Lecêda ez qenc revîm, min riya xwe qedand, bawerî xwey kir” (2 Tîmotêyo 4:7). Ça eyan e, Pawlos paşî vê yekê zûtirekê hate kuştinê. Lê nemên wî, heta roja îroyîn rêberiyê didine Mesîhiyên rast.

—Ser hîmê kitêbên Romayî; 1 û 2 Korintî; Galatî; Efesî; Fîlîpî; Kolosî; 1 û 2 Têsalonîkî; 1 û 2 Tîmotêyo; Tîto; Filîmon; Îbranî.