PARA 20
Îsa Mesîh Kuştin
Îsa cejina teze kifş dike. Paşê nemamiya wî dikin û wî dikujin
ÎSA sê sal û nîv li ser erdê xizmet dikir û hîn dikir. Ewî zanibû wekî jîyîna wîye li ser erdê, zûtirekê wê xilaz be. Serwêrên dînê Cihûya dixwestin Îsa bikuştana, lê ji cimetê ditirsiyan, çimkî cimetê bawer dikir ku Îsa pêxember e. Wî çaxî Mîrê-cina, yek ji 12 şagirtên Îsa, Cihûda Îsxeryotî, da şaşkirinê, wekî ew bona 30 zîvên ku serwêrên dînê Cihûya soz dabûn wî, nemamiya Îsa bike.
Rojek pêşiya mirinê, şev, Îsa Mesîh tevî şagirtên xwe cejina Nanê Şkeva derbaz dikir. Çaxê Cihûda diçe, Îsa cejina teze dike qanûnê, dêmek cejina Êvara Bîranîna Mirina Îsa. Wî çaxî ewî nan hilda, dua kir, nan ker kir û 11 şagirtên xwera bela kir û got: “Eva bedena min e, ku bona we tê dayînê. Vê yekê bona bîranîna min bikin”. Paşê Îsa kasa pê şeravê hilda û got: “Eva kasa peymana nû ye, pê xûna min girêdayî” (Lûqa 22:19, 20).
Wê şevê gelek tişt hebûn, kîjan ku Îsa Mesîh dixwest bigota şagirtên xwe. Hingê Îsa temiya teze da şagirtên xwe, wekî ewana gerekê bê timayî hevdu hiz bikin, û serda giliyên usa got: “Bi vê yekê hemûyê zanibin hûn şagirtên min in, heger hûn hevdu hiz bikin” (Yûhenna 13:34, 35). Îsa gote wan, wekî ewana gelekî berxwe nekevin bona wan tiştên ku gerekê biqewimin, û paşê bi dil û can bona wan dua kir. Paşê, wana tevayî kilama pesindayînê sitran û çûne li baxçê Gêtşemaniyê.
Baxçê Gêtşemanîda Îsa ber Xwedê li ser çoka bi dil û can dua kir. Hine wede şûnda keşîş tevî eskerên çekkirî hatin li wir. Cihûda nêzîkî Îsa bû ew ramûsa, û bi vê yekê nîşan da wan. Hingê esker Îsa girtin, lê şagirtên wî revîn.
Îsa li ber dîwana Cihûyaye mezin got, ku ew Kurê Xwedê ye. Hakima jî ew gunekar derxistin, ku yançi ew Xwedê bêhurmet dike, û safî kirin ku Îsa Mesîh hêjayî mirinê ye. Paşê Îsa birin cem serwêrê Romê, Pîlato Pontiyo. Pîlato Îsada gunekarî nedît, lê bona xwestina cimetê tevî wan razî bû, wekî Îsa bidine kuştinê.
Îsa birin li ser çiyayê Golgota, kîderê ku eskerên Romê Îsa li ser kênar mix kirin. Nîvro, li ser temamiya erdê nişkêva bû terî. Û çaxê Îsa Mesîh mir, erd qayîm hejiya. Cinyazê Îsa kirine şkeftê. Rojeke din keşîşa şkeft mor kirin, û eskerên nobedar dane ber. Lê Xwedê, Kurê xwe Îsa tirbêda nehîşt. Ewî keremeteke mezin kir.
—Ser hîmê kitêbên Metta serê 26 û 27; Marqos serê 14 û 15; Lûqa serê 22 û 23; Yûhenna serê 12 heta 19.
a Hê zêde derheqa qurbanbûna Îsa Mesîh, hûn dikarin pêbihesin ji kitêba “Çi Hîn Dike Kitêba Pîroz?”, rûpêlên 47-56.