PARA 2
Cineta Undakirî
Melekekî raber Adem û Hêwayê hêlan dike, wekî ewana serwêrtiya Xwedê înkar kin. Paşî vê yekê, gune û mirin derbazî însanetê dibe
GELEK wede pêşiya wê yekê ku merî bihatana efirandinê, Xwedê gelek melek efirandin, yên ku ruh in û nayêne dîtinê. Baxçê Êdênêda melekekî raber ku hate navkirinê Şeytan Mîrê-cina, bi mixenetî Hêwa hêlan kir, wekî ew berê dara qedexekirî bixwe.
Mîrê-cina pê mer xeber da û got, wekî Xwedê tiştekî baş ji wana vedişêre. Ev melekê miqabil gote Hêwayê, ku hergê ewana ji dara qedexekirî bixwin wê nemirin. Bi vê yekê Şeytan Mîrê-cina buxdan avîte Xwedê, wekî ew meriya dixapîne. Mîrê-cina usa da kifşê, ku hergê Adem û Hêwa gura Xwedê nekin, ev yek wê riya wan veke, wekî bistînin zanebûna mexsûs û azabûnê. Lê ev derew bû, derewiya pêşin ser rûyê erdê. Bi rastî xeberdan diçû derheqa îzina Xwedê ku serwêrtiyê bike, dêmek derheqa serwêrtiya wîye himzor, û usa jî derheqa wê yekê, ku hela ew serwêrtiya xwe rast û seva kara bineliyên xwe dide xebatê yan na.
Hêwayê derewiya Mîrê-cina bawer kir. Û hewasa wê evî berîra usa hat, ku ewê hilda û xwar. Paşê da mêrê xwe û ewî jî xwar. Usa wana gune kir. Bi kirên xweyî usa Adem û Hêwa miqabilî Xwedê derketin. Wana rind zanibû temiya Xwedê, lê yeke xwexa serwêrtiya Efirandarê xwe înkar kirin, kîjanî ku hemû tişt û usa jî emirê bêqisûr, dabû wan.
Zuret wê “serê te bihincirîne û tê jî peniya wê bigezî” (Destpêbûn 3:15, PKM).
Xwedê usa kir wekî Adem û Hêwaya raber, caba kirên xwe bidin. Xwedê soz da ku wede derbaz be û kesek gerekê bê, yê ku wê meriya xilaz ke û qira Mîrê-cina jî bîne. Yehowa mirina Adem û Hêwayê paş xist, û bi vê yekê ewî hindava zuretên wan ku hê nehatibûn bûyînê, remtî nîşan kir. Dêmek, Xwedê dixwest Xilazkarekî bişîne ku wê me ji wan bela û xema xilaz ke, yên ku ji bo gunê Adem û Hêwayê destpêbûn, û wekî gumana me hebe. Gelo Xwedê çawa qirara xwe derheqa Xilazkarê sozdayî gerekê bianiya sêrî? Û kî be ev Xilazkarê sozdayî? Ev yek hêdî-hêdî wedê nivîsandina Kitêba Pîroz dihate eyankirinê.
Xwedê berî Adem û Hêwayê da, ji cinetê wana derxist, ewana gelek diçerçirîn û gelek cefa dikişandin seva perî nan. Paşê Hêwa hemle derket û zara xweye pêşin anî. Navê wî Qayîn bû. Wede şûnda Adem û Hêwayêra zarên din jî hatin bûyînê, navên wan Habîl û Sêt bû, yê ku kal-bavê Nuh bû.
—Ser hîmê kitêbên Destpêbûn serê 3 heta 5; Eyantî 12:9.