Sernav
Gelo Mesîhî gerekê hurmetê bidine wan meriva, yên ku xweyê sernavên rêlîgî ne?
-
Mesela Kitêba Pîroz:
-
Lq. 18:18, 19—Rast e Îsa yekî qenc bû, lê ewî nedixwest ku jêra bêjin “Dersdarê qenc”, û got wekî tenê Yehowa qenc e
-
Çira Mesîhî hindava meriva sernavên usa çawa “Bav” yan jî “Rêber”, nadine xebatê?
-
Meselên Kitêba Pîroz:
-
Mt. 23:9-12—Îsa got, ku sernavên usa ça “Bav” yan jî “Rêber” nedine xebatê
-
1 Kr. 4:14-17—Rast e Pawlosê şandî bona geleka ça bav bû, lê Kitêba Pîrozda nayê gotinê wekî jêra digotin Bavo, yan jî ku sernavên wî cûreyî hindava wîda didane xebatê
-
Çira bona Mesîhiya layîq e hevdu nav kin ça xûşk-bira û hevdu usa hesab kin?
Usa jî binihêrin Kr.Şn. 12:17; 18:18; Rm. 16:1
-
Mesela Kitêba Pîroz:
-
Mt. 12:46-50—Îsa zelal da kifşê, wekî ewên ku Yehowara xizmet dikin, xûşk-birên wîye ruhanî ne
-
Çira normal e wekî Mesîhî bidine xebatê sernavên serwêra, hakima û merivên dine xweyî hukum?
-
Mesela Kitêba Pîroz:
-
Kr.Şn. 26:1, 2, 25—Çaxê Pawlos tevî serwêra xeber dida, mesele tevî Egrîpa û Fêsto, ewî sernavên wan dida xebatê
-