Elametiyê Zêde
Pêxembertiya Kitêba Pîroz, Derheqa Sala 1914, Gelek Ferz e
KOMA meriya yên ku Kitêba Pîroz lêkolîn dikirin, çil sal pêşda elam kirin, ku di sala 1914-da qewimandinên ferz gerekê biqewimin. Gelo çi tiştên ferz di vê salêda qewimîn û çira sala 1914, saleke gelek ferz e?
Di kitêba Lûqa 21:24-da, Îsa giliyên usa dibêje: “Orşelîmê jî ber piyêd miletêd pûtparist here, heta ku wextê wan mileta xilaz be”. Orşelîm dêbajarê (paytextê) Îsraêlê bû, li kîderê jî Padşên ji mala Dawid serwêrtî dikirin (Zebûr 48:1, 2). Ev padşên Orşelîmê, ne mîna Padşên dinêna bûn. Çimkî ewana “li ser texta Xudan” rûniştibûn û bi vê yekê ça wekîlê Xwedê dihatin hesabê (1 Dîrok 29:23). Lema jî Orşelîm bi sîmbolîk serwêrtiya Yahowa dihate hesabê.
Lê gelo, serwêrtiya Yahowa kengê kete bin piyên miletên pûtparista? Ev yek sala 607-da B.D.M. qewimî. Wî çaxî Babîloniya Orşelîm zeft kirin. Û ji wê salê destpêbûyî, tu kes ji rikinyata Dawid “li ser textê Xudan” îda rûnenişt (2 Padşatî 25:1-26). Lê gelo Orşelîm her tim gerekê bin piyên pûtparistada bûya? Na, çimkî Cibrayîl milyaket, derheqa Îsa giliyên usa got, “Xwedê wê textê bavê wî Dawid bide wî” (Lûqa 1:32, 33). Dêmek, Orşelîm gelek wext “bin piyêd” pûtparistada wê nîbûya, çimkî Îsa wê bibûya Padşa.
kitêba Daniyêl serê 4 emê pêbihesin, ku serwêrtiya pûtparista çiqas wede gerekê bikişanda. Mesele di serê 4-da xewna Padşê Babîlonê, Nebûkedneser tê gilîkirinê. Di vê xewnêda padşa baxekî bilind dît, yê ku hate birînê. Seva ku koka bax tezeda şîn nebe, ew bi zincîra hesin û sifir hate girêdanê. Û milyaket serda fermaneke usa dabû: “Û bira ji ser wêva heft wext derbaz bibe” (Daniyêl 4:10-16).
Lê ev yek kengê gerekê biqewimiya? Ji giliyên Îsa tê kifşê, ku serwêrtiya pûtparista gerekê wedê xweda xilazbûya. JiCarna di Kitêba Pîrozda bax tê hesabê serwêrtî (Hezeqêl 17:22-24; 31:2-5). Lema jî ew bax, yê ku hate birînê, bi sîmbolîk dihat hesabê serwêrtiya padşên Orşelîmêye ku li ser textê Xudan rûniştibûn, û ew hate birînê dêmek sekinandinê. Lê ça ji dîtinokê tê kifşê, Orşelîm tenê “heft wexta” gerekê bin piyên pûtparistada bima. Lê gelo “heft wext”, ev çiqas e?
Ji kitêba Eyantî 12:6, 14 tê kifşê, ku “sê sal û nîv [sê û nîv wext, DT]”, tê hesabê “hezar dusid şêst roj”. Dêmek “ heft wext” ev heye du cara 1 260, çi ku 2 520 roj derdikeve. Lê paşî zeftkirina Orşelîmê, gava 2 520 roj derbaz bûn, Orşelîm hela hê “bin piyêd” merivên pûtparistada bû. Dêmek, wedê serwêrtiya pûtparista hê gelek sal gerekê bikişanda. Ji kitêba Jimar 14:34 û Hezeqêl 4:6 tê kifşê, ku salek ji ber rojekêva ye, lema jî em fem dikin ku “heft wext” 2 520 sal in, ne ku 2 520 roj.
Niha were em ji Cotmeha (Oktobirê) sala 607 B.D.M., çaxê ku Orşelîm bi destê Babîloniya hate zeftkirinê û text ji Dawid hate standinê, 2 520 sala hesab kin. Emê bêne nêzîkî Cotmeha sala 1914. Hema wî çaxî “wextê wan mileta xilaz” bû, û Îsa Mesîh ça Padşayê ezmana kifş bû * (Zebûr 2:1-6; Daniyêl 7:13, 14).
Ça jî Îsa pêşda pêxembertî kiribû, pey “hatina” wîra li ser textê Padşatiya ezmana, gerekê gelek tiştên xirab Metta 24:3-8; Lûqa 21:11). Qewimandinên usa dîsa carekê îzbat dikin, ku di sala 1914-da li ezmana bi rastiyê jî Padşatiya Xwedê hate kifşkirinê û ji wî çaxî destpêbû “rojêd axiriyê”, yên ku kifş dikin zemanên xirab (2 Tîmotêyo 3:1-5).
biqewimiyana: şer, xelayî-celayî, erdhej û nexweşiyên giran hebûna (^ abz. 4 Ji B.D.M. sala 607 meha Cotmehê, heta B.D.M. sala 1 meha Cotmehê, 606 sal in. Çimkî sala 0 tune, lema jî ji B.D.M. sala 1 meha Cotmehê, heta D.M. sala 1914, meha Cotmehê, dike 1914 sal. Niha hergê em ser 606 sala zêde kin 1914 sal (606+1914), emê bistînin 2 520 sal.