Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

SERÊ 11

Çira Xwedê Dihêle, wekî Kul-Derd Hebin?

Çira Xwedê Dihêle, wekî Kul-Derd Hebin?
  • Gelo Xwedê ye neheq, ku di dinyayêda haqas kul-derd hene?

  • Çi pirseke ferz, di baxçê Adenêda pêşda hat?

  • Ça Xwedê wê kul-derdên meriya kuta ke?

1, 2. Çi cûre-cûre kul-derd rastî meriya tên, û ji bo vê yekê çi pirs bal wana pêşda tê?

DI WELATEKÎDA paşî şerê giran, bi hezara jin û zar hatine kuştinê. Û ewana temam tevayî di tirbekêda defin kirin. Dora vê tirbê xaç danîn û li ser van hemû xaça nivîsar bû: “Çira?” Bi vê pirsê merî êş û kesera dilê xwe dide kifşê. Merî evê pirsê didin çaxê ji şer û qeziya merivên wane nêzîk ji wan têne standinê, û çaxê malên wan têne hilşandinê. Nexweşî û cûre-cûre neheqî jî, wanara dibe kedereke mezin. Lema jî ewana dixwazin pêbihesin, çira ev yek tê serê wan.

2 Çira Xwedê dihêle, wekî kul-derd hebin? Hergê Yahowa Xwedayê himzor e, qewat û bîlan e, û hergê ew Xwedayê heq û hizkirin e, lê çira ew dihêle ku dinyayêda haqas neheqî û zulmî hebe? Di emirê teda qe ev pirs bal te pêşda hatiye?

3, 4. (a) Çi nîşan dike, ku hergê pirs kî çira Xwedê dihêle haqas kul-derd hebin, di vê yekêda tiştekî nerast tune? (b) Ça Yahowa dinihêre li ser zulmiyê û neheqiyê?

3 Gelo rast e dişirmîş bin, derheqa wê yekê, ku çira Xwedê dihêle, wekî kul-derd hebin? Hinek dişirmîş dibin, ku hergê evê pirsê bidin, wê bê kifşê ku baweriya wan kêm e û qedirê Xwedê nagirin. Lê hergê tu Kitêba Pîroz bixûnî, tuyê bibînî ku bal qulixkarên Xwedêye amin jî pirsên usa pêşda hatine. Mesele, çaxê Hebaqûq pêxember der-dorê xwe gele neheqî, zulmî û şer-dew didît, ewî pirs da Yahowa Xwedê, ku çira Yahowa dihêle, wekî ew haqa nerastiyê bibîne (Hebaqûq 1:3).

Yahowa wê hemû kul-derda kuta ke

4 Lê ji bo vê pirsê Yahowa Hebaqûq neheq derxist? Na. Dewsê Yahowa xem kir, wekî giliyên Hebaqûqe dilsaxî di Kitêba Pîrozda bêne nivîsarê. Xêncî vê yekê, Yahowa alî Hebaqûq kir, wekî ew caba vê pirsê rind fem bike, û baweriya wî jî qewî kir. Yahowa dixwaze alî te jî bike. Bîr neke, wekî Kitêba Pîroz hîn dike, ku Yahowa “bona we xem dike” (1 Petrûs 5:7). Yahowa ji meriva zêdetir nefret dike, hemû zulmiyê û neheqiyê (Îşaya 55:8, 9). Lê hergê usa ne, çira Yahowa dihêle, ku dinyayêda haqas kul-derd hebin?

ÇIRA HAQAS KUL-DERD HENE?

5. Merî timê meniya kul-derda ça şirovedikin, lê Kitêba Pîroz çi hîn dike?

5 Gele merivên bawermend, pirsê didine ulmdar û terêqa, ku çira haqas kul-derd hene. Ulmdar û terêq timê di cabên xweda dibêjin, wekî kul-derd ev heye qirara Xwedê, û Xwedê pêşda seva meriva qeziya û çerçirandin qirar kiriye. Hinek jî dişirmîş dibin, wekî riyên Xwedê ne eyan in, û yan çi Xwedê meriyara mirinê tîne, hela hê zarara jî û wana dibe ezmana bal xwe. Lê ça tu îda pêhesiyayî, Yahowa Xwedê tu car xirabiyê nake. Di Kitêba Pîrozda tê gotinê, wekî nikare biqewime: “Ku Xwedê xirabiyê bike û Yê ku hêza [qewata] wî têra her tiştî dike, neheqiyê pêk bîne!” (Îbo 34:10).

6. Çira gelek merî bona hemû kul-derda ku dinyayêda diqewimin, Xwedê neheq dikin?

6 Lê tu zanî çira merî bona van hemû kul-derda, ku dinyayêda diqewimin, Xwedê neheq dikin? Gele meriya tirê ku serwêrê vê dinyayê Xwedê ye, lema di hemû tiştîda wî neheq dikin. Merî nizanin ewê rastiya eyan û ferz, ya ku Kitêba Pîroz hîn dike, ku bi rastiyê Şeytan e serwêrê vê dinyayê. Evê rastiyê em di vê kitêbêda ji serê 3 rind pêhesiyan.

7, 8. (a) Ji çi tê kifşê, ku hunur û xeysetên vê dinyayê, mîna yên Mîrê-cina nin? (b) Ça gunekariya meriva, û usa jî “wext” û qewimandin, kul-derdên meriva zêde dikin?

7 Di Kitêba Pîrozda eşkere tê gotinê: “Temamiya dinyayê bin hukumê Yê Xirabda ye” (1 Yûhenna 5:19). Hergê tu dişirmîş bî ser van giliya, rastî wê tera zelal be. Di vê dinyayêda merî pê kirên xwe didin kifşê hunur û xeysetên Mîrê-cina û cinên wî, yê ku “temamiya dinê xalifandiye” (Eyantî 12:9). Mîrê-cina yekî xirab, zulm û buxdanbêj e. Lema jî, dinya ku bin serwêriya Şeytan Mîrê-cinada ne, pêda bi xirabiyê zulmiyê û neheqiyê tije ye. Ev heye meniya pêşin, ku çira ser erdê haqas kul-derd hene.

8 Meniya duda ew e, ku paşî wê yekê ça di Adenêda merî miqabilî Xwedê rabûn, ewana bûne neqedandî û gunekar. Derheqa vê yekê, di serê 3-da dihate gotinê. Merivên gunekar timê dixwazin li ser meriya serwêrtiyê bikin, û ji bo vê yekê şer dikin, lema jî di dinyayêda şer, kul-derd û zorbetî heye (Waîz 4:1; 8:9). Meniya sisiya jî ev heye “wext” û qewimandin. (Bixûne Waîz 9:11.) Mesele, hergê merî ber avayîkîra derbaz be, tiştek ji avayî biqete ser wîda bikeve û bikuje, ev heye wext û qewimandin. Îro di vê dinyayêda her kes dikare cîkî ne baş û wedê ne başda bikeve qeziyê, çimkî Xwedayê ku dikare me ji wext û qewimandinê xwey ke û xilaz ke serwêrê wê dinê nîne.

9. Çira em bawer dikin, wekî meniya Yahowa heye, ku dihêle hemû kul-derd hebin?

9 Dilbînîke çiqas mezin e ku bizanibin, wekî Xwedê nîne sebebê kul-derda. Xwedê cabdar nîne bona şera, neheqiya, zorbetiya yan erdheja û dîsa tiştên din, ji bo çi jî merî haqas diçerçirin, lê em dixwazin pêbihesin, ku çira Yahowa Xwedê dihêle, wekî kul-derd hebin? Hergê ew yekî Himzor e, dêmek qewata wî digihîjê hemû zulmiyê bide hildanê. Lê çira ew, ewê yekê nake? Xwedayê ku bi hizkirin tije ye, meniya wî heye, ji bo çi jî ew dihêle wekî kul-derd hebin (1 Yûhenna 4:8).

PIRSEKE FERZ HATE DANÎNÊ

10. Mîrê-cina çi kire bin şikê, û ça?

10 Seva ku pêbihesin, çira Yahowa dihêle kul-derd hebin, were em bînine bîra xwe ça kul-derd destpêbûn. Çaxê Şeytan Mîrê-cina hêlan da Adem û Hêwayê, ku ewana gura Xwedê nekin, pirsek hate danînê. Mîrê-cina qewata Yahowa Xwedê nekire bin şikê, çimkî ewî rind zanibû, wekî qewata Yahowa pir zef e. Lema jî ewî pirseke din danî, pirs derheqa îzina Xwedê serkartiyê bike. Mîrê-cina buxdan avîte Xwedê û got ku ew ji efirînên xwe tiştekî vedişêre, bi vê yekê ewî da kifşê, yan çi Xwedê serwêrekî xirab e. (Bixûne Destpêbûn 3:2-5.) Ji giliyên Mîrê-cina dihate kifşê, ku merî bêyî serwêrtiya Yahowa, wê hê rind bijîn. Bi vê yekê ewî îzina Xwedê serkartiyê bike, kire bin şikê.

11. Çira Yahowa, Adem û Hêwa di baxçê Adenêda pêra-pêra qir nekir?

11 Adem û Hêwa miqabilî Yahowa derketin. Ev kirê wan, dikare bê hesabê ku wana giliyên usa got: “Em naxwazin, wekî Yahowa serwêrê me be. Em xwexa dikarin safî kin çi ye qencî û çi ye xirabî”. Gelo Yahowa ev pirsa ferz ça gerekê safî kira? Û ewî ça gerekê hemû efrînên xwera nîşan kira ku Adem û Hêwa ne rast bûn, û wekî tenê riya Yahowa bextewariyê tîne? Hinek dibe usa bêjin, ku Yahowa Xwedê gerekê pêra-pêra Adem û Hêwa kuta kira, û dewsê merivên teze biefiranda. Lê serê-sêrîda nêta Yahowa ew bû, ku zuretên Adem û Hêwayê di cinetêda bijîn (Destpêbûn 1:28). Yahowa timê nêtên xwe tîne sêrî, lema ewî Adem û Hêwa nekuşt (Îşaya 55:10, 11). Xêncî vê yekê, hergê Yahowa di baxçê Adenêda Adem û Hêwa qir kira, çawa wê bihata îzbat kirinê ku meriv bêyî serkartiya Xwedê nikarin bextewar bin, û ku tenê îzina Xwedê heye serwêrtiyê bike?

12, 13. Bi meselê nîşan ke, wekî çira Yahowa îzin da Mîrê-cina, ku ew bibe serwêrê vê dinyayê, û çira Xwedê îzin da meriva ku ewana xwexa serwêrtiyê li xwe bikin?

12 Were em derheqa meselekê xeberdin. Bide ber çevê xwe, dersdar şagirtara derseke çetin şirovedike. Şagirtekî serwaxt û neguhdar miqabilî dersdar derdikeve û dibêje, ku ew dersê rast şirovenake. Şagirt dersdar neheq dike, û dibêje wekî ew ji dersdar rindtir zane safîkirina vê pirsê. Hine şagirtên dinê jî qayîl dibin tevî vî şagirtê neguhdar, pişta wî digirin û dişirmîş dibin ku dersdar nerast e. Hingê dersdar çi gerekê bike? Hergê dersdar van şagirtên neguhdar ji dersxanê derxe, lê şagirtên din wê çi dişirmîş bin? Ewana wê bikaribin tê derxin kî ye bi rastiyê rast û kî ye nerast? Diqewime ewana dişirmîş bin ku dersdar ditirse, wekî bê safîkirinê, ku ew nerast e, û şagirt îda qedirê dersdar negirin. Lê bide hesabê, wekî dersdar îzinê dide şagirtê neguhdar, wekî ew dersê bi cûrê xwe safî ke.

Kî hê cêribandî ye, şagirt yan dersdar?

13 Yahowa jî hema usa kir. Ewî Adem û Hêwa pêra-pêra kuta ne kir. Lê çira? Ya pêşin, bi mîlyona milyaketa pey vê yekê dinihêrin (Îbo 38:7; Eyantî 5:11). Ew yek ku çawa Yahowa wê derecêda xwe kifş kira, dikaribû li axiriyê gelek hukum kira li ser wan hemû miliyaketa û meriya. Hemû meriv, yên ku wê bihatana bûyînê gerekê bizanibûna îzina kê heye serwêrtiyê bike, îzina Yahowa yan ya Şeytan Mîrê-cina. Lema jî Yahowa îzin da Mîrê-cina, wekî ew nîşan ke ku ça wê serwêrtiyê li ser însanetê bike. Yahowa Xwedê usa jî îzin da meriya, wekî ewana bin serwêrtiya Mîrê-cina, serkartiyê li xwe bikin.

14. Ew yek ku Yahowa îzin da wekî meriv xwexa serwêrtiyê li xwe bikin, wê çi karê bîne?

14 Ev dersdar, derheqa kîjanî ku me di meselêda gilî kir, zane ku şagirtê neguhdar û hevalên wî ku pişta wî girtin nerast in. Dersdar usa jî zane, ku hergê îzinê bide şagirta evê pirsê bi cûrê xwe safî kin, ev yek wê hemû şagirtara karê bîne. Çimkî çaxê ev şagirtên neguhdar nikaribin evê pirsê safî kin û bal wan neyê standinê, şagirtên dinê wê bibînin ku dersdar rast bû û tenê ew dikare dersê bide şagirta. Paşî vê yekê ewana wê fem bikin, ku çira dersdar berî van şagirtên neguhdar dide û ji dersxanê derdixe. Usa jî Yahowa zane, ku merivên milûk û milyaket wê karê bistînin, çaxê bibînin ku Mîrê-cina û piştgirên wî nerast bûn, û wê fem bikin ku meriv nikarin xwexa serwêrtiyê li xwe bikin. Ewana wê tevî giliyên Yêremya pêxember qayîl bin, ku meriv nikare bêyî Xwedê gavên xwe rast dayne û “riya meriva ne di destê wîda ye” (Yêremya 10:23).

ÇIRA YAHOWA KUL-DERDA HAQAS WEDE DIHÊLE

15, 16. (a) Çira Yahowa hîşt, wekî kul-derd haqas dirêj bikişîne? (b) Çira Yahowa neheqiyê û zulmiyê nade hildanê?

15 Lê çira Yahowa dihêle, wekî kul-derd haqas wede bikişîne? Û çira ew meriya ji wan kul-derda xilaz nake? Were em dîsa vegerin li ser mesela dersdar û bibînin ewî çi nekir. Ya pêşin, çaxê şagirt bi cûrê xwe dixwest pirs safî kira, dersdar îzin da wî û ew neda sekinandinê. Ya duda, dersdar di safîkirina vê pirsêda alî wî nekir. Yahowa jî hema usa kir, çaxê Mîrê-cina û ewên ku pişta wî girtin, dixwestin îzbat kin, wekî ewana rast in, Yahowa ewana nedane sekinandinê. Lê dewsê Yahowa wede da wan. Di nava hezara salada meriya cûre-cûre serwêrtî didane xebatê. Di nava van salada meriv aliyê zandariyêda gele pêşda çûn, lê nerastî, kesîbbûn, zulmî û şer kêm nabe lê hê zêde dibe. Ev yek îro nîşanî me dike, ku serwêrtiya meriya karê nayne û meriv nikare serwêrtiyê bike.

16 Yahowa ne jî alî Mîrê-cina kir, çaxê Mîrê-cina destpêkir serwêrtiyê bike. Hergê Yahowa alî Mîrê-cina bikira û hemû zulmî û neheqî bida hildanê, ev yek wê Mîrê-cinara dest bida. Usa nîne? Lê hingê wê meriv dişirmîş bûna, ku ewana xwexa dikarin bê Xwedê serwêrtiyê li xwe bikin. Û ewana wê serwa neçûna, ku serwêrtiya wana di axiriyêda bona meriva wê çiqas xirab be. Hergê Yahowa pêra-pêra kul-derd bida hildanê, ew wê derewîn derketa. Lê ça em ji Kitêba Pîroz derheqa Xwedê pêdihesin “nabe ku ew derew derê” (Îbranî 6:18).

17, 18. Yahowa wê çi bike dewsa wan hemû zîyana, yê ku serwêrtiya meriva bin hukumtiya Mîrê-cina anî?

17 Lê em çi dikarin bêjin derheqa wan hemû zîyana, yên ku meriv di nava wan gelek salada standin? Timê gerekê di bîra meda be, wekî Yahowa Xwedayê Himzor e. Ew dikare û wê eseyî hemû kul-derda bide hildanê, yên ku meriyara haqas zîyanê tînin. Îro dinya berbi hilşandinê diçe, lê ça em îda pêhesiyan dinya wê hilneşê, lê wê bibe cinet. Hergê meriv baweriya xwe qurbanbûna Îsa Mesîh bînin, ewana wê ji gune bêne xilazkirinê û ji mirinê bêne azakirinê. Yahowa wê bi saya Îsa hemû “kirên Mîrêcin xirab ke” (1 Yûhenna 3:8). Yahowa wê evan hemû tişta eseyî di wededa pêk bîne. Em gelek şa ne wekî Yahowa ev nêta xwe hê pêşda neaniye sêrî, çimkî bi saya sebirkirina wî, em derheqa rastiyê pêhesiyan û wîra qulix dikin. (Bixûne 2 Petrûs 3:9, 10.) Niha jî Yahowa wan qulixkarên dilsax digere, yên ku dixwazin wîra qulix kin, û di hemû çetinayada ew alî wan dike, seva ku ewana bikaribin teyax kin (Yûhenna 4:23; 1 Korintî 10:13).

18 Hinek dibe usa dişirmîş bin: “Gelo çira Yahowa, Adem û Hêwa usa neefirandin wekî wana timê gura wî bikirana û miqabilî wî derneketana?” Seva ku caba vê pirsê bistînî, tu gerekê bînî bîra xwe hela bi kîjan pêşkêşê Yahowa tu xelat kirî.

TUYÊ EWÊ PÊŞKÊŞA JI XWEDÊ ÇA BIDÎ XEBATÊ?

Yahowa wê alî te bike, wekî tu di çetinayada teyax kî

19. Yahowa kîjan pêşkêşeke qîmet daye me, û çira em gerekê evê pêşkêşê bidin xebatê?

19 Ça em ji serê 5 pêhesiyan, Xwedê em bi azaya bijartinê efirandin. Dibek tu jî qayîl î ku ev pêşkêşeke qîmet e. Mesele Yahowa heywan usa efirand, ku ewana nikarin xwexa tê derxin çi ye qencî û çi ye xirabî, çimkî ewana hemû tiştî bi zikmakiyê dikin (Metelok 30:24). Meriya robotê usa çêkirine, ku pê programê didine xebatê, û merî çi dixwazin robot usa jî dike. Lê hergê em jî bi vî cûreyî bihatana efirandinê, emê bikaribûna bextewar bûna? Femdarî ye, wekî na. Em şa ne ku bal me heye azaya bijartinê û em xwexa dikarin bijbêrin emê meriyên ça bin, ça bijîn, tevî kê hevaltiyê bikin û dîsa tiştên din. Azaya usa me xweş tê, û Xwedê xwexa ev yek seva me dixwest.

20, 21. Ça em dikarin evê azaya bijartinê baş bidin xebatê, û çira ev yek usa ferz e?

20 Hela dişirmîş be. Ça wê dê-bava hê xweş bê, çaxê zar xwexa bêje wan ku ew wan hiz dike, yan çaxê kesek bêje zarê, wekî here usa bêje? Belê, Yahowa jî naxwaze wekî em bi destê zorê wîra qulix kin (2 Korintî 9:7). Lema jî pirs pêşda tê, lê ça bidî xebatê evê azaya bijartinê ku Xwedê daye te? Mîrê-cina, Adem û Hêwayê bijartineke xirab kirine, û Yahowa înkar kirin. Lê tê çi bikî?

21 Tu dikarî evê azaya bijartinê gelek baş bidî xebatê. Mesele, hergê tevî van bi mîlyona meriya bibî yek, yên ku xwe li Yahowa girtine. Ewana dilê Xwedê şa dikin, çimkî hemû tiştî dikin seva ku îzbat kin wekî Mîrê-cina derewîn e û wekî ev serwêrekî bêkêr e (Metelok 27:11). Hergê tu rêke rast xwera bijbêrî tê jî bikaribî îzbat kî ku Mîrê-cina derewîn e. Derheqa wê yekê hê zêde emê di serê mayînda pêbihesin.