Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Elametiyê Zêde

Çi ye Roja Axretê?

Çi ye Roja Axretê?

ÇA TU dişirmîş dibî, çi ye Roja Axretê? Gelek dişirmîş dibin wekî vê rojê her nefs, yek-yek ber Xwedê wê bisekinin, seva ku bêne dîwankirinê. Hinek bi kerema Xwedê wê herine li ezmana, yên din jî bikevine li cenimê û heta-hetayê wê biçerçirin. Lê bi rastiyê, derheqa Roja Axretê, Kitêba Pîroz cûrekî mayîn hîn dike. Di Kitêba Pîrozda tê şirovekirinê, wekî Roja Axretê ev ne ku roja çerçirandinê û tirsê ye, lê ev roja gumanê û saxkirinê ye.

Derheqa Roja Axretê, Yûhennayê şandî di kitêba Eyantî 20:11, 12-da usa lêdike: “Hingê min textekî mezinî çîlî-qerqaş dît û Yek li ser rûniştibû. Erd û ezman ji ber wî betavebûn û dewsa wan kifş nebû. Wê hingê min miriyên biçûk û mezin dîtin ku li ber text sekinî bûn. Kitêb vebûn û kitêbeke din jî vebû, awa gotî kitêba jiyînê. Dîwana miriya anegorî wan kirêd wane kitêbada nivîsar hate kirinê”. Lê gelo kî ye ev Hakim, yê ku dîwana meriya wê bike?

Rast e Yahowa ye Hakimê Himzor, lê ewî ev şixul da destê kesekî din. Lê ev kes kî ye? Ji giliyên Pawlosê şandî, yên ku di Karên Şandiya 17:31-da nivîsar e, em pêdihesin, wekî Xwedê “rojek kifş kiriye, kîjanêda wê dîwana dinê rast bi destê merivekî bike, yê ku ewî kifş kiriye”. Dêmek ev kes yê ku kifş bû ça Hakim, Îsa Mesîh ye, ku hate saxkirinê (Yûhenna 5:22). Lê Roja Axretê wê kengê destpêbe û çiqas wede wê bikişîne?

Ji kitêba Eyantî tê kifşê, wekî Roja Axretê wê paşî şerê Harmegedonê destpêbe, çaxê hukumeta Mîrê-cina bê kutakirinê * (Eyantî 16:14, 16; 19:19-20:3). Paşî Harmegedonê, Mîrê-cina û cinên wî, wê bêne avîtinê li geliyê bêbin, ser hezar sala. Lê 144 000 merî yên ku tevî Îsa li ezmana bin, wê “tevî Mesîh hezar salî” padşatiyê bikin (Eyantî 14:1-3; 20:1-4; Romayî 8:17). Ça tê kifşê gava em dibêjin Roja Axretê, xeberdan naçe derheqa rojekê, ya ku 24 sihet dikişîne. Bi rastiyê Roja Axretê wê hezar sal bikişîne.

Nava van hezar sala, Îsa Mesîh wê “dîwana mirî û zêndiya bike” (2 Tîmotêyo 4:1). “Merivêd zêndî”, ev heye “elaleteke usa mezin”, yên ku di şerê Harmegedonêda wê sax bimînin û xilaz bin (Eyantî 7:9-17). Pawlosê şandî usa jî dît ku mirî “li ber textê” hakimtiyê sekinîne. Ça jî Îsa soz dabû, “hemûyêd tirbada wê dengê wî [Îsa] bibihên” û “wê . . . rabin”, dêmek bêne saxkirinê (Yûhenna 5:28, 29; Karên Şandiya 24:15). Lê gelo ev merî wê li ser çi hîmî bêne dîwankirinê?

Ji dîtinoka Yûhennayê şandî em pêdihesin, wekî “kitêb vebûn” û “dîwana miriya anegorî wan kirên wane kitêbada nivîsar hate kirinê” (Eyantî 20:12). Hinek dibek dişirmîş bin, ku di van kitêbada derheqa şixulên meriya nivîsar e, yên ku wana pêşda kiriye. Lê bi rastiyê, merî wê neyêne dîwankirinê ji bo kirên xwe, yên ku wana pêşiya mirina xwe kiribû. Lê evê yekê em ji ku zanin? Kitêba Pîroz dibêje: “Ewê ku miriye, ew ji gune azabûyî ye” (Romayî 6:7). Dêmek gava mirî wê bêne sakirinê, ew wê temiz û bê gune bin, û wê destpêkin bi emirekî teze bijîn. Lê ev kitêba derheqa kîjanî em pêhesiyan, ev fermanên Xwedêne, yên ku li axiriyê wê bêne dayînê. Seva ku ew meriyên ku bêne saxkirinê bikaribin heta-hetayê bijîn, ewana gerekê pey nêt-fikirên Xwedê herin û wan fermana biqedînin, yên ku Yahowa nava hezar sala wê bide. Dêmek, merî wê bêne dîwankirinê bi şixulên xwe, yên ku ewana wê Roja Axretê bikin, dêmek nava hezar salîda.

Wedê Roja Axretê bi mîlyona meriv, teze wê destpêkin pêbihesin derheqa qirara Xwedê, wekî bi qirara wî bijîn. Lema jî şixulê hînkirinê dîsa jî wê gelek hebe. Belê, hemû merivên heq, yên ku li dinê bijîn wê hînî rastiyê bin (Îşaya 26:9). Lê ji wan meriya wê hebin yên usa jî, yên ku wê qayîl nebin bi qirara Xwedê bijîn. Ev yek rind tê kifşê ji kitêba Îşaya 26:10. Lema jî, merivên usa wedê Roja Axretê, ku hezar salî dikişîne, wê heta-hetayê bêne kutakirinê (Îşaya 65:20).

Xilaziya Roja Axretê, ew meriv yên ku sax bimînin, wê îda bi temamî “sax” bin, dêmek wê bibine qedandî. Ewana wê nava Roja Axretê, bikaribin vegerînin ew emirê qedandî, kîjan ku Adem û Hêwayê unda kirin (1 Korintî 15:24-28). Paşê ewana cara paşin wê bêne cêribandinê. Mîrê-cina wê ji kelê bê berdanê û îzinê bistîne, wekî dîsa carekê meriya bide şaşkirinê (Eyantî 20:3, 7-10). Ew meriv yên ku bikaribin evê cêribandinê teyax kin, pê çevê xwe wê bibînin qedandina sozê usa: “Ez jiyîna heta-hetayê didime wan û ew tu car unda nabin û tu kesê wan ji destê min dernexe” (Yûhenna 10:28).

^ abz. 1 Derheqa Harmegedonê hûn dikarin pêbihesin ji “Femkirina Nivîsarê” (Îngl.), para 1, rûpêla 594-595, 1037-1038. Û usa jî ji kitêba “Xwedayê rast û tek bihebînin”, serê 20. Ev du neşirkirin Şedên Yahowa derxistin.