Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Elametiyê Zêde

Çi tê Hesabê Xeberên “Ruh” û “Nefs”?

Çi tê Hesabê Xeberên “Ruh” û “Nefs”?

ÇA TU dişirmîş dibî, mena van giliya çi ye? Hinek bawer dikin, ku ev heye tiştek nava meriyada, yê ku nayê dîtinê û namire. Û wana tirê ku paşî mirina bedenê ev tiştek, yê ku nayê dîtinê ji meriya derdikeve û dîsa dijî. Gelek ji meriya hema usa dişirmîş dibin û hin jî ewana ecêbmayî dimînin gava pêdihesin, ku ev hînkirin li ser hîmê Kitêba Pîroz nîne. Were em pêbihesin, ça xeberên “ruh” û “nefs” di Kitêba Pîrozda têne xebatê.

ÇI TÊ HESABÊ “NEFS”?

Pêşiyê, were em xeberdin derheqa xebera, nefs. Dibek tê bîra te ku Kitêba Pîroze orîjînal hatiye nivîsarê li ser zimanê Îbraniya û Yûnaniya. Gava nivîskarên Kitêba Pîroz derheqa “nefsê” dinivîsîn, wana xebereke îbranî didane xebatê, nêfêş û xebereke yûnanî psîxê. Ev du xeber di Kitêba Pîrozda, weke 800 cara hatine nivîsarê. Lê di Mizgîniyêda welgerandina Stokholmê, ev du xeber, li ser zimanê Kurmancî gelek car tê welgerandinê ça “nefs”. Hergê tu dîna xwe bidêyî, xebera nefs ça tê xebitandinê di Kitêba Pîrozda, tuyê tê derxî wekî ew gele car tê gotinê li ser meriya. Niha were em derheqa vê yekê çend mesela pêbihesin.

Wî zemanê Nuhda, gava gemî dihate çêkirinê. Wêda hindik, awa gotî heyşt nefs “nava avêda xilaz bûn” (1 Petrûs 3:20). Li vir xebera, “nefs” eşkere li ser meriya tê gotinê, dêmek Nuh, jina wî, sê kurên wî û jinên wan. Di kitêba Derketinê 16:16-da, cimeta Îsraêlîra derheqa topkirina mannayê, rêberî hate dayînê. Wanara hatibû gotinê: “Bira her kesî we, qasî xwarina xwe ji wî berev ke, weke hesabê wan nefsa, çiqas ku konê her kesîda hene”. Dêmek her kes, mana gerekê têra neferên xwe top kira. Dîsa çend mesela dikarî bibînî di kitêba Destpêbûn 46:18; Yêşûa 11:11, Karên Şandiya 7:14-da, kîderê ku “nefs (PKM)” li ser meriya tê gotinê.

Hergê tu hê kûr hîn bî Kitêba Pîroz, tuyê bibînî wekî di Kitêba Pîrozda tu cîkîda nayê gotinê, ku nefs heta-hetayê dijî yan jî nemiriye. Lê bi rastiyê Kitêba Pîroz eyan dike, ku nefs dimire û najî (Hezeqêl 18:4, 20).

ÇI TÊ HESABÊ “RUH”?

Niha were em binihêrin ku ça di Kitêba Pîrozda xebera “ruh” tê xebatê. Hine ji meriya dişirmîş dibin, ku “ruh” û “nefs” yeke. Lê bi rastiyê ev usa nîne. Kitêba Pîroz rind nîşan dike, wekî orta “ruh” û “nefsda”, firqî heye. Lê gelo, firqiya wan çida ne?

Gava nivîskarên Kitêba Pîroz derheqa “ruh” dinivîsîn, ewana xebera Îbranî rûah û xebera Yûnanî pnêûma didan xebatê. Kitêba Pîroz xwexa mena van giliya şirovedike. Mesele, di kitêba Zebûra 104:29-da, usa nivîsar e: “Dema ku tu [Yahowa] ruhê [rûah] wan distînî, ew dimirin û dîsa li şûnda vedigerin axa xwe ya berê (AB)”. Usa jî di kitêba Aqûb 2:26-da tê gotinê ku “qalib bê ruh [pnêûma] mirî ye”. Ji van rêza tê kifşê ku “ruh”, emir dide bedenê. Bêyî “ruh” beden miriye. Xêncî vê yekê di Kitêba Pîrozda xebera rûah tê welgerandinê ne ku tenê ça “ruh”, lê usa jî ça, “bîn” yan bîna jîyînê. Mesele, derheqa Sêlava Dinyayê wedê Nuh, Xwedê got: “Va ezê ava tofanê li ser dinê rakim, wekî her bedena ku bîn [rûah] li ber heye bin perê ezmênda qirbe û li ser rûyê erdê jî çi ku heye unda be” (Destpêbûn 6:17; 7:15, 22, PKM).

Dêmek, ruh û nefs weke hev nînin. Mesele ça seva ku radîo bixebite lazim e tok, usa jî seva ku bedena me bijî lazim e ruh. Ev yek rind tê kifşê ji mesela radîoyê, yê ku bi batarêy dixebite. Seva ku radîo vêkeve, lazim e batarêy. Evê yekê em usa jî derheqa radîoyê ku li ser tokê dixebite, dikarin bêjin. Bêyî tok radîo wê nexebite. Derheqa ruh jî em dikarin bêjin, wekî ev qewat e, ya ku emir dide bedenê û nêt-fikirên wê tune. Dêmek ruh kes nîne, ev qewat e. Ça jî zebûrbêj got, bêyî ruh, dêmek bêyî bîna jîyînê, merî “dimirin û dîsa li şûnda vedigerin axa xwe ye berê”.

Di kitêba Waîz 12:7-da nivîsar e, wekî gava merî dimire bedena wî dibe ax û vedigere erdê, lê ruhê wî çimkî ji Xwedê hatibû dayînê, paşda vedigere bal Xwedê. Dêmek gava ruh yan bîna jîyînê ji bedenê derdikeve, beden dimire û dîsa vedigere axê ji kîjanî hate efirandinê. Lê bîna jîyînê vedigere cem kaniya emir, dêmek bal Xwedê (Îbo 34:14, 15; Zebûr 36:9). Ev yek nayê hesabê, ku bîna jîyînê yan ev qewat, diçe li ezmana. Ev tê hesabê, ku tenê Yahowa dikare miriya vegerîne li jîyînê. Yan jî em dikarin bêjin, wekî emirê meriya di destê Xwedêda ne. Çimkî tenê qewata Yahowa digihîjê, wekî ruh yan bîna jîyînê bide meriya seva ku ewana dîsa bijîn.

Dilê me rihet dibe gava em pêdihesin, ku “hemûyên tirbada” yên ku bi xewa mirinê raza ne, bi saya Xwedê wê vegerine li jîyînê! (Yûhenna 5:28, 29). Gava Yahowa wê wana ji mirinê rake, ewê wanara bedeneke nû bide. Yahowa wê ruh, yanê bîna jîyînê pifî wan bike û ewana dîsa wê bikaribin bijîn. Ev yek şabûneke mezin wê meriyara bîne û emê çiqas bextewar bin, usa nîne!

Seva ku hê kûr pêbihesî wekî ça xebera “ruh” û “nefs” di Kitêba Pîrozda têne xebatê, dikarî binihêrî broşûra “Çi diqewime wedê mirinê?” Li ser rûpêla 375-384 (Îngl.), usa jî kitêba, “Şêwrkirin ser Hîmê Kitêba Pîroz”. Ev edebyet Şedên Yahowa neşir kirin, û ew li ser gele zimana hatin welgerandinê.