Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

ELAMETIYA ZÊDE

Firaksiyên Xûnê û Opêrasî

Firaksiyên Xûnê û Opêrasî

Firaksiyên xûnê. Firaksiyên xûnê hildidin ji çar komponêntên xûnê: Ji êrîtrosîta, lêykosîta, trombosîta û plazma. Mesele, di êrîtrosîtda heye protêîn, hêmoglobîn. Ew prêparatên ku ji hêmoglobîna meriva yan jî ji hêmoglobîna heywana hildidin, têne xebitandinê çaxê meriv gelek xûn unda dike yan jî çaxê anêmiya wîye gelek qewî heye.

Plazma 90 selef av e, di plazmêda gelek hormon hene, xwêyên neorganîk, pêrmênt û tiştên xurek (xurdemenî), usa jî tiştên mînêral û şekir. Plazmêda usa jî hene faktorên usa, yên ku xûnê tîr dikin, antîbeden, yên ku alî organîzmê dikin ku bikaribin tevî nexweşiya şer bikin, usa jî protêînên usa hene, ça albûmîn. Mesele, bona qenckirina hine nexweşiya hekîm dikarin nexweşra kifş kin înêksiyên gama-globûlînê, yê ku hildidin ji plazma wan meriya, îmûnîtêta kîjana ku hindava vê nexweşiyê qewî ye. Ji lekosîta hildidin întêrfêrona û întêrlêykîna, yên ku didine xebatê wedê hine vîrûsên înfêksîyayî û wedê qenckirina nexweşiya kula hevpence (rak).

Gelo Mesîhî dikare bide xebatê prêparatên usa di kîjanada hene firaksiyên xûnê? Kitêba Pîroz caba vê pirsê konkrêt nade. Lema jî, Mesîhî gerekê xwexa safî ke ku çi cûreyî bike, çimkî bona kirên xwe ew wê ber Xwedê cabdar be. Hine mesîhî prêparatên usa înkar dikin, di kîjanada hene firaksiyên xûnê. Çimkî ewana zanin ku qanûna Xwedê, ji Îsraêliya dewa dikir wekî xûnê birêjin “li ser erdê” (Qanûna Ducarî 12:22-24, PKM). Lê hinek dibeke înkar kin xûnê û çar komponêntên xûnê berî xwe din, lê ewana dikarin qayîl bin bidin xebatê wan prêparata, di kîjanada yek ji firaksiya hene. Ewana dibek difikirin, ku ev firaksî yê ku ji bînberekî hate hildanê, îda nayê hesabê emirê wî bînberî.

Çaxê tu safî dikî firaksiyên xûnê bidî xebatê yan na, pirsên usa bide xwe: “Ez fem dikim, ku hergê ez hemû firaksiyên xûnê înkar kim, ew tê hesabê ku ez wan hine prêparata jî înkar dikim, yên ku îmûnîtêtê qewî dikin û alîkariyê didin ku xûn tîr be? Ez dikarim hekîmra şirovekim, ku çira ez qayîl nabim yan jî qayîl dibim bidime xebatê yek yan jî hê zêde firaksîke xûnê?”

Opêrasî. Wedê opêrasiyê didine xebatê hêmodîlyûsiya û rênfûziya. Wedê hêmodîlyûsiyê, xûnê ji organîzmê wedelû derdixin û dewsê prêparata usa berdidinê çi ku xûnê zêde dike, paşê jî evê xûna wîye derxistî berdidin, wekî paşda bikeve bedenê. Çaxê rênfûziyê didine xebatê, ew xûna ku wedê opêrasiyê unda dibe, top dibe û paşda wedigere bedena merivê nexweş. Xûna ku ji brînê hate hildanê temiz dibe yan jî tê fîltirkirinê, û paşê paşda wedigere bedena merivê nexweş. Her hekîmek bi cûrê xwe evê mêtodê dide xebatê. Lema jî Mesîhî gerekê haş ji hemû tiştî hebe, ku hekîmê wî wê çi bike.

Çaxê safî dikî bidî xebatê van prosêdûra, pirsên usa bide xwe: “Hergê parek ji xûna min, ji bedena min derxin û sîrkûliyasiya xûnê hine wede bê sekinandinê, wî çaxî îsafa min wê îzinê bide min,wekî ewê xûnê dîsa hesab kim parek ji bedena xwe,û mecbûr nebim ku vê ‘li ser erdê birêjim’?” (Qanûna Ducarî 12:23, 24, PKM). “Hergê wedê prosêdûra hekîmtiyê parek ji xûna min bê hildanê, hine tişt bê guhastinê, û paşê paşda berî bedena min din, gelo îsafa min kîjan ku bi Kitêba Pîroz hatiye hînkirinê wê min biçerçirîne? Ez fem dikim ku hergê înkar kim hemû prosêdûrên hekîmtiyê wedê kîjanî ku xûna min tê xebitandinê, ew tê hesabê ku înkar dikim tesmîl kim xûna xwe bona analîzê, hêmodîalîzê yan xebitandina aparata usa yên ku sîrkûlasiya xûnê dike?”

Mesîhî gerekê xwexa safî ke, ku wedê opêrasiyê xûna wî ça bidine xebatê. Usa jî bona analîza û wan mêtodên qenckirinê wedê kîjana hine xûn ji organîzm hildidin dibek tiştekî diguhêzin û paşda berî vî didin, her kes gerekê xwexa safî ke.