PARA 3
Jîyîn Cinetêda Çi Cûreyî Bû?
Yehowa gelek tiştên baş da Adem û Hêwayê. Destpêbûn 1:28
Yehowa jina pêşin Hêwa efirand, ku ew Ademra bibe jin (Destpêbûn 2:21, 22).
Yehowa hiş û bedena bêkêmasî da wan û ewana bêqisûr bûn.
Mala wane Cinetêda, dêmek Êdênêda, çem-kanî, darên êmîşdar û heywan hebûn. Ew baxçe, gelek bedew bû.
Yehowa tevî wan xeber dida û ew hîn dikirin. Hergê wana gura wî bikira, wê Cinetêda heta-hetayê bijîtana.
Destpêbûn 2:16, 17
Xwedê got, ku tenê ji dara qedexekirî nexwin.Yehowa baxçê Êdênêda darek nîşanî Adem û Hêwayê kir û got, ku hergê ewana ji berê vê darê bixwin, wê bimirin.
Melekek miqabilî Xwedê rabû. Ev melekê zulm, Şeytan Mîrê-cina ye.
Şeytan nedixwest, ku Adem û Hêwa gura Xwedê bikin. Lema jî ewî bi devê mer gote Hêwayê, ku hergê ew berê wê darê bixwe, wê nemire, lê bibe mîna Xwedê. Lê ev yek derew bû (Destpêbûn 3:1-5).