PARA 1
Ça Em Dikarin Guh Bidine Xwedê?
Xwedê pê Kitêba Pîroz tevî me xeber dide. 2 Tîmotêyo 3:16
Xwedayê rast fikirên xwe bi destê meriva kitêbekêda nivîsiye. Ev kitêb Kitêba Pîroz e. Vê kitêbêda elametiya ferz heye, ya ku Xwedê dixwaze ku her kes ji me bizanibe.
Xwedê ji hemûşka bîlantir e, lema jî tenê Ew zane çi bona me hê baş e. Ewê ku gura Xwedê bike, bîlaniya rast wê bistîne (Metelok 1:5).
Xwedê dixwaze, ku hemû meriv Kitêba Pîroz bixûnin. Îro ev kitêb ser gelek zimana heye.
Hergê tu dixwazî guh bidî Xwedê, tu gerekê Kitêba Pîroz bixûnî û fem bikî.
Metta 28:19
Merivên ji hemû mileta guh didine Xwedê.Şedên Yehowa hazir in alîkariyê bidine te, wekî tu Xebera Xwedê hîn bî û tera femdarî be.
Ewana ser temamiya dinyayê derheqa Xwedê rastiyê hîn dikin.
Ev hînkirin bêpere ye. Tu him jî dikarî bêy ser civata Şedên Yehowa û derheqa Xwedê hîn bî.