XWE BONA XIZMETIYÊ HAZIR KIN | ŞABÛNA XWE XIZMETIYÊDA ZÊDE KE
Bigihîje Dila
Guhdarîkirina hindava Xwedê gerekê ji dil pêşda bê (Mtl. 3:1). Lema jî gava em hîn dikin, em gerekê qewatê bidine xebatê, wekî ew zanebûn dilê wan bigire. Gelo çawa wê yekê bikin?
Şagirtê xwe ne ku tenê rastiyên ji Kitêba Pîroz hîn ke, lê alî wî bike, ku ew bivîne ça ev zanebûn dikare hukum ke ser emirê wî û heleqetiya wî tevî Yehowa. Usa jî alî wî bike ku ew fem bike, çawa Kitêba Pîroz hizkirin û qenciya Yehowa eyan dike. Bi saya pirsa alî wî bike têderxe çi ew texmîn dike hindava rastiya ku pêdihese. Alî wî bike têderxe çi karê ew dikare bistîne, hergê nihêrandin û xeysethunurên xirab biterikîne. Çaxê tu dibînî ku şagirtê te bi dil û can Yehowa hiz kir, wî çaxî şabûna te wê bêhesab be.
BINIHÊRIN VÎDÊO “ŞABÛNÊ BISTÎNE JI HAZIRKIRINA ŞAGIRTA; FERESETÊN XWEDA PÊŞDA HERE; BIGIHÎJE DILA” Û PAŞÊ CABA WAN PIRSA BIDIN:
-
Çira Nîtayê ji Jîyanayê pirsî: “Tu fikiriyî derheqa wê yekê çi ku me Duşemê xeber da?”
-
Çawa Nîtayê alî Jîyanayê kir, ku ew prînsîpên ji Kitêba Pîroz girêde tevî hizkirina Xwedê hindava wê?
-
Çawa Nîtayê alî Jîyanayê kir bifikire, ku çi cûre ew dikare hizkirina xwe hindava Xwedê eyan ke?