Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

MÎNA ÎSA BIJÎN

“Pêşkêşa Me seva Yehowa”

“Pêşkêşa Me seva Yehowa”

Çi cûreyî em dikarin “bi dilê xweva pêşkêşiyê” bidine Yehowa? (1 Dr. 29:5, 9, 14) Jêrê tê gotinê derheqa cûre-cûre mecala, çi ku em dikarin bijbêrin, seva ku qurbanên rezedilî bikin, û bi wê yekê piştgiriya şixulê Şedên Yehowa bikin çawa mihala xweda usa jî hemdinyayêda.

QURBANKIRIN BI ONLAYNÊ YAN GAVA DAVÊJNE QUTIYÊN BONA QURBANKIRINÊ, DIDIN XEBITANDINÊ BONA:

  • ŞIXULÊ HEMDINYAYÊ

    Avakirin û çêkirina xaniyên Beytela û xaniyên başqekirî bona tercimana

    mektebên teşkîleta me

    xizmetkarên mexsûse hertim

    teşqelên tebiyetê

    derxistin û hazirkirina edebyata, bi cûrê êlêktroîk û neşêrkirî

  • XERCÊN CIVATÊ

    xercên bona tezekirina Oda Civatê û hewcên Civatê

    hemû pera ku bi rêzolûsiyayê Civatêda distînin, dişînin Beytelê bona:

    • Avakirina Oda Civatê, û Oda Civata mezin hemdinyayêda

    • Alîkariya xûşk-bira hemdinyayêda

    • Hemû şixulên din

CIVATÊN MEZIN

Qurbanên ku ser Civata mezine sêrojî têne kirinê, têne xebitandinê bona şixulê hemdinyayê. Xût bi wan qurbankirina, têne dadanê xercên bona civata mezine sêrojî, mexsûs û hemdinyayê.

Qurbanên ku ser Civata mezine yekrojî têne kirinê, xerc dikin ser çêkirin û xweykirina Oda Civata, yan jî hergê lazim e Oda hildin kirê. Mihal usa jî dikare safî ke, wekî perê qurbankirî, yên ku mane, bişînin bona şixulê hemdinyayê ya Şedên Yehowa.