Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

MÎNA ÎSA BIJÎN

Hîn be wekî di Xizmetêda hê Cêribandî bî; Serlêdana Dubare

Hîn be wekî di Xizmetêda hê Cêribandî bî; Serlêdana Dubare

EV YEK ÇIMA FERZ E: Ew merivên ku dixwazin hê zêde pêbihesin derheqa mizgînya Padşatiyê, digerin rastiyê derheqa Xwedê (Îş. 55:6). Seva ku wana kêrhatî hîn kin, em gerekê dîsa û dîsa bêne cem wan. Meriv rastî cûre-cûre çetinaya tên, lema jî cûrê hînkirina me jî wê car-car cude be. Usa hewasa wan hê pêşda tê. Hergê em xwe rind hazir kin û nihêrandina rast xwey kin ser her serlêdanekî, emê bibine xizmetkarên baş. Nêta me gerekê ew be, ku hînkirina Kitêba Pîroz destpêkin.

ÇAWA BIKIN:

  • Egle nebe û nava çend rojada serlêdanê bike (Mt. 13:19).

  • Hevalhiz û merîfet be. Xwe rihet texmîn ke

  • Pêşiyê bi dil meriv silav ke. Wedê xeberdanê navê meriv hilde. Bike bîra xwayê malê, ku çima tu hatî. Mesele dikarî bêjî ku tu hatî, wekî caba pirsê bidî, jûrnala teze bînî, malperê nîşan kî, vîdêo vêxî, yan nîşan kî ku çawa hînbûna Kitêba Pîroz derbaz dibe. Hergê wedê xeberdanê meriv dide kifşê, têmeke din wîra hewas e, hingê xeberdana xwe biguhêze (Flp. 2:4).

  • Avde tuximê rastiyê kîjan ku gihîştine dilê meriv, bi saya fikirekî ji Kitêba Pîroz, yan bi wê yekê ku we jûrnal jêra hîşt (1 Kr. 3:6). Usa bike ku meriv îtbariya xwe te bîne.

  • Hîm dayîne seva serledana dubare