19-25 Gulanê
METELOK 14
Kilama 89 û Dua | Pêşxeber (deqek)
1. Wedê Qeziya Gavên Rast Bavêjin
(10 deqe)
Haj xwe hebe wekî îtbariya xwe “her gotinê” neynî (Mtl. 14:15; w23.02 22-23 ¶10-12)
Hergê tu yekî cêribandî yî, dîsa jî xweda bawer nîbe (Mtl. 14:12)
Guh nede wan meriva, yên ku rêberiya teşkîleta Yehowa înkar dikin (Mtl. 14:7)
BIFIKIRE: Rûspîno hûn hazir in, wekî wedê teşqela pey rêberiya Yehowa herin û îtbariya xwe wî bînin? (w24.07 5 ¶11)
2. Xizna Kitêba Pîroz
(10 deqe)
-
Mtl. 14:15—Pêşiya ku safîkirina bikî, tu çi gerekê hildî hesab? (Iff dersa 35, abzasa 2)
-
Ji xwendina Kitêba Pîroze vê heftiyê, kîjan fikirên qîmet te xweş hat?
3. Xwendina Kitêba Pîroz
(4 deqe) Mk. 11:1-16 (th dersa 11)
4. Xeberdanê Destpêkin
(3 deqe) XIZMETÎ LI WAN CIYA KÎDERÊ GELEK MERIV IN. Bi saya Kitêba Pîroz berdilî bide wî merivî, yê ku bona halê êkonomîkî ber xwe dikeve (lmd dersa 3, abzasa 3).
5. Xeberdanê Berdewam kin
(4 deqe) MAL BI MAL. Jûrnalekê bide meriv, kîderêda ev têma heye, ya ku wedê xeberdana weye paşin, jêra hewas bû (lmd dersa 9, abzasa 4).
6. Şagirta Hazir kin
(5 deqe) Xwendekarê xwe hêlan ke, wekî her roj Kitêba Pîroz bixûne û bêje ku ça ew dikare vê yekê bike (th dersa 19).
Kilama 126
7. Bona Teşqela Hazir bin
(15 deqe) Şêwirkirin.
Rûspî gerekê derbaz ke. Hergê ji Beytelê yan ji koma rûspiya derheqa teşqelê rêberî hatiye dayînê, elam ke.
Em rojên xilaziya vê dinyayêda dijîn, lema jî em zanin wekî halê dinyayê wê diha xirab be (2 Tîm. 3:1; Mt. 24:8). Gelek car cimeta Yehowa pêşiya yan jî wedê teşqela rêberiyê distînin, wekî emirê xwe xilaz kin. Wedê teşqelê emirê me dikare vê yekêva girêdayî be, ku em nihada xwe aliyê ruhanî û fîzîkîda bona teşqela hazir dikin yan na (Mtl. 14:6, 8).
-
Aliyê ruhanîda xwe hazir kin: Timê Kitêba Pîroz bixûnin û hînbûna şexsî derbaz kin. Hemû cûre xizmetiyêda kar bikin û vê yekêda xîret bin. Xwe unda nekin, hergê hûn wedelû ji civatê bêne qetandinê (Mtl. 14:30). Yehowa û Îsa wê timê kêleka we bin (od 176 ¶15-17).
-
Aliyê fîzîkîda xwe hazir kin: Xêncî çentê revê, her malbet gerekê xem bike, wekî mala wanda êpêce xwarin, av, derman û tiştên lazim hebe, hergê nişkêva derece bê guhastinê û lazim be ku ewana ji malê derneyên (Mtl. 22:3; g17.5 4).
Vêxe VÎDÊO Te Xwe Hazir Kiriye bona Teşqela? Paşê pirsa bide guhdara:
-
Wedê teşqelê Yehowa ça dikare alî me bike?
-
Nihada em çi dikarin bikin, wekî bona teşqela hazir bin?
-
Em ça dikarin alî wan meriva bikin, yên ku rastî teşqelê hatine?
8. Hînbûna Kitêba Pîroz Civatêda
(30 deqe) bt serê 26, abzasa 18-22, çargoşe ser rûp. 209