27 Gulanê–2 Hezîranê
ZEBÛR 42-44
Kilama 86 û Dua | Pêşxeber (deqek)
Ji Hînkirina Xwedê bi Temamî Karê Bistînin
(10 deqe)
Van mecala ji destê xwe bernede, ku tevî xûşk-bira Yehowa bihebînî, çiqas dikarî rû bi rû tevî wan be (Zb. 42:4, 5; w06 1/6 9 ¶4)
Pêşiya lêkolîna Xebera Xwedê, dua bike (Zb. 42:8; w12 15/1 15 ¶2)
Bihêle wekî rastiya Kitêba Pîroz rêberiya hemû gavên te bike (Zb. 43:3)
Hînkirina Xwedê wedê tengasiya me qewî dike û alî me dike li gora sonda xwe bijîn (1 Pt. 5:10; w16.09 5 ¶11-12).
2. Xizna Kitêba Pîroz
(10 deqe)
-
Zb. 44:19—Dibeke çi tê hesabê gilî ‘ciyê çeqela’? (it-1 1242)
-
Ji xwendina Kitêba Pîroze vê heftiyê, kîjan fikirên qîmet te xweş hat?
3. Xwendina Kitêba Pîroz
(4 deqe) Mt. 21:15-30 (th dersa 11)
4. Xeberdanê Destpêkin
(4 deqe) MAL BI MAL. Meriv hêlan ke ku hînbûna Kitêba Pîroz destpêke (lmd dersa 5, abzasa 5).
5. Xeberdanê Berdewam kin
(5 deqe) MAL BI MAL. Meriv teglîf ke ser gotara civatê. Şêwir ke vîdêo Çi Diqewime Oda Civatêda? (ne lazim e vîdêo vêxî). (lmd dersa 7, abzasa 5)
6. Gotar
(3 deqe) lmd elametiya zêde A №4—Têma: Her Kes Wê Sihet-Qewat be (th dersa 2).
Kilama 21
7. Hindava Xebatê û Xwendina Bilind Safîkirinên Bîlanî Bike
(15 deqe) Şêwirkirin.
Cahilno, we îda safî kiriye ku pey xilazkirina mektebêra çi bikin? Dibeke we îda safî kiriye, ku filan xebatê xwera bivînin, wekî bikaribin ça pêşeng xizmet kin. Yan jî dibeke hûn difikirin derheqa hine kûrsa, kîderê dikarin pêşekê hîn bin, yan jî dîplomekê bistînin, wekî xwera xebateke usa bivînin. Emirê weda ew wedekî hewas e! Lê dibeke wedê safîkirinê, hûn tevlihev bin ji bo gelek şîreta yan jî hêlankirina merivên din. Çi dikare alî we bike, wekî safîkirina bîlanî bikin?
Bixûne Metta 6:32, 33. Paşê pirsa bide guhdara:
-
Çira wê baş be wekî pêşiya safîkirinên derheqa xebatê û xwendina bilind, nêtên ruhanî daynin pêşiya xwe?
-
Dê-bav ça dikarin alî zarên xwe bikin, wekî Metta 6:32, 33 bidine xebatê? (Zb. 78:4-7)
Fesal be wekî xwestina te ku axiriyêda aliyê perada tu kêmasiyê nevînî yan jî bibî navdar, ser safîkirinên te hukum nebe (1 Yn. 2:15, 17). Bîr neke, wekî ji bo gelek pera merivra dikare çetin be mizgîniya Padşatiyê qebûl ke (Lq. 18:24-27). Çaxê meriv pey hebûkê dikeve, wîra çetin dibe ruhanîda pêşda here û hiş-aqilê xwe bide ser vê yekê ku dilê Yehowa şa ke (Mt. 6:24; Mk. 8:36).
Vêxe VÎDÊO Miqatî Xwe bin, wekî Îtbariya Xwe Wan Tişta Neynin, Çi ku Wê Kuta bin!—Hebûk. Paşê pirsa bide guhdara:
-
Çawa Metelok 23:4, 5 dikare alî te bike, wekî safîkirinên bîlanî bikî?
8. Hînbûna Kitêba Pîroz Civatêda
(30 deqe) bt serê 10 ¶5-12