Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

MÎNA ÎSA BIJÎN

Te Xwe Hazir Kiriye?

Te Xwe Hazir Kiriye?

Hergê şeherê teda teşqelên tebyetê destpêbin, tu bona vê yekê hazir î? Usa dikare biqewime, ku nişkêva bajarê teda erd biheje, firtone yan sêlav destpêbe, yan jî agir mêşe keve, çi ku wê ziyaneke mezin bîne. Xêncî wê yekê nişkêva dikare mîtîng yan hicûmkirina têrorîsta destpêbe, usa jî nexwaşiyên hal bela bin (Wz. 9:11). Em gerekê nefikirin, ku ew hemû tişt wê tu car bajarê meda neqewimin.

Her kes ji me gerekê seva teşqelên tebyetê xwe hazir ke (Mtl. 22:3). Rast e teşkîleta Yehowa alîkariyê dide, çaxê teşqelên tebyetê diqewimin, lê ev nayê hesabê ku em îda cabdar nînin xwe hazir kin (Gl. 6:5, spartin).

BINIHÊRIN VÎDÊO “TE XWE HAZIR KIRIYE BONA TEŞQELÊN TEBYETÊ?” Û PAŞÊ CABA WAN PIRSA BIDIN:

  • Çawa em dikarin aliyê ruhanîda seva teşqelên tebyetê xwe hazir kin?

  • Çima ferz e . . .

    • tevî rûspiya şixulkariyê bikin, pêşiya, wedê û paşî teşqelên tebyetê?

    • tiştên lape ferz û lazim çenteda hazir kin? (g17.5 6)

    • şêwir kin ku mihala weda çi qezî dikarin biqewimin, û wan her derecada hûnê çi bikin?

  • Bi kîjan sê tişta em dikarin alî meriya bikin, gava ewana rastî teşqelên tebyetê bên?