Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

MÎNA ÎSA BIJÎN

Bi Jîyîna Xwe Pesna Bide Yehowa!

Bi Jîyîna Xwe Pesna Bide Yehowa!

Jîyîn pêşkêşeke qîmet e. Ew ku çawa em her roj evê pêşkêşê didine xebate, dide kifşê ku çiqas em ev qîmet dikin. Em Şedên Yehowa feresetên xwe didine xebatê, ku hurmet-rûmet kin Yehowa, çimkî ew Jîyîndarê me ye (Zb. 36:9; Ent. 4:11). Lê xemên her rojî di vê diniya zulmda, dikarin hêsa dîna me ji tiştên ruhanî derbazî tiştên din kin (Mq. 4:18, 19). Lema jî wê baş be ku her kes ji me xwe bipirse: “Ez bi rastî tiştên lapî baş didime Yehowa?” (Hs. 14:2). Çawa xebata min hukum dike ser xizmeta min Yehowara? Çi nêtên mine ruhanî hene? Çawa ez dikarim xizmetêda hê zêde bikim? Hergê divînî ku tiştekîda tu gerekê daha cêribandî bî, Yehowara bona alîkariyê dua bike û xwe biguhêze. Bê şik hergê em her roj pesna didine Yehowa, em jîyîna xweda lezetê divînin û bextewar dibin! (Zb. 61:8)

Feresetên xwe tu tesmîlî kê dikî?

BINIHÊRE VÎDÊO “FERESETÊ XWE BONA YEHOWA BIDE XEBATÊ”, Û CABA WAN PIRSA BIDE:

  • Çima neaqlanî ye feresetên xwe bidine dinya Şeytan? (1 Yn. 2:17)

  • Kîjan kerem wê bistînin ew meriv, yên ku tiştên lapî baş didine Yehowa?

  • Çawa xizmetêda, tu dikarî feresetên xwe bidî xebatê?