Privacy Settings

To provide you with the best possible experience, we use cookies and similar technologies. Some cookies are necessary to make our website work and cannot be refused. You can accept or decline the use of additional cookies, which we use only to improve your experience. None of this data will ever be sold or used for marketing. To learn more, read the Global Policy on Use of Cookies and Similar Technologies. You can customize your settings at any time by going to Privacy Settings.

Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

XWE BONA XIZMETIYÊ HAZIR KIN | ŞABÛNA XWE XIZMETIYÊDA ZÊDE KE

Alîkariya Xûşk-Bira Qebûl ke

Alîkariya Xûşk-Bira Qebûl ke

Yehowa alî me dike bi saya xûşk-birên meye ji “temamiya dinyayê” (1 Pt. 5:9). Ewana dikarin alî me bikin, gava em xizmetiyêda rastî çetinaya tên. Bînin bîra xwe ku Pawlos jî alîkariya xûşk-bira distand, mesele ji Ekîla û Priskîla, Sîlas, Tîmotêyo û ji yên din (Kr.Şn. 18:1-5).

Lê ça xûşk-bira dikarin xizmetiyêda alî te bikin? Ewana dikarin şîretên kêrhatî bidine te, mesele gava xizmetiyêda kesek pirsekêda neqayîl e, çawa serlêdana dubare bikin, yan jî çawa hînbûna Kitêba Pîroz destpêkin û derbaz kin. Bifikire ku kê civatêda dikare alî te bike, û alîkariyê ji wî bixwaze. Bêşik, ji vê yekê hûnê herdu jî karê bistînin û şabûna hevdu zêde kin (Flp. 1:25).

BINIHÊRIN VÎDÊO “ŞABÛNÊ BISTÎNE JI HAZIRKIRINA ŞAGIRTA; ALÎKARIYA YEHOWA QEBÛL KE; BIRATIYA ME”, Û PAŞÊ CABA WAN PIRSA BIDIN:

  • Pareke ji vîdêo “Şabûnê Bistîne ji Hazirkirina Şagirta; Alîkariya Yehowa Qebûl ke; Biratiya Me”. Nîta û xûşkeke din tevî Jîyanayê hînbûnê derbaz dikin.

    Çawa Nîtayê Jîyanayê hêlan dikir, wekî ew bê ser civatê?

  • Pareke ji vîdêo “Şabûnê Bistîne ji Hazirkirina Şagirta; Alîkariya Yehowa Qebûl ke; Biratiya Me”. Nîta û xûşkeke din tevî Jîyanayê hînbûnê derbaz dikin.

    Çira em gerekê xûşk-birên din jî bivin ser hînbûnê?

  • Pareke ji vîdêo “Şabûnê Bistîne ji Hazirkirina Şagirta; Alîkariya Yehowa Qebûl ke; Biratiya Me”. Nîta û xûşkeke din tevî Jîyanayê hînbûnê derbaz dikin.

    Hazirkirina şagirtada temamiya civatê alîkariyê dide

    Çida Jîyana û Abîgaîl mîna hev bûn?

  • Xûşk-bira çawa dikarin alî te bikin ku xizmetêda diha cêribandî bî?