Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

MÎNA ÎSA BIJÎN

Hîn be wekî di Xizmetêda Hê Cêribandî bî; Şedetî pê Kamêra û Domofona

Hîn be wekî di Xizmetêda Hê Cêribandî bî; Şedetî pê Kamêra û Domofona

EV YEK ÇIMA FERZ E: Îro qaçaxtî gelek belabûyî ye, lema jî gelek meriv mala xweda sîstêmên bêxofiyê datînin ku xwe biparêzin. Mesele, ewana kamêra û domofona datînin. Dibe ku em berxwe dikevin, ku çawa şedetiyê bidine wan meriya, kîjana ku em navînin, lê ewana me divînin. Şîretên jêrê dayî wê alî me bikin, wekî em netirsin gava ber kamêra û domofona şedetiyê didin.

ÇAWA BIKIN:

  • Nihêrandina pozîtîv xweyî ke. Gelek meriv, ber derê kîjana ku kamêra yan domofon hene, hazir in tevî me xeber din

  • Bîr neke, wekî hine kamêra usa çêkirî ne, ku pêşiya tu zengil xî jî, kamêra îda te dikişîne û xweyê malê dikare te bivîne û bibihê

  • Çaxê xweyê malê caba te bide, tevî wî usa xeber de, ça bêjî ew ber te sekinî ye. Bira beşera te xweş be û jêstên te bi tebiyetî bin. Wan tişta bêje, çi ku te dixwest ber xweyê malê bigota. Hergê derîva kamêra heye, ser çevê xwe gelek nêzîkî kamêrê neke. Hergê xweyê malê caba te nade, nelazim e înformasiya bi deng bihêlî

  • Gava hûn xeberdanê xilaz kin, bîr nekin wekî xweyê malê dîsa jî dikare pê kamêrê we bivîne û dengê we bibihê