TÊMA JI RÛYÊ JÛRNALÊ | KÎ NE ŞEDÊN YAHOWA?
Çira Em Dannasîn Dikin?
Dibeke we texmîn kiriye ku em ji rêlîgiyên din cude dibin, çimkî nav temamiya dinyayêda em dannasîn dikin, mesele mal bi mal, ciyên ku gelek meriv in, dikarin bêjin hemû dera. Lê gelo çira em ewî şixulî dikin?
Şedên Yahowa dannasîn dikin bona rûmetkirina Xwedê û seva ku navê wî merivara eyan kin (Îbranî 13:15). Em usa jî dixwazin gura vê temiya Îsa bikin: “Niha herin hemû mileta hîn kin . . . wan hemû temiyêd ku min dane we . . . , wekî ew xwey kin” (Metta 28:19, 20).
Em usa jî dannasîn dikin, çimkî meriva hiz dikin (Metta 22:39). Rast e em fem dikin ku rêlîgiya gelek meriva heye û ku hewasa ne hemû meriva mizgîniya mera tê. Lê em zanin ku çi ku Kitêba Pîroz hîn dike dikare emir xilaz ke. Lema jî em berdewam dikin “timê” mizgîniya xêrê dannasîn kin û hîn kin derheqa Mesîh. Ew yek Mesîhiyên berê jî dikirin (Karên Şandiya 5:41, 42).
Sosîolojîst Antonîo Kova Madûro nivîsiye derheqa “wî cefayî û qewatê ku Şedên Yahowa xerc dikin û wan çetinaya yên ku ewana derbaz dikin . . . , seva ku nivîsarê pîroz bigihîje hemû dera” (Rojname “Êl Yûnîvêrsal”, Vênêsûêla).
Heçî zef kê edebyetên me dixûnin Şedên Yahowa nînin. Û gelek ji wan yên ku em tevî wan hînbûna Kitêba Pîroz derbaz dikin, rêlîgiyên wan hene. Lê yeke ewana razî ne ku Şedên Yahowa rastî wan tên.
Hilbet, pirsên weye din jî hene derheqa Şedên Yahowa. Em we hêlan dikin ku pirsên xwe usa bivînin
-
Ji Şedên Yahowa kesekî bipirsin.
-
Bikevine malpera me www.jw.org.
-
Werên ser civatên me, kîjan ku bona hemûya ne û bê pere ye.