Pirsêd Kitêba Pîrozva Girêdayî
Çi hîviya însanetê ye?
Meriv zandariyêda gelek pêşda çûne û hê pêşda diçin. Lê pirs pêşda tê, wê bikaribin usa bikin wekî meriv bi dil û can bona hev xem bikin? Na. Çimkî roja îro meriv xwehiz û tima ne. Lê Xwedê bona me axirîke baş hazir kiriye. (Bixûne 2 Petrûs 3:13.)
Xebera Xwedêda nivîsar e derheqa wê însanetê kîjan ku wê bi rastiyê hev hiz bikin. Meriv wê bê xof bijîn, û tu kes wê ziyanê nede wan. (Bixûne Mîxa 4:3, 4.)
Çawa xwehizî wê bê altkirinê?
Xwedê meriv usa çênekiriye ku xwehiz bin. Neguhdarîkirina hindava Xwedê, Adem kire neqedandî. Lema jî xwehizî ça mîrat derbazî ser me bû. Lê Xwedê wê bi alîkariya Îsa, dîsa bêqusûrtiyê bide me. (Bixûne Romayî 7:21, 24, 25.)
Îsa bi qirara Xwedê xwe kire qurban, wekî hemû tiştêd ku ji neguhdarîkirina Adem pêşda hatibûn, bide hildanê (Romayî 5:19). Bi wê yekê Îsa hîmê qewî danî bona axiriyê, kîderê ku însanet wê aza be ji xwehiziyê, ya ku meriya hêlan dike berbi xirabiyê. (Bixûne Zebûr 37:9-11.)