Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Pirsêd Xwendevana

Pirsêd Xwendevana

Berê, di edebyetêd meda usa dihate şirovekirinê ku tiştek, kesek, yan qewimandineke ji Kitêba Pîroz, bi sîmbolîk dihate hesabê tiştekî hê mezin di axiriyêda. Lê wan paşwextiya îda usa nayê şirovekirinê. Çira?

Di “Birca Qerewiliyê” ya 15 Îlonê, sala 1950-da, dihate şirovekirinê wekî çi tê hesabê çaxê kesek yan tiştekî berê, bi sîmbolîk tê hesabê kesek yan tiştekî hê girîng, li axiriyê. Carna li ser wan tiştêd yan kesêd berê dihate gotinê ku ew heye siya tiştekî yan kesekî li axiriyê.

Berê, di edebyetêd meda dihate gotinê ku ew jin û mêrêd amin mesele ça Debora, Elîhû, Yeftah, Îbo, Rexab, Rebeka, û gelek kesêd din jî bi sîmbolîk dihatine hesabê yan yêd rûnkirî yan jî “elaleteke mezin” (Eyantî 7:9). Mesele, di edebyetada hatibû gotinê ku Yeftah, Îbo, û Rebeka dihatine hesabê yêd rûnkirî, û Debora û Rexab dihatine hesabê “elaleteke mezin”. Lê di wan paşwextiya em îda usa beramberî hev nakin. Çira?

SIYA KESEKÎ

Berxa qurban ya Cejina Derbazbûnê Îsraêla berêda, dihate hesabê siya kesekî (Jimar 9:2).

XWEXA KES

Pawlos got ku Îsa Mesîh heye “berxê meyî Cejina Derbazbûnê” (1 Korintî 5:7).

Kitêba Pîroz hîn dike ku hine kes têne hesabê kesekî yan tiştekî girîng di axiriyêda. Mesele, di Galatî 4:21-31-da, Pawlosê şandî gilî kir qewimandinek derheqa du jina û got ku ewê qewimandinê gerekê bi sîmbolîk fem kin. Jina pêşiyê ew heye Hacer, cariya Birahîm. Pawlos şirovedike ku ew tê hesabê cimeta Îsraêl, yêd ku bi qanûna Mûsa tevî Xwedê girêdayî bûn. Jina din ew heye “jina aza”, Sera, jina Birahîm. Ew dihate hesabê jina Xwedê, dêmek pareke teşkîleta Xwedê, yê ku ser ezmana ye. Pawlos usa jî gotibû ku Melkîsedekê keşîş û Îsa Mesîh gelek tiştada mîna hev bûn (Îbranî 6:20; 7:1-3). Hin jî Pawlos, Îşaya pêxember û kurêd wî beramberî Îsa û rûnkiriya kir (Îbranî 2:13, 14). Pawlos bi hukumê ruhê Xwedêyî Pîroz beramber dikir, lema jî em dikarin bawer bin, ku hemû beramberkirinêd Pawlos rast in.

Lê çaxê Kitêba Pîroz dide kifşê ku kesek bi sîmbolîk tiştekî girîng di axiriyêda tê hesabê, em gerekê îzinê nedine xwe, wekî her dêtal yan qewimandin ji emirê wî kesî bi sîmbolîk hesab kin. Mesele Pawlos şirovekir ku Melkîsedek siya Îsa ye. Lê derheqa nan û şeravê kîjan ku Melkîsedek bona Birahîm anî, çaxê ewî çar padşa alt kiribû, Pawlos tiştek negot. Dêmek ji Kitêba Pîroz tu menî tune wekî em ji vê qewimandinê tiştekî bigerin û bi sîmbolîk hesab kin (Destpêbûn 14:1, 18).

Hine nivîskarêd qirna yekêda, paşî mirina Îsa şaş bûn. Wana hemû qewimandinê ji Kitêba Pîroz hesab dikirin ça tiştekî bi sîmbolîk. Ensîklopêdiyek derheqa hînkirinêd Orîgên, Ambros, û Yêromê gilî dike: “Wana di hemû qewimandinêd ji Kitêba Pîrozda digeriyan, ku tiştekî bi sîmbolîk hesab kin. Hela qewimandinêd hêsada jî wana dixwest rastiya [veşartî] pêbihesin . . . , mesele çaxê Îsa paşî saxbûna xwe şagirtêd xweva eyan bû, û wî çaxî şagirtêd wî ku 153 mesî girtibûn, hesabê wan mesiyada jî wana tiştekî bi sîmbolîk dixwest bidîtana” (The International Standard Bible Encyclopaedia).

Nivîskarekî din bi navê Aûgûstînûs ji Hîppo, şirovekir qewimandineke ji Kitêba Pîroz çaxê Îsa 5 000 meriv bi pênc nana û du mesiya têr kir. Ewî got ku ew pênc nanê ce, têne hesabê Pênc Kitêbêd Mûsa, dêmek “Peymana Kevin”. Û çimkî genim ji ce qîmettir e, “Peymana Nû” jî ji “Peymana Kevin” hê qîmettir e. Usa jî ewî şirovekir ku ew du mesî têne hesabê padşa û keşîş. Zandarekî din jî şirovekir qewimandina derheqa Aqûb û Esav. Ewî got, ew yek ku Aqûb ji Esav nixurîtî kirî pê tûsî xwarina goşte rengê sor, tê hesabê ku Îsa pê xûna xwe gumana jîyîna ser ezmana merivara qazanç kir.

Hergê ev şirovekirin bona we ecêbmayî ne, ew tiştekî bi logîkî ye. Meriv nikare hemû tiştî pêbihese, ku kîjan qewimandin ji Kitêba Pîroz siya tiştekî axiriyê ye yan na. Lema hê bîlanî ye, çaxê Kitêba Pîroz xwexa eyan dike ku kesek, tiştek yan qewimandinek tê hesabê tiştekî girîng di axiriyêda, wî çaxî em qayîl in. Lê hergê Kitêba Pîroz eyan neke, em xwexa gerekê ewê qewimandinê bi sîmbolîk hesab nekin.

Lê çawa em dikarin karê bistînin ji qewimandinêd Kitêba Pîroz? Pawlos nivîsî: “Lê çi ku pêşda kitêbada hate nivîsarê, bona hînbûna me hate nivîsarê, wekî em bi sebirê û wan gotinêd nivîsarada ku bînê didine ber me, xweyîguman bin” (Romayî 15:4). Pawlos nivîsî bona rûnkiriya di qirna yekêda, û digote wan ku çawa ewana dikarin karê bistînin ji qewimandinêd Kitêba Pîroz. Lê hemû Mesîhî, çawa rûnkirî usa jî “pezêd din” dikarin kareke mezin bistînin ji dersêd ku di Kitêba Pîrozda hene (Yûhenna 10:16; 2 Tîmotêyo 3:1).

Lema jî, hemû qewimandinêd ji Kitêba Pîroz ne lazim e beramberî kin tevî rûnkiriya, yan jî “pezêd din”, yan jî tevî hine Mesîhiya nava terîxiya dinyayêda. Dewsê hemû qulixkarêd Xwedê dikarin ji wan qewimandina karê bistînin, çawa berê usa jî niha. Mesele, em gerekê çerçirandina Îbo beramberî çerçirandina rûnkiriyêd wedê Şerê Hemdinyayêye yekê nekin. Ji cimeta Xwedê gelek jin jî, mêr jî, rûnkirî yan “pezêd din” jî çerçirîne mîna Îbo, û wana kareke mezin stand ji mesela wî. Wana dît ku “Xudan axiriya wî çawa xêr kir. Xudan çiqasî bi îsaf û rem e!” (Aqûb 5:11)

Di civatêd meda, em dikarin bivînin xûşkêd emirda mezin, yêd ku amin in mîna Deborayê, yan jî rûspiyêd cahil, yêd ku mîna Elîhû bîlan in. Em usa jî dikarin bivînin pêşenga, yêd ku xîret û mêrxas in, çawa ku Yeftah, yan jî xûşk û bira kîjan ku mîna Îbo bi sebir in. Em gelek ji Yahowa razî ne wekî “çi ku pêşda kitêbada hate nivîsarê” gihîştine me, wekî “wan gotinêd nivîsarada ku bînê didine ber me, xweyîguman bin!”

Lema jî, em naxebitin ku her qewimandineke di Kitêba Pîrozda hesab kin bi sîmbolîk yan jî tiştekî girîng di axiriyêda. Dewsê edebyetêd me niha dîna me didine ser dersêd kêrhatî ji Kitêba Pîroz.