Çira Gerekê Bi Navê Îsa Dua Bikin?
ÇAXÊ Îsa ser erdê bû, ewî gelek tişt derheqa duakirinê hîn dikir. Wî çaxî serwêrên rêlîgiya Cihûya, hiz dikirin “meydanada bisekinin” û dua bikin. Gelo çira wana usa dikir? Seva “ku ber meriva bêne kifşê”. Bi vê yekê wana dixwast, wekî meriv ruhaniya wanra firnaq bin. Gelek ji wan duayên dirêj digotin û xebera diwekilandin, çimkî wana tirê, wekî bi saya vê yekê duayên wan wê bêne bihîstinê (Metta 6:5-8). Îsa dixwast bida kifşê, ku duayên usa pûç in. Usa ewî alî merivên dilsax kir, ku ewana bizanibin wekî çi cûreyî dua nekin. Lê Îsa ne tenê vê yekê hîn dikir, ku ça gerekê dua nekin.
Îsa hêlan dikir, wekî meriv duayên xweda bixwazin, wekî navê Xwedê pîroz be, Padşatiya Wî bê û qirara Wî bê sêrî. Usa jî Îsa hîn dikir, wekî duayên xweda em dikarin derheqa hewcên xweye şexsî jî Xwedêra dua bikin (Metta 6:9-13; Lûqa 11:2-4). Bi saya mesela, Îsa da kifşê, wekî çiqas ferz e berdewam kin dua bikin, bawerî û milûktiyê bidine kifşê seva ku duayên me bêne bihîstinê (Lûqa 11:5-13; 18:1-14). Û her tişt çi ku Îsa hîn dikir, ewî xwexa pê kirên xwe dianî sêrî (Metta 14:23; Marqos 1:35).
Bêşik bi saya şîretên Îsa, duayên şagirtên wî diha baş dibûn. Lê şeva paşin ya jîyîna xweye ser erdê, Îsa derheqa dua şagirtên xwe hîn kir.
“Wede ku Cûrê Duakirinê Hate Guhastinê”
Vê şevê Îsa gelek wede tevî şagirtên xweyî amin xeber dida û wana dişidand. Ew wedê layîq bû, seva ku tiştekî teze wana hîn ke. Îsa got: “Ez im, rê, rastî û jiyîn”. “Tenê pê min yek dikare bê cem Bavê”. Paşê ewî sozekî usa da wan: “Pê navê min hûn çi bixwazin, ezê bikim, wekî Bav pê Kur bê rûmetkirinê. Heger hûn pê navê min tiştekî bixwazin ezê bikim”. Xilaziya xeberdanê ewî got: “Heta niha we pê navê min tu tişt nexwestiye. Bixwazin, hûnê bistînin, usa wekî şabûna we temam be” (Yûhenna 14:6, 13, 14; 16:24).
Ew xeber gelek ferz bûn. Ferhengeke Kitêba Pîrozda tê gotinê, wekî ew bû “wede ku cûrê duakirinê hate guhastinê”. Îsa nedixwest bigota, wekî wana îda gerekê wîra dua kira, ne ku Xwedêra. Dewsê ewî wanara rêke teze vekir, ku ça ewana dikarin diha nêzîkî Yehowa Xwedê bin.
Hemikî, Xwedê timê duayên xizmetkarên xweye amin dibihîst (1 Samûyêl 1:9-19; Zebûr 65:2). Lê çaxê Xwedê tevî cimeta Îsraêlê peyman girêda, ew merivên ku dixwestin, wekî Xwedê duayên wan bibihê gerekê qebûl kirana, wekî cimeta Îsraêl, cimeta bijartî ye. Hine wext şûnda, hêna Silêmanda wana gerekê qebûl kira, wekî qurban gerekê tenê paristgeha Orşelîmêda bianiyana, çimkî ew yek Xwedê dewa dikir (Qanûna Ducarî 9:29; 2 Dîrok 6: 32, 33). Lê ew cûre hebandin wedelû bû. Pawlosê şandî nivîsî, wekî qanûn kîjan ku Îsraêliyara hatibû dayînê, usa jî qurbanên ku dianîne paristgehê “siya wan tiştên qenc e, kîjane ku tên, lê ne xût mîna wan yeka ye” (Îbranî 10:1, 2). Sî gerekê rê bida tişteke rêalî (Kolosî 2:17). Lema jî ji sala 33 D.M., heleqetiya tevî Yehowa îda xweykirina Qanûna Mûsava girêdayî nîbû. Dewsê, heleqetiya nêzîk tevî Yehowa îda wî kesîva girêdayî bû, derheqa kîjanî Qanûnê digot, dêmek Îsa Mesîhva (Yûhenna 15:14-16; Galatî 3:24, 25).
Nav, “ku ji Hemû Nava Bilindtir e”
Îsa hîmê diha baş danî, seva ku em bikaribin heleqetiya nêzîk tevî Yehowa saz kin. Ew bona me bû dostekî qewî bi saya kîjanî rê mera vebû, seva ku Xwedê duayên me bibihê û caba duayên me bide. Lê çi îzin dide Îsa, ku vê yekê bona me bike?
Em hemûşk jî gunekar têne bûyînê, lema jî tu şixul û qurban nikarin me ji gune paqij kin û mecalê bidin, wekî tevî Xwedayê pîroz Yehowa dostiyê bikin (Romayî 3:20, 24; Îbranî 1:3, 4). Lê Îsa emirê xweye kamil berva da û me ji guna aza kir, seva ku em bikaribin li Xwedê hev bên (Romayî 5:12, 18, 19). Û niha her kes, kê ku dixwaze ber çevê Xwedê paqij bê hesabê û mecala wî hebe bi mêrkîmî nêzîkî Xwedê be, gerekê baweriya xwe qurbana Îsa bîne û bi navê Îsa dua bike (Efesî 3:11, 12).
Çaxê em bi navê Îsa dua dikin em didine kifşê, wekî bawer dikin ku bi saya Îsa qirara Xwedê wê bê sêrî. Mesele, bi saya wan sê rola Îsa qirara Xwedê tîne sêrî: 1) Îsa “Berxê Xwedê” ye, qurbana kîjanî ku bû hîm bona baxşandina guna. 2) Îsa hate saxkirinê û niha “serekkahînekî” meyî mezin e û bi saya qurbanbûna wî em kerema distînin. 3) Îsa ew heye “rê”, kîjan ku mecal mera vekir, wekî em pê dua nêzîkî Yehowa bin (Yûhenna 1:29; 14:6; Îbranî 4:14, 15).
Duayên ku pê navê Îsa têne gotinê, rûmetê didine wî. Û vê yekêda tiştekî xirab tune ye, çimkî xwexa Yehowa dixwaze, “wekî her çok li ber navê Îsa bitewe . . . û her zar-ziman îqrar ke, ku Îsa Mesîh Xudan e, bona rûmeta Bav Xwedê” (Fîlîpî 2:10, 11). Lê diha ferz ew e, ku çaxê em pê navê Îsa dua dikin, em rûmetê didine navê Yehowa, yê ku Kurê xwe bona me berva da (Yûhenna 3:16).
Em gerekê hergav bi dil û can dua bikin, ne ku çimkî ew mera bûye xeyset
Em Kitêba Pîrozda ser Îsa gelek nav û sernava divînin, kîjan ku alî me dikin fem bikin, ku ew cîkî çiqas bilind digire. Ewana alî me dikin, bidine ber çevê xwe ew her tişt çi ku Îsa anî sêrî, tîne sêrî û dîsa axiriyêda wê bîne sêrî bona kara me (Binihêrin çargoşe “ Rola Îsaye Ferz” ). Bi rastî jî, Îsara navekî “ku ji hemû nava bilindtir e” hatiye dayînê. * Hemû hukumên ser erdê û ezmana wîra hatiye dayînê (Fîlîpî 2:9; Metta 28:18).
Bira Ne Tenê Bibe Xeyset
Hergê em dixwazin Yehowa duayê me bibihê, em gerekê bi navê Îsa dua bikin (Yûhenna 14:13, 14). Lê em naxwazin, ku gotina meye “bi navê Îsa” tenê mera bibe xeyset. Lê çima?
Werên em meselekî şêwir kin. Bidine ber çevê xwe ku we nema standiye, kîderê usa nivîsîye “bi hizkirinê ji ... ”. Bi texmîna we ev gilî-gotina ku xilaziya nemêda ye, bi rastî hestên wî merivî eyan dike yê ku wera nema şandiye? Yan ewî usa nivîsî, çimkî ew yek qeyde ye? Xebitandina navê Îsa duayên xweda gerekê diha zêde tişt bê hesabê, ne ku ça xeberên ku qeydê ye xilaziya nemê binivîsin. Rast e, em gerekê hergav dua bikin, lê gerekê vê yekê bi dil û can bikin. Lê ne ku çimkî ew mera bûye xeyset (1 Têsalonîkî 5:17; Zebûr 119:145).
Çi bikin seva ku gilî-gotina “bi navê Îsa” mera nebe ça qeyde? Wê baş be hergê em kûr bifikirin ser xeyset-hunurên Îsa, ku gelek qîmet in. Bifikirin wekî ewî îda çi bona we kir û dîsa wê çi bike. Duada razîbûna xwe Yehowara bidine kifşê û pesina bidine wî, wekî ewî roleke usa mezin û mexsûs daye Kurê xwe Îsa. Ew yek wê baweriya we hindava wê sozê Îsa qewî ke: “Hûn pê navê min çi ji Bavê bixwazin, ewê bide we” (Yûhenna 16:23).
^ Li gora ferhengekî xebera Yûnanî, ya ku tê welgerandinê ça “nav”, usa jî tê hesabê çi ku navva girêdayî ye. Mesele, hukumdarî, hunur, cî ku digire, himzorî, qewat.