Bira Yehowa Nêt-Meremên Te Kerem ke
“Bira Xudan şabûna te be, ewê xwestinêd dilê te bide te” (ZEB. 37:4).
1. Cahil çi gerekê safî kin bona axiriyê, û çira ewana gerekê gelek berxwe nekevin ku ça safî kin? (Binihêre şiklê ewlin.)
CAHILNO, çaxê hûn dixwazin rêwîtiyê bikin, aqilayî ye hergê nêtê daynin pêşiya xwe û pêşda bifikirin ku hûnê herine ku. Em dikarin bêjin ku emir jî ça rêwîtî ye, û cahiltiyêda lazim e safî kin hûnê emirê xwe ça derbaz kin. Lê bi rastiyê hêsa nîne evê safîkirinê bikin. Keçikek bi navê Hîtêr dibêje: “Ew tirs e, çimkî tu gerekê safî kî, ku temamiya emirê xwe ça derbaz kî”. Lê cahilno mêrxas bin û netirsin, çimkî Yehowa cimeta xwera dibêje: “Tu netirse, ji ber ku ez bi tera me; li dora xwe nenihêre, ji ber ku Xwedayê te ez im; ezê te zexm [qewî] bikim; belê, ezê alî te bikim” (Îşa. 41:10).
2. Cahilno, çira Yehowa dixwaze wekî hûn nêta daynin pêşiya xwe seva axiriya bextewar bistînin?
2 Cahilno, Yehowa şîretê dide we, wekî bona axiriya xwe nêtên aqilayî daynin pêşiya xwe (Waîz 12:1; Met. 6:20). Ew dixwaze hûn bextewar bin. Û ewî ça em efirandine, ev yek jî dide kifşê ku ew dixwaze hûn emirê xwera şa bin. Mesele, em dikarin bivînin, bibihên, û tiştên xweş tem kin çi ku ewî çêkiriye. Xêncî vê yekê, Xwedê me hiz dike, şîret dike û hîn dike. Lê wî xweş nayên ew meriv, yên ku guh nadine wî. Ew derheqa wan dibêje: “Hûn dijbêrin çi ku min xweş nayê. . . . Xizmetkarên min wê şa bin, lê hûnê şermî bin. Xizmetkarên min ji fireya dil wê bistirên” (Îşa. 65:12-14, DT). Belê, çaxê em emirê xweda safîkirinên aqilayî dikin, Yehowa rûmet dibe (Metlk. 27:11).
WAN NÊTA DAYNIN PÊŞIYA XWE KÎJAN WÊ WE BEXTEWAR KIN
3. Yehowa çi şîretê dide we?
3 Lê gelo Yehowa çi şîretê dide we, dêmek hûn dikarin kîjan nêta daynin pêşiya xwe? Seva ku hûn bextewar bin, lazim e hûn Yehowa nas kin û jêra xizmet kin, çimkî ewî em usa çêkirine (Zeb. 128:1; Met. 5:3). Heywan tenê dixwin, vedixwin, diterikin û dizên, lê nêt-meremên wan tune. Lê meriv usa nehatine çêkirinê. Û Xwedê dixwaze wekî hûn, cahilno, emirda nêta daynin pêşiya xwe û bextewar bijîn. Efirandarê we “Xwedêyê hizkirinê”, “Xwedêyê xwezilî” ye, yê ku meriv “dilqê xweda xuliqand” (2 Korn. 13:11; 1 Tîmt. 1:11; Destp. 1:27). Û çaxê hûn çev bidine Xwedêyê meyî hizkirinê, hûnê bextewar bin. Diqewime we xwexa dîtiye ku çiqas şabûnê tîne ev yek çi ku Kitêba Pîroz dibêje: “Xwezî li dayiya, ne ku li standiya” (Kar. Şand. 20:35). Ew gilî rast in. Lema jî Yehowa dixwaze hûn emirê xweda nêtên usa daynin pêşiya xwe, kîjan ku wê hizkirinê bidine kifşê hindava meriva û hindava Xwedê. (Bixûne Metta 22:36-39.)
4, 5. Çi Îsa bextewar dikir?
4 Bona we cahilno, Îsa meseleke baş hîşt. Çaxê ew biçûk bû, tebiyetî ye ku ewî tevî zara dilîst û xwera tiştekîva mijûl dibû. Ça Xebera Xwedê dibêje, “wexta kenînê heye . . . û wexta lîstinê heye” (Waîz 3:4). Lê xêncî wan tişta, Îsa Nivîsar lêkolîn dikirin û usa nêzîkî Yehowa dibû. Çaxê ew 12 salî bû, dersdarên paristgehêda “ser zanebûn û cabêd wî” zendegirtî diman (Lûqa 2:42, 46, 47).
5 Îsa bextewar bû. Lê çi wî bextewar dikir? Ewî qirara Xwedê dianî sêrî ku feqîrara û “korara boy dîtinê” mizgînî bela dikir (Lûqa 4:18). Belê, Îsa bextewar bû, çimkî ewî ev dikir çi ku Xwedê ji wî dixwast. Ev yek ji giliyên wî Zebûr 40:8-da tê kifşê: “Ez dixwazim xwestina Te biqedînim, ya Xwedê”. Îsa gelek hiz dikir derheqa Bavê xweyî ezmana meriva hîn ke. (Bixûne Lûqa 10:21.) Carekê, çaxê Îsa derheqa hebandina rast tevî jinikekê xeber da, paşê ewî şagirtên xwera giliyên usa got: “Xwarina min ew e, ku ez xwestina yê ku ez şandime bikim û şixulêd wî bînime sêrî” (Yûhn. 4:31-34). Îsa Xwedê û meriv hiz dikirin, û pê kirên xwe ev yek nîşan dikir. Cahilno, hergê hûn jî usa bikin, hûnê jî bextewar bin.
6. Çira baş e hergê cahil derheqa nêtên xweye axiriyê, xeber din tevî xûşk-birên cêribandî?
6 Gelek xûşk-birên me şabûneke mezin dîtine çaxê cahiltiyêda ça pêşeng xizmet kirine. Cahilno, wê baş be hergê hûn derheqa nêtên xwe tevî wan xûşk-bira xeber din. “Bê şîret merem û tivdîr betal dibin, lê bi saya gelek şîretkara ew têne sêrî” (Metlk. 15:22). Ev xûşk-birên cêribandî dikarin wera gilî kin, wekî xizmetkirina hertimda hûnê hînkirinên usa bistînin ku temamiya emirê weda kêrî we bên. Îsa ser ezmana gelek tişt ji Bavê xwe hîn bû. Û wedê xizmetiyê ser erdê jî ew gelek tişt hîn dibû. Ewî dît ku şabûneke çiqas mezin e çaxê merivara mizgîniyê gilî dike û usa jî wedê cêribandinada aminiyê xwey dike (Bixûne Îşaya 50:4; Îbrn. 5:8; 12:2). Were em niha şêwir kin ku xizmetkirina hertim ça dikare we bextewar ke.
HÎNKIRINA ŞAGIRTA ŞIXULEKE LAPE BAŞ E
7. Çira gelek cahil şabûnê divînin çaxê meriva hîn dikin?
7 Îsa şagirtên xwera got: “Herin . . . mileta bikin şagirtên min” (Met. 28:19, 20, ÎM). Cahilno, hergê hûn xwera nêtê daynin ku wî şixulî bikin, hûnê bextewar bin, çimkî bi wî şixulî hûnê rûmetê bidine Xwedê. Lê seva wî şixulîda cêribandî bin, lazim e wede. Birê me bi navê Tîmotî, yê ku cahiltiyêda pêşengtî destpêkir, got: “Ez begem dikim xizmetiya hertim, çimkî usa ez Yehowara nîşan dikim ku wî hiz dikim. Destpêkêda, min nikaribû tevî meriva hînbûna Kitêba Pîroz derbaz kira, lê çaxê ez derbazî cîkî din bûm, min nava mehekêda destpêkir tevî çend meriva hînbûna Kitêba Pîroz derbaz kim. Merivekî destpêkir bê ser civatê jî. Paşê ez Mekteba bona Birên Azep derbaz bûm *, û min kifşkirina teze stand, kîderê ku tevî çar meriva min hînbûn derbaz dikir. Ez hiz dikim meriva hîn kim, çimkî divînim ku ruhê pîroz ça wan diguhêze” (1 Têsln. 2:19).
8. Hine cahila çi kirin seva hê zêde merivara mizgîniyê bela kin?
8 Hine cahilên me zimanê teze hîn dibin seva meriva hîn kin. Mesele, birakî bi navê Cêykob ji Dewletên Yekbûyî, nivîsî: “Çaxê ez 7 salî bûm, gelek hevalên mine dersxanê Viyetnamî bûn. Min gelek dixwest wanra derheqa Yehowa gilî kira, lema jî min nêt xwera danî wekî zimanê wan hîn bim. Min ‘Birca Qerewiliyê’ ya zimanê Înglîzî beramberî zimanê Viyetnamî dikir, û diha zef wî cûreyî ez zimanê wan hîn bûm. Usa jî min xwera heval dîtin civata zimanê Viyetnamîda, kîjan ku nêzîkî min bû. Çaxê ez 18 salî bûm, min pêşengtî destpêkir. Paşê, ez Mekteba bona Birên Azep derbaz bûm. Evê mektebê kifşkirina mine îroda gelek alî min kir. Ez koma ser zimanê Viyetnamîda xizmet dikim, kîderê ku tenê ez im rûspî. Gelek merivên Viyetnam ecêbmayî dimînin ku ça ez zimanê wan hîn bûme. Ewana min teglîfî mala xwe dikin û tevî wan geleka destpêdikim hînbûna Kitêba Pîroz. Hinek hatine nixumandinê jî” (Beramber kin Karên Şandiya 2:7, 8).
9. Xizmetiyêda hûn çi tiştên baş hîn dibin?
9 Cahilno, xizmetiyêda hûn tiştên baş hîn dibin. Mesele, hûn xeyset-hunurên baş pêşda tînin, feresetên we zêde dibin, xeberdana we tevî meriva hê rind û hêsa dibe, hûn xweda hê bawer dibin û hîn dibin merîfet bin (Metlk. 21:5; 2 Tîmt. 2:24). Wî şixulîda usa jî şabûneke mezin heye, hûn dibine cêribandî seva merivara pê Kitêba Pîroz baweriya xwe îzbat kin. Usa jî hûn hîn dibin ku çawa tevî Yehowa hê nêzîk hevkariyê bikin (1 Korn. 3:9).
10. Hûn ça dikarin şabûnê bivînin, hergê jî mihala weda hindik meriv guh didine we?
10 Hergê jî mihala weda hindik meriv guh didine we, yeke hûn dikarin şabûnê bivînin. Temamiya civatê ça kom dixebite wekî merivên dilsax bivînin û bikin şagirt. Çaxê xûşk yan birak kesekî divînin û ew dibe şagirt, hemûşk jî şa dibin çimkî wana jî geriyane. Mesele, birak bi navê Brêndon, nehe sala pêşeng bû vê mihalêda, kîderê ku hindik meriv Kitêba Pîroz hîn dibin. Ew dibêje: “Ez hiz dikim mizgîniyê bela kim, çimkî Yehowa ewê yekê ji me dixwaze. Çaxê min mekteb xilaz kir, min pêşengtî destpêkir. Civatêda ez birên cahil hêlan dikim û dilê min şa dibe çaxê ez divînim ça ewana ruhanîda pêşda diçin. Paşî xilazkirina Mekteba bona Birên Azep, min ça pêşeng kifşkirina teze stand. Rast e min qe merivek jî negîhande nixumandinê, lê xûşk-birên din ew yek kirin. Ez gelek şa me ku min nêt xwera Waîz 11:6).
daniye, wekî bi temamî xwe şixulê hazirkirina şagirta bigirim” (NÊTÊN WE DIKARIN MECALÊN DIN WERA VEKIN
11. Gelek cahil kîjan cûre xizmetî bijartine?
11 Cahilno, hûn dikarin bi gelek cûra Yehowara xizmet kin. Mesele, gelek cahil şixulê avakirinêda dixebitin. Bi rastiyê lazim e bi seda Odên Civata yên teze bêne avakirinê. Avakirina van avaya xizmetiya pîroz e, kîjan ku Xwedê rûmet dike û dikare we bextewar ke. Û wî cûrê xizmetiyêda jî hûn dikarin şabûneke mezin bivînin, çimkî tevî xûşk-bira hevkariyê dikin. Hin jî, vê xizmetiyêda hûn dikarin gelek tişta hîn bin, mesele çawa xebatê fesal bikin, pêşe hîn bin, xebathiz bin, û tevî berpirsiyara hevkariyê bikin.
12. Xizmetiya pêşengtî çi mecala vedike?
12 Birak bi navê Kêvîn dibêje: “Min ji biçûktayê dixwest Yehowara gelek xizmet kim. Û axiriyêda, çaxê ez 19 salî bûm, min pêşengtî destpêkir. Ez heftêkîda çend siheta dixebitîm cem birakî me, kîjan ku avakar bû, û usa min ebûra xwe dikir. Vê xebatêda ez hîn bûm baniya, agûşka û deriya çêkim. Paşê, min 2 sala, alîkarî dida tezekirina Odên Civata û malên xûşk-bira, ku ji bo xezeba ziyanê standibûn. Carekê min bihîst wekî avakirinêda alîkarî lazim e Afrîkaya Başûrêda, min xwest herim û min teglîfî wêderê kirin. Afrîkayêda her çend heftiyada, ez ji avakirina Oda Civatekê derbazî yeke din dibûm. Koma avakirinê tevî kê jî ez dixebitim, bona min ça malbet e. Em tevayî dijîn, tevayî Kitêba Pîroz lêkolîn dikin, û tevayî dixebitin. Usa jî gelek min xweş tê her heftî xizmet kim tevî xûşk-birên wêderê. Nêtên ku min biçûktayêda xwera qirar kir, ez usa bextewar kirim ku min ne jî dida ber çevê xwe”.
13. Xizmetkirina Beytelêda çawa gelek cahila bextewar dike?
13 Hine cahil ku pêşeng bûn, niha Beytelêda xizmet dikin. Xizmetiya Beytelêda rastî jî bextewar dike, çimkî her tişt çi ku wêderê tê kirinê, bona Yehowa ye. Xûşk-birên Beytelêda alîkariyê didin seva xwarina ruhanî hebe. Birakî bi navê Dastîn ku Beytelêda xizmet dike, gilî dike: “Çaxê ez 9 salî bûm, min nêt danî pêşiya xwe, ku bibime xizmetkarê hertim. Û çaxê min mekteb xilaz kir ez bûme pêşeng. Sal nîvek şûnda, min teglîfî Beytelê kirin. Li wêderê ez hîn bûm mekînên neşirkirinê bidime xebatê û paşê ser programên komputerê bixebitim. Derheqa pêşdaçûyîna şixulê meyî hemdinyayê ez pêşiyê Beytelêda pêdihesim, û ew yek jî minra şabûnê tîne. Ez hiz dikim wira xizmet kim, çimkî çi ku em wira dikin alîkariyê dide meriva ku nêzîkî Yehowa bin”.
TU KÎJAN NÊTA DIXWAZÎ DAYNÎ PÊŞIYA XWE?
14. Hûn ça dikarin xwe hazir kin bona xizmetkirina hertim?
14 Cahilno, hûn ça dikarin xwe hazir kin bona xizmetkirina hertim? Seva ku axiriyêda pêşdaçûyî bin vê xizmetiyêda, gelek ferz e xeyset-hunurên Mesîhîtî nav xweda pêşda bînin. Lema jî bi dil û can Xebera Xwedê lêkolîn bikin, kûr ser bifikirin, û mecala bigerin baweriya xwe civatêda nîşan kin. Wedê hînbûna mektebêda, hûn dikarin belakirina mizgîniyêda cêribandî bin. Hîn bin ku bi merîfetî pirsa bidine meriva û guh bidine cabên wan seva têderxin ewana çi difikirin. Civatêda jî hûn dikarin şixul bikin, mesele alîkariyê bidin seva temizayî û tezekirina Oda Civatê. Yehowa hiz dike merivên milûk, yên ku bi rezedilî alîkariyê didin. (Bixûne Zebûr 110:3; Kar. Şand. 6:1-3). Pawlosê şandî, Tîmotêyo teglîfî xizmetiya mîsyonêrtî kir, çimkî “hindava wîda qenc xeber didan” (Kar. Şand. 16:1-5).
15. Hûn çi nêta dikarin bikin, seva paşê ebûra xwe bikin?
15 Xizmetkarên hertimara lazim e xwe xwey kin û ebûra xwe bikin (Kar. Şand. 18:2, 3). Cahilno, dibeke hûn dikarin kûrsên kin derbaz bin seva pêşekî hîn bin, kîjan ku wê gelek wede ji we nestîne, û hûnê bikaribin xizmet kin ça pêşeng. Derheqa van nêtên xwe, tevî berpirsiyarê xweyî mihalê xeber din û usa jî tevî pêşengên mihala xweda. Ji wana bipirsin kîjan xebat baş e bona pêşenga. Û çawa Kitêba Pîroz dibêje, “şixulê xwe bide destê Xudan û tê bigihîjî nêt-meremê xwe” (Metlk. 16:3; 20:18).
16. Cahiltiya weda xizmetkirina hertim dikare we hazir ke dîsa bona kîjan cabdariyên axiriyêda?
16 Cahilno, Yehowa dixwaze, wekî hûn axiriya bextewar “qazinc kin”. (Bixûne 1 Tîmotêyo 6:18, 19.) Xizmetkirina hertim mecalê dide we ku tevî xizmetkarên hertime mayîn hevkariyê bikin, û ev yek wê alî we bike bibine Mesîhiyên gihîştî. Gelek xûşk-bira gotine ku çimkî wana cahiltiyêda xizmetiya hertim destpêkirine, ev yek paşê zewacêda kêrî wan hatiye. Gelekên ku pêşiya zewacê pêşeng bûn, paşî zewacê berdewam dikin tevayî ça pêşeng xizmet dikin (Rom. 16:3, 4).
17, 18. Çira nêtên we gerekê ji dilê we bin?
17 Nêtên we gerekê ji dilê we bin. Zebûr 20:4-da tê gotinê ku Xwedê “bira weke dilê te bide te û nêt-meremêd te bîne sêrî”. Bifikirin ku hûn ça dixwezin emirê xwe derbaz kin. Dîna xwe bidin ku Yehowa çi dike bona roja îroyîn û çi hûn dikarin bikin xizmetiyêda. Paşê nêtên usa daynin pêşiya xwe, kîjan ku wê dilê Xwedê şa kin.
18 Hergê hûn bi temamî Yehowara xizmet kin, hûnê gelek bextewar bin, çimkî bi wê yekê hûnê Xwedê rûmet kin. Belê, bira Yehowa “şabûna te be, Ewê xwestina dilê te bide te” (Zeb. 37:4).
^ abz. 7 Ev mekteb niha hatiye guhastinê û tê navkirinê Mekteba seva Mizgînvanên Padşatiyê.