Ça Xwedê Bona Te Xem Dike
Xwedê bedena me usa çêkir, ku ew dikare xwexa xwe qenc ke. Mesele, çaxê bedena me birîndar dibe yan jî diherişe, “wî çaxî bedenêda protsêseke usa diçe, ku birîn qenc dibe”. (Johns Hopkins Medicine). Belê, bedena me derbêra destpêdike bixebite, wekî xûnçûyînê bide sekinandinê, û birîna qenc ke.
ŞÊWIR KIN: Hergê Efirandar bedena me usa çêkiriye ku ew birînên me qenc dike, dêmek em dikarin bawer bin ku Xwedê wê li gora sozên xwe eseyî alî me bike, wekî em birînên xweye êmosîalî qenc kin. Zebûrbêj derheqa Xwedê nivîsî: “Dilşkestîya qenc dike û birînêd wan dipêçe” (Zebûr 147:3). Lê hergê tu diçerçirî ji bo tiştên ku berê yan niha qewimîne, dîsa jî dikarî bawer bî, wekî Yehowa wê birînên teye dil, ça niha usa jî li axiriyê qenc ke.
KITÊBA PIROZ ÇI DIBÊJE DERHEQA HIZKIRINA XWEDÊ
Xwedê soz dide: “Tu netirse, ji ber ku ez bi tera me; li dora xwe nenihêre, ji ber ku Xwedayê te ez im; ezê te zexm bikim; belê, ezê alî te bikim; belê, ezê bi destê rastê dadiya xwe ji tera bibim alîkar!” (Îşaya 41:10). Merivê ku zane, wekî Yehowa derheqa wî xem dike, ew dilê xweda rihet e û qewata wî heye hemû çetinaya teyax ke. Pawlosê şandî ser rihetiya wî cûreyî got: “Edilayiya Xwedê . . . ji her hiş-aqilî derbaztir e”. Ew zêde dike: “Ez her tiştî bi saya wî dikarim, yê ku qewatê dide min” (Fîlîpî 4:4-7, 9, 13).
Rêzên jêrê, alî me dikin ku em baweriya xwe hindava sozên Yehowa qewî kin. Mesele Eyantî 21:4, 5 (ya ku li ser rûpêla din tê dayînê) eyan dike ku Xwedê wê çi bike, û çima em dikarin îtbariya xwe wî bînin:
-
“Ewê ji çevêd wan hemû hêsirêd wan paqij ke”. Yehowa wê hemû telî-tengiya bide hildanê, hela hergê ew ne jî usa ferz têne kifşê.
-
“Li ser text rûniştî” rûmeta ezmanîda Padşê Himzor û Efirandarê hemû tiştî, wê qewat û hukumdariya xwe bide kifşê, dêmek kul-derda bide hildanê û alî me bike.
-
Yehowa îzbat dike, ku sozên wî “amin û rast in”. Ew tê hesabê ku ewê li gora navê xwe û rastiya xwe ewan sozên xwe bîne sêrî.
“‘Ewê ji çevêd wan hemû hêsirêd wan paqij ke û îdî mirinê tunebe, ne şîn, ne girî, ne êş-êşûk, çimkî tiştêd berê derbaz bûn. Hingê ewî li ser text rûniştî got: “Va ez her tiştî nû çêdikim”. Û minra got: “Binivîse, çimkî ev xeberne amin û rast in’” (Eyantî 21:4, 5).
Gerdûna me usa jî Kitêba Pîroz rind eyan dikin hunûrên Bavê meyî ezmana ku ew yekî çawa ne. Çaxê em dîna xwe didine tebyetê û efirînên din, em hêlan dibin bibine dostên Xwedê. Lê Kitêba Pîroz me teglîf dike “Xwe li Xwedê bigirin, Xwedê jî wê xwe li we bigire” (Aqûb 4:8). Karên Şandiya 17:27 jî dibêje: “Lê ew Xwedê ji me her kesî ne dûr e jî”.
Hergê tu wede bivînî, seva ku Xwedê hê rind nas bikî, usa tê sed selefî bawer bî ku Ew bona te “xem dike” (1 Petrûs 5:7). Gelo emê çi karê bistînin, hergê îtbariya xwe Yehowa bînin?
Werên em şêwir kin mesela Torû ji Japonyayê. Diya wî ku Şedê Yehowa bû ew mezin dikir, lê ew ketibû koma qaçaxa yanê nava Mafiya Japonî ya yakûdzayê. Ew dibêje: “Ez bawer bûm ku ez ber çevê Xwedê reş bûm, û çaxê merivên mine hizkirî dimirin min tirê, ew Xwedê usa min ceza dike”. Torû gilî dike ku koma meriya tevî kîjana ku ew bû û nihêrandina wî, gelek li ser wî hukum kirin, û ew bû yekî “bêrem û bêdil”. Ew usa jî zêde dike: “Min dixwest cahiltiyêda, yekî min zêdetir bi nav û deng bikuşta, paşê bimirama û usa navê xwe bilind kira”
Lê çaxê Torû tevî jina xwe Hannayê destpêkirin Kitêba Pîroz hîn bin, ewî jîyîna xwe usa jî nihêrandina xwe pêda guhast. Hanna dibêje: “Min dîna xwe dida mêrê xwe û bi çevê xwe didît, ku ew çawa dihate guhastinê”. Niha Torû bi baweriyê dibêje: “Heye Xwedê ku bi rastî bona herkesî ji me xem dike. Ew mirina tu kesî naxwaze, û ew hazir e bibaxşîne wan, yên ku bi rastî şaşiyên xwe tobe dikin. Ew guh dide zarîniya meye ji dil, çaxê em nikarin xêncî wî tu kesîra bêjin, çimkî tenê ew me fem dike. Li axiriyê, Yehowa wê hemû çetinaya, telî-tengiya û kul-derda bide hildanê. Hela hê niha jî ew alî me dike. Ew bona me xem dike, me hiz dike û alî me dike gava em belengaziyêda nin” (Zebûr 136:23).
Çawa ji serhatiya Torû tê kifşê, çaxê em zanin ku Xwedê dikare hemû kul-derda zûtirekê bide hildanê û hêsira jî paqij ke, ev yek ne ku tenê hêviya axiriyê mera dide, lê usa jî alî me dike îda niha bi jîyîneke baş bijîn. Belê, hela hê vê dinyayêda jî, ya ku bi derd-kula tije ye, em dikarin kareke mezin bistînin ji alîkariya Xwedêye bi hizkirin.